14 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên PKKyî: Roj jinûve hilat

Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindanan jî bi coş hate pêşwazîkirin. Girtiyên PKKyî yên li zindanan ev kêliya bi coş bi gotina Roj ji Kurdistanê jinûve hilat pênase kirin.

Bandora banga bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Girtiyên PKKyî yên li girtîgehan anîn ziman ku her çend wan dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nebihîstibin jî weşandina dîmen bi coş pêşwazî kirine û vê yekê weke serketineke girîng dibînin.

Girtiyên ji doza PKKê hestên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Îsmet Akin ê li Girtîgeha bi Hejmara 2yemîn a Sîncanê tê ragirtin: “30 sal in di nava partiyê de me. Her tiştên têkildarî jiyanê, fêhmkirinê, azadiyê û kurdîtiya xwe min di nava PKKê de dît. Her ku min PKK nas kir, min ew bi Rêbertî re şênber kir. 26 sal in deng û wêneyê Rêberê gelekî nedihat nîşandan ku ev yek zilm bû. Ev zilm li zindanan hîn jî li hemberî me dewam dike. Qenalên ku em dikarin lê temaşe bikin li pêşiya bihîstina dengê Rêbertî dibin asteng.

Dema ku me wêneyê Rêbertî dît, rastiya ragirtina wî ya 26 salan li zindanê hestê hevrêtiya kêm careke din bi me da hîskirin.”

Girtiyên PKKyî yên li Girtîgeha Duzceyê: “Li gel coşa pêvajoya dîrokî ya ku em di nav de ne, em li ber xwe dikevin û rexnedayina xwe didin ku barê pêvajoyê bi temamî dane ser milê Rêberê xwe. Bi hewldana avakirina civaka demokratîk weke dilsoziya bi bîranîna manewî ya nirxên xwe re em ê heta dawiyê bixebitin.

Bi vê wesîleyê em Rêberê xwe, hemû hevalan û gelê xwe silav dikin, hurmet û minetdariya xwe pêşkêş dikin.”

Girtiyên PKKyî yên li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1ê ya Sîncanê: “Dîrok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne. Ev yek gotina Rêbertî ye. Yên ku bi destûra dîrokê neguherin, dîrok wê bi xwe li gorî xwe biguherîne. Em ê bi pêşengiya Rêberê xwe guherîna rast pêk bînin û li gorî herikîna dîrokê nirxên xurt û bi wesif biafirînin. Gelên Kurdistanê wê bi destketiyeke mezin vê pêvajoyê pêşwazî bikin.

Me nekarî li dîmen temaşe bikin; deng nehate dayin, tenê wêne hate dayin. Sekna bi bawer a Rêbertî û hevalan baweriya me hîn xurt kir. Şer zehmet e, bêyî ku teredût bike me jê re got erê, lê belê aştî jê zehmettir e. Em ê bêteredût tevlî aştiyê bibin.”

Girtiyên jin ên PKKyî yên li Girtîgeha Sîncanê: “Ji ber ku bi rengê dîmen nehate parvekirin me nekarî dengê Rêbertî bibihîzin, lê belê wêneyê Rêberê me li zindanê bi kelecan hate pêşwazîkirin. Govend hate gerandin, tilîlî bilind bû. Her kesî agahî da hev, tevlî vê coşê kir. Hin heval hestewar bûn û giriyan. Dawiya dawî ev hest bi her kesî re peyda bû: Roj careke din li Kurdistanê hilat û em ronî kir.

Em heta dawiyê bi Rêberê xwe re ne. Pêwîstiya têkoşînê çi be em ê hewl bidin bi cih bînin. Me biryardariya têkoşînê di çavên Rêbertî û hevalan de dît; em xwedî heman biryardariyê ne.”