14 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xwebûna jinan

Bahar Peker

Were ji her kesî re bibe findek, paşê ji tariyê xelas nebe! Ji her kesî re bibe deng, muzîk û helbest biafirîne, paşê tu ker û lal bimînî. Di nîvê sedsala 20an de Rêber Abdullah Ocalan, bi giştî gavên xwebûna kurdan, lê bi taybetî ji bo xwebûna jinê gavan avêtiye

Rastiya heqîqeta jinan û lingê wê yê civakbûnê bi awayekî komî û kolektîf heqîqeta jina ristkar dirêse û pêk tîne.  Hê îro jî li gelek herêmên Rojhilata Navîn jin di bin zext û fişara pergala serdest de dijîn.  Wekî mînak, li Afganistanê, ku di bin serweriya Talîbanê de ye, mafê vekirina şibakê ya jinan hê jî mijara nîqaşê ye.  Rêxistinên wekî DAIŞê, yên hov, armanca wan a sereke bindestkirina jinan e. Êrîşên destpêkê yên DAIŞê bi taybetî li ser jinan bûn.  Nêzî 7-8 hezar jin hatin revandin, di bazaran de hatin firotin, tecawiz li wan hat kirin û hêj aqûbeta gelek jinan ne diyar e, nayê zanîn ka li ku ne. Herwiha Jîna Emînî li Îranê ji aliyê qaşo “polîsên exlaqê” ve, tenê ji ber ku çend biskên porê wê xuya bûn, hat kuştin. Ev yek jî mînakeke din a zelal e.  Bazara li ser bedena jinan polîtîkaya mêran a şerê taybet nîşan dide.  Di heman demê de, di şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê de jî em dibînin ku armanca destpêkê dîsa jin û bedena jinan e.  Revandin û tecawizkirina jinan, piştî kuştina jinan teşhîrkirina bedena wan a tazî, bi zelalî nîşan dide ku pergala mêrperest û şerê wan her gav bedena jinan wekî hedefa yekemîn hildibijêre. Ji kena jinan bigire heta cil û bergên wan, heta çawaniya rêveçûna wan, jin di her warî de bi zext û tengijandinan hatine dorpêçkirin. Jina ku derketiye derveyî pergalê, hatiye naletkirin, şewitandin û recimkirin.

Kevneşopiya ku Şamanan ava kiriye

Em dibînin ku heta roja îro li ser bedena jinan û heta kuştina wan, tev bi destê şamanan û li gor kevneşopiya Satî hatiye kirin. Dûrxistina jinan ji civaka xwezayî û di navenda wê de bicihkirina baweriya xwedavenda Satî, civak xistiye nav qalibên zayendî yên baviksalarî.  Gava vê yekê ya ewil avêtina xwedayan bû.  Vê gava ewil ya şamanan mêr ji jinê qetand, piştî vê jin ji bo mêrî wekî qurbanekî hat dîtin û wekî hebûneke pêwîst hat pejirandin. Em behsa Hindistanê dikin, lê ya rastî ev vegotina mîtolojîk di civakên din de jî mînakên wekî wê hene.  Ne tenê bedena jinan, bi ruh û fikrên xwe jî wekî berdewamiya mêr hatiye pejirandin.  Divê em vê feraseta ku rê ji vê baweriyê re vekiriye rast analîz bikin. Ev feraset, ku jinan dixe nav qalibê koletiyê, îro li her derê dinyayê veguheriye pergalekê û bi awayekî sazîbûyî hebûna xwe didomîne. Her çendî bi demê re hatiye guhertin jî, sererastkirina vê pergala baviksalarî di vê vegotinê de xwedavenda Satî kiriye remza zewaca bextewariyê ya herî demdirêj.  Fikreke wisa hatiye belavkirin ku jin heta mirina xwe neçar e bi hevjînê xwe re girêdayî bimîne.  Li gor vê ferasetê, ji bo jinê, hevjînê wê wekî xwedayekî ku jê re secde bike tê dîtin.  Ya rastî, em ku dibînin, di zimanê Sanskrîtî de peyva “Swamî” ji bo mêr di wateya efendî de ye.  “Patî” jî hem tê wateya mêr, hem jî efendî.  Bi vî awayî kevneşopiya Satî tê wateya ku jin teqez divê bi hevjînê xwe re girêdayî û sadiq bijî û tew dikare ji bo wî bibe qurban jî.  Û ku hevjînê jinê miribe, xwe dispêre fikreke wisa ku divê ew jin ligel hevjînê xwe yê mirî bi agir were şewitandin û jê re bibe qurban.

