14 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

KCDK-E: Em ê erka xwe bi cih bînin

KCDK-E, destnîşan kir ku ew piştgirî didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û amade ne ku erka dikeve ser milê wan bi cih bînin.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn a azadî û rûmetê îro gihiştiye qonaxeke nû û got: “Banga Rêber Apo ya bi dîmen ji bo gelê me bûye hêvî, cihê kêfxweşiyê û îradeya çareseriyê ya gelê me xurt kiriye. Weke KCDK-E em careke din ji raya giştî re diyar dikin ku em li pişt banga dîrokî ya Rêber Apo ne û em amade ne li ser navê gel û civaka xwe berpirsyariyên xwe bicih bînin.”

KCDK-E, diyar kir ku gelê kurd di tevahiya têkoşîna xwe ya ji bo azadî û rûmetê de, bi dayîna bedelên giran li ber xwe daye, bi îradeya xwe ya cewherî li dijî polîtîkayên zilm û înkarê dîrok nivîsandiye û hêviyên azadiyê zindî hiştiye. KCDK-E got: “Ev qonax encama biryardarî, fedakarî û têkoşîna rêxistinkirî ya gelan e. Rêber Apo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk ji nû ve teyît kiriye, îradeya çareseriya demokratîk û azadiyê bi biryardarî nîşan daye. Ev bang; ne tenê ji bo gelê me û tevgera me, ji bo gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û hemû hêzên demokratîk hatiye kirin. Weke ku Rêber Apo destnîşan kir, aştî û çareserî bi hewldanê yekalî pêk nayê, divê her kes berpirsyariyên dikeve ser milên wan bi cih bîne. Em ê jî ji bo siberoja gelê xwe û tevahiya gelan, erka xwe bi cih bînin.

Weke gelê kurd û dostên me yên li Ewropayê dijîn, em xwedî li banga Rêber Apo ya di 27ê Sibata 2025an de daye destpêkirin derketin û em ê ji niha û pê ve jî hê bi xurtî xwedî lê derkevin. Em dizanin ku pêvajo bi hewldanên yekalî pêk nayê û divê hemû alî berpirsyartiyên xwe bînin cih. Banga me li Dewleta Tirk û hemû saziyên pêwendîdar ew e ku werin ser rêya çareseriyê ya ku Rêber Apo destnîşan kiriye û ji bo aştiyê gavan biavêje. Em bang li gelê xwe yê li her deverê dikin ku bi vî ruhî xwedî li vê têkoşînê derkevin, hevgirtinê mezin bikin û bi xurtî tev li pêvajoyê bibin.”