Di 2yemîn sedsala dewleta Enqereyê de, faşîzma Îttihat û Terakkiyê ketiye bin lêpirsînê. Lêpirsîn û hesabpirsîneke dereng jî be, giring e. Nexweşiya hişmendiya paşayên Osmanî ya Turk-î Îslam, bi qasî nexweşiya xanedaniya Muawiye û kurê wî Yezîd, qotîk e, iledarî û qirêj e. Cewherê jiyanê û rûmeta mirovahiyê dike armanc.
Di van rojên ku “judenrant” tê nîqaşkirin de, parlamenterê DEM Partiyê George Aslan, bi mebesta salvegera “seyfo”, qirkirina gelê Suryanî û Ermenî, li parlamentoya Enqereyê axaftinek kir. Li Enqereyê çêkirin û danîna peykerê kujer Talat Paşa, yan jî bi navê wî vekirina pasajekê, bi dijwarî şermezar kir. Piştî axaftina George Aslan, Tirkiye, bi rastgir û demokratên xwe ve rabûne ser piyan û linca gotinê dane destpêkirin.
Paşayên Îttîhat û Terakkî jî weke lehengên Şoreşa Fransayê binavkirin. Dema demokratên Tirk behsa paşayên Îttîhat û Terakî dikirin, pirtûkên Shakespeare, Hamlet, Machbet, Othello û Kral Lear hatin bîra min. Weke bêjin, “şûrê jehrî,” destînî-qedera gelan bû. Teva, gotina di Machbet de ku dibêje, “weke bi kuştinê wê xilas bibin” bikar dianîn û digotin;“kirin û çû, derbas bû!”
Lê dîrok, bîr û îtîraza kollektîf e!
Rastiyeke din jî ew bû ku, dema min guhdariya wan dikir; gotina di laweja gelê Suryanî de ku dibêje, “weylik li ser me be” hate bîra min. Gotina “weylik” destpêka “dilojarê” ye, dilojarê jî di bûyêrên drametîk de tê gotin. Wek di Kral Lear de tê gotin; “Bayê dehşetengîz yê nijadperestiyê di zivandin” û cihana Kurd, Suryanî; Ermenî û hemû gelên di sînrorên dewleta Enqerê de kaf û kûn kirin.”
Bi nav, yan jî bêyî navê George Aslan bikarbînin, ew li çarmixê didan. Ez jî dizanin ku dîroka fermî, 100 sal in empozeyî gelan dikin lê weke gomlekê ku pişkokên wê şaş bikin qulpikan; pêsîr bi aliyekî ve diçe, zendik û beden bi aliyekî din ve diçin.
Qirkirina gelê Suryanî tenê li ser kaxezan nîn e. Li ser kevirên avaniyên Midyadê, bi taybetî li ser kevirên diwarê Edliya Midyadê IBBARA jî nivîsî ne. Ji ber berxwedana mezin a Midyad û Hezexê Talat Paşa û Enwer Paşa, Çerkez Ethem jî bi 500 suwarî re, şandin Nisebîn, Midyad û Hezexê. Di neynika dîrokê de tiştek winda nabe. Bi wajîkirinê jî, derew nabe tovê jiyanê.
Li ser qirkirina Suryaniyên li Turabdîn, gelek pirtûk jî hatina nivîsandin. Lê hîna jî rastî eşkere nebûye. Li Midyadê, bi pêşengiya Îsa Zette Çelma avaniya hikumetê IBBARA hate zemtkirin, qeymeqam, fermandarê cendirmeyên seyar û serokên çeteyên Çerkez reviyan. Îsa Zette Çelma deriyê girtîgehê şikand, nêzî 100 girtiyên Suryanî, Ermenî 2 Kurdên ji gundê Selhê ji kuştinê rizgar kirin. (1)
George Aslan, ji bo ku van rastiyan bîne ziman bûye parlamenter. Mecbur e weke agir û giyanê azad tevbigere û bibe nasnameya gelê xwe.
Paşayên Îttîhat û Terakkî, navê komarê bikaranîn. Lê ew bi xwe ne demokrat bûn, ne komarparêz bûn. Lewma gotin û îddîa, xeyalên demokratên Tirkiyê jî, mertalê parastina nijadperestiya Tirk e. Eger em bi gotina Rosa Luxemburgê bêjin; “Miratzedeyên Îttîhat û Terakkî dixwazin, pêvejoya ku Birêz Abdullah Ocalan, ji bo aştî û civaka demokratîk daye destpêkirin jî bêencam bihêlin. Yan jî bi awayekî li gorî xwe bi encam bikin.” Kurdan jî, piştî şerê nîv sedsalê û di çarçoveya paradigmeya Abdullah Ocalan, gramera dîroka rast û diyalektîka sedsalê zevtkirine.
