Komeke gerîlayan ya ji 30 kesî pêk tê ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat jî di nav de cih digire, di çavçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dîmen a 19ê Hezîranê de di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya li Gundê Sûrdaş ê girêdayî navçeya Dûkan a Silêmaniyê merasîmek li dar xist û çekên xwe şewitandin. Behzat Çarçel (Nedîm Seven) û Têkoşîn Ozan (Esmen Eyaz) ên ku di nava Koma Aşitî û Civaka Demokratîk de ya bi armanca nîşandana niyetbaşiyê û îradeya têkildarî çareseriya demokratîk merasîmek li dar xist de cih digirin, ji ANFê re axivîn.
Behzat Çarçel di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9ê Tîrmehê bes ne bi tenê ji PKKê re ji hemû beşên civakî ên li Tirkiye û Kurdistanê re bû. Çarçel bal kişand ser guherîna demokratîk û têkoşîna civakî û ev yek anîn ziman: ‘’Banga Rêber Apo bes bi guherîn û veguherîna PKKê re sînordar nebû. Hem li Tirkiye û hem jî li Kurdistanê divê hemû beşên civakî di vê mijarê de rola xwe bilîzin. Çimkî li vir têkoşîneke demokrasiyê heye. Têkoşîna demokrasiyê jî qada têkoşîna civakî ye. Ji ber wê yekê ku me di banga xwe de jî anî ziman divê hemû kesên civakî vê pêvajoyê rast fêm bikin, xwedî lê derkevin û piştgiriyê bidin her cure guherînên demokratîk û xwenûkirinê û roleke erênî bilîzin. Di serî de jin û ciwan em bang li hemû avaniyên civakî dikin ku girêdayî civaka demokratîk û têkiliyên aşitiyane erkên xwe yên avakirina pêşerojê, birêxistinbûn û avakirinê bi cih bînin.’’
Çarçel destnîşan kir ku dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem ji aliyê aramiya siyasî hem jî ji aliyê guherîna yasayî û pêvajoya entegrasyonal ve xwedî roleke girîng e û got: ‘’Hem weke egera pêvajoyê hem jî ji bo ku di siyasetê de tu valahî pêk neyên divê ji aliyî ve azadiya Rêbertiya me ya fîzîkî were dabînkirin. Ger ev şert û merc werin dabînkirin wê li Tirkiyeyê guherînên yasayî û bendewariyên entegrasyonê zûtir pêk werin. Armanc wê bes bi têkoşînê pêk werin, pêvajo bi yekalî nameşe û dewleta Tirk neçar e ku veguhere. Em ê zorê li Komara Tirk bikin. Neçar e veguhere; tu rêyên din tune ne. Ji aliyê konjonktura siyasî ve jî wisa ye.’’
‘Manîfestoya civaka delmokratîk bingeha serdema nû ye’
Behzat Çarçel pêvajoya heyî weke ‘’lûtkeya serdemeke nû’’ nirxand û got: ‘’Rêber Apo manîfestoyeke civaka demokratîk a vê pêvajoyê tacîdar dike pêş xistiye û wê gerîla û hemû kesên girêdayî paradîgmaya Rêber Apo wê beşdarî avakirina demokratîk bibin. Wê gerîla jî girêdayî vê manîfestoyê xwe di warên weke esasên vê yên demokratîk, îdeolojîk, civakî û terz, ava û bernameya perwerdeyê û birêxistinkirinê de xwe ji nû ve birêxistin bike û amade bike. Helbet wê li hemberî her cure êrîşan jî pergala xwe ya parastinê biparêze. Lê belê ji bo ku gavên wêdetir werin avêtin divê li Tirkiyeyê guherînên yasayî werin kirin.’’