Kevneşopiya Satî

Ji bo jinekê çendî bi namûs e, nîşana wê ev e; divê gava hevjînê wê dimire, ew jî bi dilxweşî ber bi cenazeyê hevjînê xwe yê ku dişewite bimeşe û bi dildarî xwe biavêje nav agir û bişewite.  Hebûna xwe di nav hebûna yekî din de tunekirin, dibe ku wateya rastiya xwe di nav kevneşopiya Satî de dibîne.  Di dîrokê de ji ber yekê, hewildan û tekoşîna jinan em bidin aliyekî, tê gotin ku ji aliyê Îngilîzan ve dawî li vê kevneşopiyê hatiye anîn.  Dawîlêanîna vê kevneşopiya erjeng, her çendî ne bi tekoşîna jinan, lê wekî ku Îngilîzan bi hêz û kerema xwe ev yek pêk anîne, tê nîşandan.  Halbûkî li hember vê kevneşopiya Satî, tekoşîna jinan ji nedîtî ve hatiye. Ev kevneşop, wekî ku tenê li welatekî paşverû û dûr be, wêdetir xwedî wateyan e.  Çanda Satî tunehesibandina jinan e, jinan ji bo hinekan, nemaze wekî berdewamiya mêr, dîtin û tunekirina jinan e.  Ev rêbaz, ku li ser jinan hatiye ceribandin, di heman demê de li ser gel û civakên mêtingeh jî hatiye pêkanîn.  Bi salan gotina “hebûna min ji hebûna tirk re diyarî be” bi awayekî faşîzane, ev sirûd li ser gelên li Tirkiyeyê hatiye pêkanîn, bi awayekî din kevneşopiyeke Satî bû.  Ango Satî, kevneşopiyeke zêde ji me dûr nîne.  Komeke jinan, ji jiyana xwe, gava li ser perspektîfa Rêber APO ya bi navê “Bîrdoziya Rizgariya Jinê ya Çar Qatî” nîqaş dikirin, vedigotin ku ji çîrokên Satî yên me bihîstibû, hê kûrtir em fêm dikin ku çima pêwîstî dibînin vê çandê biguherînin. Were 15 hezar salan dayîktî bike, ji bo mirovahiyê her tiştê pêwîst bike, dawiyê bikeve rewşa evdekî neçar! Were bibe welatê yekem ku xwedavend jê welidîn, ji bo mirovahiyê her tiştê pêwîst biafirîne, bîne dinyayê û paşê wekî paçekî were bikaranîn û were avêtin koşeyekê! Were hemû xwedayan û giregiran biafirîne û paşê bibe evdê herî bêçare yê her kesî! Were hunera têrkirina hemû mirovan biafirîne, paşê birçî bimîne! Her derê bike xwedî war û stare, paşê starekî te tune be!

