Piştî banga 9ê Tirmehê ya Rêberê Gelê Kurd a bidîmen, 30 endam û rêveberên PKK û KCKê ji bo bersivê bide bangê, bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk çêkên xwe şewitandin. Gelek malbatên gerîlla û dayikên aştiyê li avahiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) kom bûn û di ekranên televîzyonê de merasima îmhakirina çekan temaşe kirin. Kesên li avahiya MEBYA-DERê merasima îmhakirina çekan di ekranên tv de temaşe kirin, hestên xwe bi Ajana Welat (AW) re parve kirin.
Dayîka Aştiyê Meryem Soylu diyar kir ku şer talan e û aştî azadiyê û got: “Em li aliyêk keyfxweş in. Li aliyêk din jî xemgîn in. Rêberê Gelê Kurd ev 30 sal in dibêje aştî. Lê gundên Kurdan hatin şewitandin, keç û xortên wan hatin kuştin. 100 salan şer bidome jî dê dawiyê aştî pêk bê. Min 3 zarokên xwe di şer de winda kir. Aliyêk dilê me birîndar e. Dema min koma gerîla dît, min got xwezî zarokên min jî di nava wan de bûna. Zarokên min dema çûn serê çiyê gotin em ê werin Amedê, serok jî dê li ser sûre Amedê bigere. Serok dê were Amedê. Bi hezaran kesan aştî nedît û jiyana xwe dest dan. Lê dê hevalên wan azadiyê bibînin. Divê dewlet jî destê aştiyê ji dil dirêjî Gelê Kurd bike. Yê ku azadiyê bîne jî Rêberê Gelê Kurd e. Êdî em naxwazin ciwanên me jiyana xwe dest bidin.”
Dayîka Aştiyê Menîce Yenî jî desnîşan kir ku piştî banga Serok a 9ê Tirmehê ew pir bi kelecan e û got: “Bila dayîkên leşker û polisan jî bibêjin aştî. Çawa ku gelên din yê cihanê li ser axa xwe azad dijîn. Divê em jî wekî wan bijîn. Divê em jî xwedî al û axa xwe bin. Em hêvîdarin ku ew merasîm bibe wesîla aştî û aramiyê. Jin hatin kuştin, hestiyên zarokên me ji me re şandin. Lê dîsa jî em aliyê aştiyê ne.”
Welatî Şenay Gurkan jî da zanîn ku ew îro em kefyxweşî hem jî xemgînî hêskiriye û wiha axivî: “Divê dewletê Tirk jî gavan biavêje û dawiya şer bîne. Bila ciwan jiyana xwe dest nedin. Eger vê pêvajoyê beriya çend salan dest pê kiribûya, dê ewqas ciwanan jiyana xwe dest nadabûya. Gerîla gav avêt divê dewlet jî li gorî wê gav biavêje. Em tenê aştiyê dixwazin.”
Welatî Yilmaz Bekîr jî diyar kir ku 11ê Tirmehê ji bo Kurdan gelek giring e êdî û wiha axivî: “Gelê Kurd ev sed salan e gelek zilm dît. Rêber Apo dest bi tevgerê dît. Berê me dît Rêber Apo ji bo aştiyê her car amade bû. Tu car xirabî nedixwest. Her car gav avêt. PKKê hemû kar û barê ket ser milê wê kir. Divê êdî dewlet gavan biavêje. Me bi berxwedana xwe li cîhanê xwe qebûl kir. Me kuştin, îşkence dît. Lê me dest ji Kurditiya xwe berneda. Êdî Kurd bê statû nabin. Ji îro û şûnde em ketin qonaxeke nû, divê her kes bixebitê.”