Di siyaseta demokratik de bi biryar in
Çarçel da bibîrxistin ku têkoşîna PKKê ya bi Rêya Şoreşê dayî meşandin 52 sal û 4 mehan berdewam kiriye û diyar kir ku li gel stratejiya nû wan pêşeroja 50 heya 100 salan plan kiriye û got: ‘’Ji ber vê yekê em di siyaseta demokratîk de bi biryar in, em di birêxistinkirin û avakirina civaka demokratîk de bi biryar in. Ger guherînên yasayî pêk werin, em ê weke hemû endamên kevneşopiya Apoyî di vê çarçoveya yasayên demokratîk û qanûna bingehîn de di warên siyasetkirinê, bikaranîna mafên azadiyan, di avakirina her cure siyaseta demokratîk de ji akademiyan heya meclîsan; bi kurtasî di hemû karên avakirina siyaseta demokratîk de cihê xwe bigirin. Ev tê vê wateyê: Piştî têkoşîna 52 salan wê tu kes neyê girtin yan bi bi hezaran hevalên me yên di zindanan de li wir neyên rehîngirtin. Bedêlên van yên giran hene, gelek şehadet hene. Gırêdayî vê yekê divê ji bo PKKê yasa werin çêkirin. Ger ev yek li Tirkiyeyê pêş bikeve, wê hemû gerîla bi taybetî jî hemû gerîlayên welatiyê Tirkiyeyê bikarin di nava siyaseta demokratîk de cih bigirin.’’
Çarçel da zanîn ku Tirkiye di nava nîqaşên polîtîk yên heyî de di nava ‘’xwedubarekirinekê’’ de tengav bû ye û got: ‘’Hê jî rast nayê pênasekirin. Yanî tim dibêjin ‘Tirkiyeya bêteror.’ Em ji vê yekê re bibêjin ‘Tirkiyeya bêyîşer û pevçûn’ yan jî Kurdistan. Em bi awayekî rast îfade bikin. Sedemên şer û pevçûnan diyar bikin û rêbaza çareşiyê pêş bixibn.’’
‘Divê ji bo PKKyiyan yasa werin çêkirin’
Çarçel di dewama axaftina xwe de anî ziman nabe ku kesên di nava PKK’ê de têkoşiyane di çarçoveya hiqûqeke cezayî ya ji rêzê de werin nirxandin û got: ‘’Divê ji bo PKK’yiyan yan jî yên ev têkoşîn meşandine yasayên xweser werin çêkirin. Tu eleqeya vê yekêbi girtiyên edlî yan bi dozên din re tune ye. Carna weke pakêtên reformê yên demkurt tên nîqaşkirin. Ev ne çaresiyên mayînde ne. Divê destpêkê pirsgirêkê rast pênase bikin.’’
Çarçel bal kişand kûrahiya dîrokî ya polîtîkayên înkarê yên li ser Kurdan û ev yek anîn ziman: ‘’Rastiya înkarkirina gelê Kurd ya sed salî tew du sed salî hebû. A niha hebûn hate îspatkirin, wê ji nû ve were avakirin. Dema ku ji nû ve hate avakirin wê di nava dewleta Komara Tirkiyeyê yan jî neteweya demokratîk a Kurd de çawa were pênasekirin? Wê Kurd xwe çawa îfade bikin? Wê di çarçoveya kîjan yasayan de bin? Girêdayî van mijaran divê yasa rast werin nîqaşkirin û guherînên qanûnî werin kirin.’’
Ozan: Me pêngava niyetabaşiyê avêt
Têkoşîn Ozan ku yek ji wan gerîlayan e ku çeka xwe şewitand û îmha kir, têkildarî merasîmê axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Hestên ne dûrî têkoşîna me ne, girêdayî pêşketina têkoşîna me pêş dikevin. Rewşa heyî yan jîpêngavên hatine avêtin, rewşa derbasbûna têkoşîneke nû, pêşxistina rê û rêbazên têkoşînê û dewlemendkirina wê ye. Ji ber wê yekê jî ji ber ku qonaxeke nû ye ne di avayê qedandina hin tiştan de ye, ne di wateya bidawîbûna têkoşînê de ye. Ji ber vê yekê di rastiyê de ji ber hin guherînan hestên me jî diguherin, tim di nava xwede hinekî xemgîniyê dihewînin lê belê ji ber ku me dest ni rêbaza têkoşîna nû kiriye biryardarî û kelecan heye. Girêdayî bersivdayîna banga Rêbertî coşek heye. Em vê çi qasî pêk bînin û kûr bikin em ê ew qasîjî şad bidin. Jixwe me pêngava niyetbaşiyê avêt. Dema me çekên xwe îmha kirin me têkoşîna xwe neda sekinandin. Me pêngava niyetbaşiyê avêt. Ev yek ji bo pêşketina zemîna yasayên entegrasyona demokratîk û demokratîkbûyînê ne. Pêngaveke gelekî erênî ye. Girêdayî vê yekê biryardariya di warên demokratîkkirin û azadîkirina pêvajoya nû de nîşan dide. Pêngava îfadekirina dilsoziya ji bo Rêbertî ye.’’
