Girtiyên ji Tevgera Azadiyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê di salvegera 43emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê de daxuyaniyek weşandin, şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin. Bi navê girtiyan Denîz Kaya dauxyanî da, di serî de şehîdên 14ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî hatin bîranîn û hate gotin, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê heta dawiyê xwedî li kevneşopiya wan a têkoşîna şoreşgerî derkevin.”
Denîz Kaya ragihandin ku li hemberî êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya li zindana Amedê ya faşîzma 12ê Îlonê, rojiya mirinê ya hate destpêkirin ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê xwedî girîngiyeke mezin e û gotin, “Ev berxwedan çalakiya herî bi wate û esîl a parastina nirxên mirovahiyê ye.”
Di dewama daxuyaniyê de Denîz Kaya ev tişt anî ziman, “Bi vê wesîleyê di şexsê lêgerînerên heqîqetê yên xeta Apoyî hevrê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan, em şehîdên rojiya mirinê bi hurmet û minet bi bîr tînin; sozê didin ku xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan pêk bînin. Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi çalakiya xwe radixistin pêş çavan ku di nava şert û mercên herî giran de serketin çawa dikare bê bidestxistin, pîvanên milîtanên Apoyî çi ne û ziman, tempo û rêbaza Şoreşa Kurdistanê nîşan dan. Berxwedana 14ê Tîrmehê nîşaneya serketina stratejiya şoreşa Kurdistanê ya Rêber Apo ya li Girtîgeha li Amedê bû. Ev yek di heman demê de ispata têkçûna îradeya mêtingeriyê û rejîma 12ê Îlonê ya li pêşberî sekna Apoyî bû. Ya herî girîng jî rêbaza serketinê ya li Kurdistanê radestî gelê Kurd û milîtaniay Apoyî hate kirin û bi vî rengî roleke dîrokî bi cih anî. Rêber Apo got, ‘14ê Tîrmehê ruhê PKKê û rêbaza têkoşînê ya gel û milîtanên dixwazin bi ser bikevin e’.”
Denîz Kaya wiha got: “Divê em ji bîr nekin ku cûntaya leşkerî ya 12ê Îlonê beriya her tiştî xwest koka tovên PKKê ya li Kurdistanê şîn bûbû ji holê rake. Lê belê berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi fedakariyeke mezin û berxwedaneke bêhempa xaka mirinê ya dixwestin li ser gelê me bireşînin ji holê rakirin û hemû armancên qirêj têk birin. Rastiya Tevgera Azadiyê ya ku têk naçe ispat kirin û mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Li ser vê mîrateya ku wan ji me re hiştin, Rêber Apo di meheke din a Tîrmehê de rê li ber dîrokê xist û bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re rêbaza têkoşînê û şoreşeke nû diyarî gelan kir.”
Bûn afirînerên destpêkê yên jiyana nû
Bi domdarî Denîz Kaya ev tişt ragihand: “Roja ku biryar li ser destpêkirina rojiya mirinê ya mezin a 14ê Tîrmehê hate dayin, bû roja destpêka têkçûna rejîma înkarê ya Tirk ku dixwest PKKê biqedîne. Bawerî, îrade û rêbaza têkoşînê ya ku di 14ê Tîrmehê de hate nîşandan, di nava şert û mercên giran ên Kurdistanê de rêbaza serketinê şênber kir. Roja ku rojiya mirinê ya mezin destpê kir, serketin misoger bû. Roja ku rojiya mirinê ya mezin destpê kir, serketin misoger bû. Kemal Pîr. Me Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Stêrka Sor Alî Çîçek di nava şert û mercên herî giran û îşkenceyê de bûn afirînerên destpêkê yên jiyana nû. Berxwedana 14ê Tîrmehê bi şênberî nîşan da ku gelê Kurdistanê xwedî wan ewladan e ku di nava şert û mercên herî zehmet de poşman nabin û hêviya azadiyê hildigirin. Bi vê berxwedanê re ev peyam ji gelê Kurdistanê re hate dayin, ‘Eger em di nava van şert û mercan de dikarin li ber xwe bidin, hûn jî dikarin li ber xwe bidin û azad bibin’. Gelê Kurd careke din bû xwedî bawerî û îradeyê; xeta serketinê li Kurdistan û Tirkiyeyê diyar bû; heta dawiyê rê li ber gelê me vebû ku rabe ser piyan.”
Divê îradeya 14ê Tîrmehê bê fêhmkirin
Denîz Kaya di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got: “Îro li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gel hemû bi pêşengiya vê berxwedanê ber bi yekîtiya jiyana azad û wekhev, bi manîfestoya nû ya Rêber Apo ber bi serketinê ve dimeşin. Di sala 43an de divê her mirov, her welatparêz û her şoreşger hewl bidin berhem û karê bi îradeya berxwedêrên 14ê Tîrmehê hatin afirandin fêhm bikin û hêjayî wan bin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û hevrêyên xwe yên li zindanan dikin ku li ser xeta Kemal Pîr xeta 14ê Tîrmehê hîn baştir fêhm bikin û bi paradîgmaya dema nû ya Rêber Apo têkoşînê hîn mezin bikin. Li ser vê bingehê em 14ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Neteweyî li Rêber Apo, gelê me û hevrêyan hemûyan pîroz dikin.”