Axaftina George Aslan jî, hişmendiya dîrokî ya berdewamî ye û li qada biryardayina “qirkirin” û “sêdaran”, hesabpirsînê ye. Di dîroka fermî de cîhaneke derewan hatiye avakirin û rêveberên wê jî, bi qasî qabileyeke Efriqa jî demokrat nebûne û li hemberî mefên gelên cude rêz nişan nedane. Di salên 1915 û salên heta1921ê de şerê cîhanê yê yekemîn hebû û merc giranbûn. Lê piştî dewleta Enqereyê hate avakirin jî, bi wê hişmendiyê tevgeriya û weke dewleteke yek kesî hate rêvebirin; Di destpêkê de “ATA” Mustafa Kemal hebû. Piştre, “ŞEF” Îsmet Înonî hebû. Piştre, bû dewleta Menderes ku deriyê dadgehan bi lingê xwe vedikirin. Piştre jî dewlet bû ya generalên artêşa Tirk. Îro jî Komara Tirkiyeyê nîn e, Erdoganland heye!
Em bi du-sê gotina vekin: Hîna di salên 1884-85an de, bi fermanekê, êşîrên Suryaniyan hatin qedexekirin, piştre bi fermana duyemîn hate gotin ku Suryanî nikarin bibin axa. Wê demê, kalikê George Aslan, Arsên girtin û li Amedê darvekirin. Kekê Arsen, Xemrî jî, li Mizizexê ji aliyê Romiyan ve hate kuştin. Di sala 1915an de jî apê bavê George Hapsunê ji aliye çeteyên El Xemsîn û Romiyan ve li Bagokê hate kuştin.
Di vê pêvejoya sê-çar nifşan de, li gundê Georg Aslan Arboyê û li ser eşîra wan ya Rayîtê, bê qutebir komkujî hatin kirin.
Ev kurte çîroka malbata George Aslan û eşîra wan a Rayitê ye. Em hinekî li çîroka Talat Paşa binêrin. Talat Paşa, şagirt-çomeze Ziya Gokalp e. Talap Paşa jî Ziya Gokalp jî, xwedî kesayatekî, giyanekî “ezî” û “ketî” ne. Heta kete “loca” Macedoniya Rîsorta ya girêdayî Masonên Îtalyayê “Obediya”jî, weke katîp û serketîp kar kiriye.
Hin kes û derdor propagandaya Talat Paşa dikin û dixwazin wî weke mirovekî aşiqê mirovahiyê nişan bidin û bejin; ew endamê Tarîqata Bektaşî ye! Ev ne rast e. Di dîroka Bektaşiyan de tu kesî mirovek, mêşek, moriyek nekuştiye. Lê Talat Paşa bûye yek ji qesabê gelan.
Talat Paşa jî di nav de, hemû Paşayan Îttîhat û Terakkî, li devê deriyên konsolosxaneyên dewletên Ewropayê digeriyan û lave dikirin. Di sala 1908an de jî darbeyeke leşkerî kirin. Yanî Talat Paşa û paşayên Îttîhat û Terakkî, pêşengên darbeyên leşkerî yên li Tirkiyeyê ne.
Paşayên Îtîthat û Terakkiyê, xwedî zihniyeta cendereyeke faşîzan in. Ev jî zihniyeta dewşîrmetiya “pençîk”an e. Pençîk, zarokên hatine revandin û kirine leşker in. Ev jî bû bingeha kiryarên çeteyên DAIŞê. Yanê resmê arşîva paşayên Îttihat û Terrakî ev e û tije qirêjî ye!
Bi du-sê hevokan em rastiyeke din bêjin. Paşayên Îttihat û Terakkiyê, tenê li dijî gelên gayrî-muslîm îxanet nekirine. Sê hêzên ku di pêvajoya şerê li dijî hêzên dagirker de, bûne hêza wan û şer kirine, bingeha dewleta Enqereyê avakirine hene. Ji van yek Kurd in, du, Çerkez in, sê komûnîstên bi pêşengiya Mustafa Suphî ji Rusyayê hetine ne. Lê Paşayên Îttihat û Terakkiyê îxanet li van teva kirine.
Ev zihniyeta Talat Paşa û Ziya Gokalp, îro jî li ser kar e. Di pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan, di 27ê Sibatê de, bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” daye dest pê kirin de jî, ev zihniyeta saqit, seqet û kor, kirine pratîkê. Mînaka wê jî operasyonên li dijî Tevgera Azadiya Kurd e, dewam kirina qirkirina siyasî ye! Hin nivîskar, sîstema Îttîhat û Terakkî û mîratzadeyên wan, weke “otokrasî” binav dikin: Na, ev têra nasandina sîstema “pençîk”an nake. Kiryarên îro li Tirkiyeyê- Erdoganland, dîrekt faşizm e, neofaşîzm e.
Aaxftina George Aslan, şiyarkirneke ciddî ye, destnîşankirina “îflas”a, petixandina dîroka fermî ye, veger jî çênabe.
Eger dixwazin Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin û biratiya gelan misoger bikin, divê dev ji jehrîkirina civakan berdin. Peykerê kujerên wek Talat Paşa, General Mustafa Muglali, yan jî Takrîr-î Sukûn, Raporên Şarq Islahatê, nabin bingeha demokrasî û sazkirina biratiya gelan. Nivîskarên weke Erdogan Aydin, ku dibêjin, “komar bû welatê kesên bê kes”, lê nabêjin wan kesên bêkes, bênasname û bêwelat, yanî “pençîk”an çawa tevatûrên dîrokî tune kirine. Belkî komara sed salî rexne kiriye, lê têra rastiyan nake. Axaftina George Aslan jî bal kişandina van tevaturên dîrokê bû.