Ji bo pêngava rast amade ne
Têkoşîn Ozan di axaftina xwe de ev peyam dan: ‘’Em amade ne ku çekên xwe deynin. Em amade ne ku ji bo çareseriya pirsgirêkê pêngavên rast biavêjin. Em amade ne ku bi hev re guherînû veguherînêpêk bînin, girêdayî demokrasiyê Tirkiyeyê ji nû ve ava bikin, di pêşengtiya jinan de dest bi pêvajoyeke guherîna demokratîk bikin. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye.’’
Ozan li hemberî şîroveyên hin derdoran ku rê û rêbazên têkoşîna ekdarî ya PKKê were ‘’teslîmîyetê’’ şîrove dikin jî bi van gotinan nerazîbûnên xwe nîşan da: ‘’Pênasekirina vê yekê ya weke teslîmiyetê ya awayên cuda nêzîkatiyên dûrî çareseriyê ne. Pirsgirêk, ne pirsgirêka çekberdana PKKê ye. Pirsgirêk,pirsgirêka çareseriya pirsgirêka Kurd a girêdayî azadiyan e. Pirsgirêka azadiya li Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka jinan, kedkaran û azadiyan e. Nêzîkatiyên derveyî van yekan ne ji aliyêPKKê ve ne jî ji aliyê gelême ve nayên qebûlkirin. Divê nêzîkatiyên têkildarîçareseriyê hebin. Ya rast ev e. Çareseriya pirsgirêka Kurd bes nayê wateya çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd; çareseriya têkildarî pirsgirêkên gel, kedkar û jinên li Tirkiyeyê diyar dike. Têkildarî van yekan pêngava diavêje. Ji ber vê yekê em weke demokratîkbûyîneke berfireh û pirsgirêka azadîbûnê pênase dikin.’’
Rêya demokratîkbûnê
Têkoşîn Ozan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bes wê girêdayî demokratîkbûyîn û azadiyê pêş bikeve û got: ‘’Di mijara pirsgirêka Kurd de pênaseyên weke înkar yan jî ‘terorê’ tu çareserî pêk neanîn. Tecrûbeyên 50 salî nîşan dan ku ev yek bi vî rengî nameşe. Îro sînordarkirina çareseriyê ya di çarçoveya çekdanîna PKKê de wê pêvajoyê tengav bike. Lê belê ya girîng, li gel pêngavên yasayî pêkanîna guherîna civakî ye. Di mijara pirsgirêka Kurd de sînordarkirinên weke înkar, îmha yan jî ‘terorê’ wê çareseriyê pêk neynin. Heya niha neanî ku tecrûbeyên 50 salî hene. Ji niha û pê ve jî çareseriyê naîne. Ez di wê baweriyê de me ku haya hemû kesan ji vê yekê heye. Hemû kes vê yekê wisa fêm dike. Jixwe gelê Kurd di vê mijarê de hesas e û gelekî polîtîk e. Bi rastî jî aligirê çareseriyê ye. Merasîma me li dar xist jî rêbazeke têkoşînê ye. Yanî di warê têkariya pêvajoya guherîn û veguherînê de rêbazeke têkoşînê ye. Niyetbaşiyeke têkildarî demokratîkbûyînê ye. Em hêvî dikin ku wisa jî berdewam bike.’’