12 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ronahiya herî dûr

Îja ronahiyên rastîn… Xwezî bi canê ronahiyên rastîn ku bi dil, hest û aqilê xwe dikevin milê zemên û di reqsa hebûnê de her tiştî geş dikin. Bi porê xwe yê ku  ji keştiyan re dibe bavan, gelek çîrokên xweş dinivisînin. Li tu derî çok naşkînin, ji tu zincîrê hez nakin

Di vê dema ku dîmenek ji pirtûkekî, tweetek ji nivîsekî, gotineke tewşik ji peyamekî bi bandortir e de, nivîs jî di qeyrana dil de digevize, nivîskar jî. Piştî demeke ne kurt ne jî dirêj ku wiha dîsa dest bi nivîsînê dikim, pirsa; çi çû, çi ma, çi guherî li dora min dizivire. Jiyanên ku bi hişê çêkirî tên birêvebirin, hişê çêkirî yê ku her kêlî tiştekî tîne serê mirov, dronên ku di dilqê (şeklê) kevokan de bombeyan dibarînin, casûs û sîxurên di berîkan de…

Her tişt wisa li berba ye ku kes nizane dê kengê, çi bi hewa bikeve. Her tişt welê berbad e ku ne diyar e dê fîşa otomatîka ku jiyan pê ve hatiye girêdan kengê bê kişandin. Mînak firtoneya bombebarana Îsraîlê û bersivdayîna Îrana îdamker, çawa dest pê kir wisa jî sekinî. Jiyan ji hêla muqtedîran ve wek fîlman tê meşandin. Lê baş e ku em bi şans û xwedî alternatîf in, dizanin berê me li ku ye, pişta me li ku. Hêvî û armanc ew e ku êdî qet nikaribin hespên xwe li ser zeviya jîna me bibezînin.

Herwiha li bin vê asîmanê havînê jiyan teşiya xwe dirise û xalîçeyên nû dertên pêşiya me.

Bes ew xalîçe bi kîjan nexşê li kesayeta me tên nexşandin, em çiqas ji dil û çiqas ne ji dil in, ev girîng e. Li sûretên xalîçeya tevna van rojan, çi çiqas wek navê xwe ye, çi çiqas tenê şov û reklam e?

Li gor zanista derûniyê, ên ku jidil in, sade ne. Qet fors û şovan nakin. Ji ber ku ji dil in. Dil jî navnîşana herî cewherî ye. Lê yên ne ji dil, neçar in bikin teqereq, şov û fortan bikin, ji bo tiştên ne tişt, dinya alemê bi xwe bihesînin. Ji ber ku ne ji dil in, bê cewher in. Bêcewherî jî feqîrtiya herî mezin e. Loma jî divê li derdorê bizivirin, balê bikşînin. Çimkî dizanin ji bo ku bêcewher in, nikarin balê bikşînin, bîr û baweriyê çêkin. Ji bo cewhereke wan a ku dikare di tevî tarîtiyan de jî biçirise nîn e, muhtacê ampûl û ronahiyên sexte ne. Ji ber vê ye ku çav û dilên zana li wan nagerin, ronahiyên rastîn li dor wan kom nabin.

Îja ronahiyên rastîn… Xwezî bi canê ronahiyên rastîn ku bi dil, hest û aqilê xwe dikevin milê zemên û di reqsa hebûnê de her tiştî geş dikin. Bi porê xwe yê ku  ji keştiyan re dibe bavan, gelek çîrokên xweş dinivisînin. Li tu derî çok naşkînin, ji tu zincîrê hez nakin.

Îja hişê çêkirî, zekaya dîjîtal a ku fermandara nûjen e, welê ketiye pêşiya hişê monoton ku bes ronahiyên rastîn dikarin wê jî ji xwe re bikin heval û nehêlin ku bibe nîrek ji nîrên bindestiyê. An na dê tofana ku dikare bi tweeteke zexel bê rakirin, tofanên derûnî û civakî jî bi xwe re bînin û jiyana xwedî hedef û aso hilweşînin. Ji ber ku her roj, her kêlî ji nû ve xwe saz dike û bêsekin dixebite. Bes ku mirov pirsa; ez çima vî tiştî dikim an jî çima li vî tiştî temaşe dikim û çima wê red nakim ji xwe bike, dê nikaribe hebûna mirov bo xwe bike tewla hespan. Jixwe her kes heyf e ne, çima bibe tewla hespên xelkê?

De ka bila ev nivîs, bi van risteyên Adonîs xatir bixwaze;

Ronahiya herî dûr

Ji tariya herî nêzik nêziktir e ji me re

Gelek caran mesafe

Tenê efsane ye

Na, jiyan e ya ku dide nivîsandin

Mirin jî katibê sadiq e

Baskên kêfxweşiyê hene

Lê bedena wî nîn e

Xemgîniyê jî beden heye

Lê wê bask nîn e

(Belli Belirsiz Şeyler Anisina,Everest)