13 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Karamus: Ev pêvajoya jidilbûnê ya çareseriya prsgirêka kurd e

Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs anî ziman ku merasîma çekdanînê ya komeke gerîla pêngaveke dîrokî ye û got: “Divê ew çekdanîn weke teslimiyet neyê dîtin. Ev pêvajoya jidilbûnê ya çareseriya prsgirêka kurd e. Divê dewlet jî piştî vê gavê jidilbûna xwe nişan bide.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tirmehê de piştî 26 salan daxuyaniyeke bi dimên da. Daxuyaniya Abdullah Ocalan a dîrokî li Kurdistan û cihanê deng vêda. Piştî daxuyaniya Abdullah Ocalan niha jî çavê raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û cihanê li bajarê Silemaniyê yê başurê Kurdistanê ye. Komeke gerîlayên PKKê wê bi merasimeke çek daynin. Li Bakurê Kurdistanê û derveyî welat bi sedan siyasetmedar, sazî, hiqûqnas, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegeran berê xwe danê Silemaniyê. Dê li dewereke bajarê Silemaniyê merasîma çekdanînê bê li darxistin û ji raya giştî ya cihanê re be parvekirin.

Hevserokê Kongreya Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmet Karamûs, derbarê merasîma çekdanîne, pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û xebatên avakirina yekitiya Kurd de ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Ahmet Karamûs derbarê daxuyaniya Abdullah Ocalan a bi dimen ku li girava Îmraliyê ji raya giştî re hat parvekirin de destnîşan kir ku li hemû dinyayê deng vêda û wiha got: “Bangavaziya birêz Abdullah Ocalan ku bi dimen hat weşandin dîrokî ye. Ne tenê ji bo tevgera Kurd û Tirkiyeyê ji bo hemû dinyayê bandorek mezin kir. Bangavaziyeke gelek girîng bû. Cara yekem Serokekî Kurd li girtîgeha Îmraliyê bi vî awayî daxuyaniyê dide. Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî şefaf û vêkirî helwesta xwe diyar kir. Bêguman daxuyaniyeke bi vî rengî ji bo me jî pir girîng e. Em bi hevî ne ku pêvajo bi vî awayî berdewam bike û çareseriyeke bi xwe re bîne.”

‘Çekdanîn ne teslimiyet e’

Di berdewama axaftina de Ahmet Karamûs balkişand ser merasîma çekdanînê ya komeke gerîlayên PKKê ku îro pêk bê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Merasîma çekdanîne girîng e. Tevgera Kurd bi vê merasime wê helwesta xwe ya dilpakiyê nişan bide. Di pêvajoyê de çi dikevê ser milê aliyê Kurd yek bi yek bi cih tînê. Piştî banga birêz Abdullah Ocalan kongreya PKKê hat li darxistin û biryara fesîhê girtin. Niha jî çekdanîn dê bi merasîmekê bê li darxistin. Tişta herî girîng jî divê wisa neyê fikirandin ku ev teslîmbûn e. Ev ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Kurd didin xuyakirin ku li ser mutabakata ku me li hev kiriyê tevdigerin. Hezên gerîla hezeke bi beşdarbûna gelek terafan wê bi merasîmeke vê yekê nîşan bide. Ew destnîşankirin a dilpakiya tevgera Kurd e.”

Divê dewlet jî ji dilbûna xwe nîşan bide

Ahmet Karamûs destnîşan kir ku piştî merasîma çekdanînê divê dewlet jî jidilbûna xwe nîşan bide û ev tişt got: “Divê piştî vê gav avetinê dewlet jî jidilbûna xwe ya pêvajoyê bide nîşan dan. Divê di bin siwana parlamentoya Tirkiyeyê de komîsyoneke çareseriyê bê avakirin. Komîsyonek di aliyê mekazagonê ve tiştên hatinê li hev kirin bi cih bîne. Heke Tirkiyeyê jidil be pêvîste li gor pêvajoyê tevbigerê û di ser zemînê demokrasiyeyê. Birêz Abdullah Ocalan dibêje em derbasî merhaleya 2yemîn bûne. Ew jî tê wateya ku di navbera her dû aliyan de nexşereyek heye. Ji bo wê jî divê tiştên pêvîst bên kirin. Ji aliyê komisyona meclise û avakirina zemîna demokrasiyê ve gav bên avetin. Heke Tirkiye bi vî awayî tevnegerê ew pêvajoya çareseriyê jî wê careke din bê encam bimîne.”

Ahmet Karamûs herî dawî anî ziman ku di vê pêvajoyê de yek jî ya herî girîng avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd e û axaftina xwe wiha qedand: “Yekitiya Netewa Kurd di vê pêvajoyê de gelekî girîng e. Fikir û rêmanan partiyan çi dibe bila bibe. Divê hemû partiyên Kurd tevlî pêvajoyê bibin. Em bikarin konsensuseke di navbera hêzên bakur de ava bikin. Heke diyalog di nava partiyan de çêbibe bawerim yekrêziyeke çêbibe. Partî dibe ku di hemû mijaran de weke hevdû nefikirin lê di mijara neteweyî de em dikarin li hev bikin. Ew yek li Rojhilat jî li Bakur jî dikarê pêk were. Niha bi hemû hêza xwe em hewl didin li Rojhilata platformeke ava bikin û xizmeta yekitiya neteweyî ya Kurd bikin. Li Rojava beriya niha konferansa yekrêziyê çêbibû. Li başurê Kurdistanê jî hinek astengî hene. Niha hewldanên me ji bo başurê Kurdistanê jî hene ku yekrêziya Kurdan ava bibe. Bangavaziya birêz Abdullah Ocalan a yekitiya neteweyî ya Kurd jî gelek girîng û dîrokî ye. Em jî wateyeke mezin didin. Di vê qonaxa ku Rojhilata Navîn û cihanê de diqewimin heke Kurd yekitiya xwe ava nekin û nebin aktorekî sereke yê pêvajoyê xeterê li pêşiya me wê hebin. Ji bo wê jî divê li her derê em fikir û rêmanên cûda bidin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin. Edî tahamula gelê Kurd ji windakirina sedsaleke din re tune ye.”