19 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama despêka serdama nû

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ev bang ji bo gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û hemû alîgirên aştiyê bû rojeke dîrokî. Piştî bangê di 11ê Tîrmehê de Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd dawî li qonaxekê anî û rê li ber pêvajoyeke nû vekir.

Dîmenên Rêber Abdullah Ocalan, ku piştî 26 salan di 9ê Tîrmeha 2025an de cara ewil ji raya giştî re hat parvekirin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû civaka pêşverû, hêzên demokratîk û azadîxwaz ên cîhanê bûyerêke dîrokî û cihê kefxweşiyê ye. Ev dîmenê, ku tê de Rêber Abdulalh Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir, weke gaveke şoreşgerî hate pêşwazîkirin. Di vê bangê de, Rêber Apo balê dikşîne ser  heft xalên bingehîn.  Vê bangê li ser siyaseta Tirkiye û Kurdistanê jî bandoreke mezin da avakirin.

Dîtina dîmenê Rêber Apo ya piştî 26 salan, ku di bin tecrîda giran a li Îmraliyê de bû, ji bo gelê Kurd bûyerêke hestyarî û siyasî ya bêhempa bû. Ev dîmen hem nîşana saxlemî û îradeya xurt a Rêber Apo bû, hem jî bû semboleke hêviyê ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Piştî 26 salan weşandina dîmenê Rêber Apo nîşan dide pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî dikare were çareserkirin. Vê yekê di nav gelê Kurd de yekitiyeke hestyarî û siyasî afirand û li çar aliyê Kurdistanê bû sedema coşeke mezin.

Ji bo civaka pêşverû û hêzên azadîxwaz ên cîhanê, ev dîmen weke gaveke wêrek a ber bi demokrasî û aştiyê ve hate nirxandin. 69 xwediyên Xelata Nobelê, ku di çarçoveya “Înîsiyatîfa Azadî ji Abdulalh Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re” de piştgirî dane Azadiya Rêber Apo, dîmen weke “nîşana hêviyê” bi nav kirin. Saziyên navneteweyî yên weke KE û NYyê jî bal kişandin ser girîngiya vekirina rêya diyalogê. Ev nîşan dide ku bang û dîmenên Rêber Apo hem li Tirkiye û Kurdistanê, hem jî di qada navneteweyî de jî bandoreke mezin çêkiriye.

Rêber Abdullah Ocalan di vê peyamê de heft xalên girîng ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê destnîşan kirin. Ev xal, ku bingeha “Manîfestoya Civaka Demokratîk” pêk tînin, hem ji aliyê Tevgera Azadiyê û hem jî ji aliyê hêzên demokratîk ve bi awayekî pozîtîf hate nirxandin.

Tevgera Azadiyê û saziyên siyaseta demokratîk, banga Rêber Apo weke “rêbernameyeke şoreşgerî” dinirxînin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku “ev bang nîşana îradeya aştiyê ya Abdulalh Ocalan e.” Tevgera Azadiyê jî destnîşan kir ku destberdana ji têkoşîna çekdarî ne “teslîmiyet” e, lê gaveke wêrek e ji bo xurtkirina têkoşîna siyasî û demokratîk. Modela konfederalîzma demokratîk weke alternatîfeke li dijî dewleta neteweyî hate pejirandin, ku li gorî nûnerên tevgerê, dikare li Rojhilata Navîn bibe bingeha aştiyeke mayînde.

Di nav hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê de jî bang bi berfirehî hate destekkirin. Partiyên muxalefetê, her çend bi awayekî temkînî nêzik bûn jî, destnîşan kirin ku “diyalog û muzakere ji şer çêtir e.” Komeleyên sivîl, sendîka û platformên demokratîk ên weke KESK û TMMOBê jî bang weke “firsenda dîrokî” binav kirin. Gelek akademîsyenan got, “Abdullah Ocalan bi vê bangê nîşan da ku pirsgirêka Kurd tenê bi rêyên siyasî dikare were çareserkirin û ev yek ji bo demokratîkbûna Tirkiyê şertekî bingehîn e.”

Di raya giştî ya Tirkiyê de, piştî dîmenên Rêber Abdullah Ocalan, nêrîneke erênî der barê çareseriya siyasî de xurt bûye. Anketên dawî yên Metropolê nîşan didin, piraniya raya giştî piştgirî dide “çareseriyeke demokratîk.” Ev nîşan dide ku ev bang dikare bibe bingeha diyalogeke nû. Lê divê bê zanîn ku gavên ji bo aştiyê tên avêtin jî yek alî nabin. Pêwist e ku dewlet jî gavan bavêje ku pêvajo du alî bimeşe.

Banga bi dîmen a piştî 26 salan ji bo gelê kurd, hêzên demokratîk û civaka azadîxwaz gaveke dîrokî ye. Heft xalên bingehîn ên vê bangê, ku li ser destberdana ji şer, avakirina neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û diyalogê disekinin, rê li ber çareseriyeke adil û mayînde vedikin. Tevgera Azadiyê û hêzên demokratîk vê bangê weke firsendeke şoreşgerî dibînin, lê serkeftina wê bi helwesta dewleta Tirk ve girêdayî ye. Ji bo wê divê hemû alî xwedî li vê firsendê derkevin û diyalogê xurt bikin.

Di çarçoveya vê banga Rêber Abdullah Ocalan ya bi dîmen ku di 9ê Tîrmeha 2025an hate weşandin de, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê jî peyamek da û eşkere kir ku ji ber deng û dîmenê Rêber Apo gihişt derve gelekî kêfxweş in. Di peyamê de tê gotin; “Ev bang tenê ne li me ye, li dewletê û di serî de jî li meclis û siyasetê ye. Em xwedî biryar in ku gava Rêber Apo ji me xwestî bavêjin. Lê divê bê zanîn ku pêvajo tenê yekalî û bi gavên ku em ê bavêjin pêş nakeve. Divê nêzikatiya li vê pêvajoyê rast be û gavên pêwîst bên avêtin.”

Ev bang ji bo gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û hemû alîgirên aştiyê bû rojeke dîrokî. Piştî bangê di 11ê Tîrmehê de Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd dawî li qonaxekê anî û rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Koma ji 30 gerîlayên Kurdistanê ku 15 jin û 15 mêr bûn, dilsoziya xwe bi Rêber Apo re nîşan dan. Bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat çekên xwe îmha kirin. Merasima “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” ji aliyê siyasetvan, nûnerên saziyên civaka sivîl û mafên mirovan, nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û rayedarên dewleta Tirk û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ve hate şopandin. Ev merasim hem dîrokî bû hem jî biryardariya Tevgera Azadiyê ya bi banga Rêber Apo nîşan da. Peyamên di merasimê de ji gelek aliyan ve divê berfirehî bê nirxandin. Di merasimê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat bi payama; “Hatina me ya li vir, li ser esasê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e. Ji niha û pê ve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratik û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike. Ji bo ev armanc pêk were em îro di hizûra we de bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin.”

Bêgûman ev peyam rê li ber qonaxek  nû ve dike. Ji niha û şûn ve erk û berpirsyarî dikeve ser milê dewleta Tirk ku gavên pêbawer bavêje. Ger di vê çarçoveyê de nêzikatî ji vê banga dîrokî re were raberkirin wê hem Kurd û gelên li Tirkiyeyê û yên li Rojhilata Navîn qezenç bikin. Ji bo wê merasima 11ê Tîrmahê ji gelek milan ve dîrokî ye. Ji bo gelê Kurd nivîsa dîroka azadiyê dewam dike.