Were ji her kesî re bibe findeke ronahiyê, paşê tu ji tariyê xelas nebe! Ji her kesî re bibe deng, muzîk û helbest biafirîne, paşê tu ker û lal bimînî.  Were xweda û xwedavenda yekem biafirîne, ango kolekirina jinê meseleyeke pir dûr û dirêj e. Di nîvê sedsala 20an de Rêber Abdullah Ocalan, bi giştî gavên xwebûna Kurdan, lê bi taybetî ji bo xwebûna jinê gavan avêtiye.  Halbûkî di serdema civaka xwezayî de jin, ku di asta kirdeyê de bû, lê îro ketiye rewşa tiştekî, ango heyberekê û hatiye naletkirin, wekî cadû hatiye dîtin. Ev polîtîka dixwaze li ser bedena jinê, jinê bixe bin hukmê xwe.  Di serdema Neolîtîk de ku jin zana bû, di rista xwedavendê de bû, di roja me ya îro de em dibînin ku jin pênc hezar sal e ji aliyê feraseta mêrê serwer ve bûye kole.  Jinên ku dijîn, di vê yekê de rist û rola Rêber Abdullah Öcalan diyarker e.  Jin ne eşya ye, rêya xwebûnê jê re vekiriye.  Digel van hemû tiştan, li her derê cîhanê jina Kurd tekoşîna azadiyê pêş xistiye û li hember feraseta baviksalarî rêxistinên xwe ava kiriye. Di serê van hemû tiştan de tekoşîna azadiya kurd, ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, û berxwedanên jinan, ku pêş ketine, “Jin Jiyan Azadî” êdî ji duruşmeyekê wêdetir veguheriye felsefeyekê û li hawirdora cîhanê belav bûye.  Duruşmeya “Jin Jiyan Azadî” li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, li hemû cîhanê olan da û hatiye qebûlkirin ku, di Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bûye şoreşek, êdî veguheriye jiyaneke şênber. Di sala 2012an de li Bakurê Sûriyê, ku şoreşa Rojava dest pê kir, ev tenê ne veguherîneke siyasî bû, di heman demê de wekî şoreşa jinê derket ser dika dîrokê.  Di vê pêvajoyê de jina ku li malê hatibû girtin, li cîhê kar ê giştî hatibû dûrxistin, ew teva di navenda şoreşê de hatin bicihkirin. Ev şoreş di ronahiya paradîgmaya li ser felsefeya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan de dirûv girtiye û li ser bingeha wekheviya jinê di jiyana civakî de cihê xwe bigire, pêşî lê vekiriye.  Tekoşîna ku di pêşengiya jina Kurd de pêş dikeve, jina Ereb, Suryan, Durzî, Ermen û Tirkmen jî girtiye nava xwe û veguheriye çandeke mozaîkî.  Ev piştevanî li hember baviksalarî bûye sedem ku rê li ber vejîna hêzeke jinê ya herêmî, ku bi hêza xwe ya cewherî bawer e, veke. Jin ne tenê li kolanên Rojava an jî di şer de, di siyaset û dîplomasiyê de jî bûye kirde.  Di pergala hevserokatiyê de, derbarê temsîlkariya jinê di siyasetê de wekî model tê dîtin.  Di hevdîtinên ku li Şamê didomin de tevlêbûna nûnerên jinan, di nava gelên herêmê û ji bo cîhanê bûye nîşana vîna jinê. Li Rojava, di bingeha tekoşîna bîrdoziya jinê de, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya azadiya jinê radiweste.  Jin divê vê felsefeyê bixwînin, perwerdeyan belav bikin û bidin fêmkirin.  Jin, hem di warê teorîk hem jî di warê pratîkî de ji veguherînê re pêşengî dikin.  Serdema ku Ocalan li Sûriyê bû, têkiliya ku bi jinan re danîbû, îro li Rojava di hafizaya jina tekoşer de xwedî cihêkî girîng e. Rojhilata Navîn di dîrokê de ji bo jinan bûye erdnîgariyeke pir dijwar.  Lêbelê mînaka Rojava nîşan daye ku ev çarenûs dikare were veguherandin, li ser esasê azadiya jinê civakeke nû dikare were avakirin.  Li Rojava, di pêşengiya jinê de, pergala demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî ava bûye, ji hemû cîhanê re bûye hêvî û model.

Xwebûna Jinan

Ji bo jinan, gihaştina xwebûna xwe gihaştina heqîqeta evîn û azadiyê ye.  Di evînê de rêgeza sereke bidestxistin û parastina xwebûnê ye.  Şoreşa jinê û avakirina civaka demokratîk di felsefeya “Jin Jiyan Azadî” de hevdu dibînin û wan deman vedibêjin.  Rêber Abdullah Ocalan pêşengiya banga civaka demokratîk jî dike.  Jinên Kurd, bi tekoşîna jina azad û bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî”, bûne sedem ku ev tekoşîn pêl bi pêl li hemû derên cîhanê belav bibe û di heman demê de pêşengiya banga civaka demokratîk jî dikin.