Wek ku tê zanîn ev demeke pêvajoyek aştî û çareseriyê li bakurê Kurdistanê heye. Ev pêvajoya bi serkêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dimeşe, hêviyek pir mezin di nava hemû kes û aliyan de belav kir. Ne tenê kurd û tirk û gelên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn, li hemû cîhanê jî hêviyek pir mezin belav kir.
Ev pêvajo li hemû cîhanê jî dengek mezin veda. Ne tenê li Tirkiyeyê li gelek welatên cîhanê jî piştgiriyek pir mezin ji bo vê pêvajoyê derkete holê. Dema em bala xwe didinê ku li Tirkiyeyê kesên herî rastgir heta kesên herî çepgir û hemû rêxistin û partiyên siyasî bi awayekî zelal piştgiriyê didin vê pêvajoyê mirov bêguman kêfxweş dibe. Ev piştgirî li hemû cîhanê xwe da der.
Herî dawî li Ewropa bi dehan parlementer û siyasetmedar bi awayekî şênber xwestin piştgirî bidin pêvajoyê û biçin Îmraliyê ji bo serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Ev piştgirî pir giranbuha ye, ji ber ku ev kesên ku di nava vê heyetê de ne, kesên ku bi awayekî wijdanê civaka ewropî temsîl dikin.
Ez vê hewldanê pir dişibînim banga 69 kesên ku xelata Nobelê girtiye û bi nameyekê azadiya rêzdar Abdullah Ocalan xwestin. Wê demê jî min gotibû ku ev bang û piştgirî wijdanê civaka navneteweyî temsîl dike. Û niha jî ji bo vê heyetê heman tiştan dibêjim. Hewldana vê heyetê ne tenê ji bo kesayetekê ye. Ev hewldan ji bo çareseriya pirsgrêka kurd e. Ji bo mafê gelê kurd e.
Ev heyet ji aliyê EFFP (European Forum For Freedom and Peace) – ango Foruma Ewropa ji bo Azadî û Aştiyê ve hat organîzekirin. Heyeta ku ji kesên siyasetmedar, parlementer, nivîskar, rojnameger, parêzer û gelek akademîsyenan pêk tê, bi awayekî fermî di 1ê tîrmehê de li ser parêzerên rêzdar Abdullah Ocalan de serlêdana xwe ya fermî pêk anîn. Herwiha piştî serlêdanê di 2ê tîrmehê de jî bi daxuyaniyek çapemeniyê xwesteka xwe dûbare kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
Tê zanîn ku rêzdar Ocalan jî ji wan re nameyek kurt şandibû û spasdariyên xwe ji bo ked û xebata wan dabû nîşandan. Elbet xebatek pir girîng û bi hêja ye. Lê dibê ev xebat li hemû Ewropa bibe bingeh ji bo kar û xebatên Lobby xurt bibe. Mixabin hîna jî xebatên Lobby li Ewropa pir lawaze. Him hêza me û him derfetên me û him jî kapasîteya me dikare pir zêdetir derxîne holê. Dibê em vê pêvajoyê wek firsendek dîrokî bi kar bînin û li hemû welatên Ewropa dîplomatên lobby ji nava kurdan derxîne.
Ez hertim mînaka cihûyan didim ku bi xebat û karên lobby dikarîbûn destkeftiyên xwe û welatê xwe li hemû cîhanê biparêzin. Mînakek din jî xebatên lobby yê gelê ermenî ye ku hiştiye Komkujiya Ermaniyan li hemû dewletên Ewropa were qebûlkirin. Em dibînin ku carna xebatek lobby dikare gelek guhertinên mezin bi xwere bîne.
Di dawî de carek din ked û xebata vê heyetê bi rêzdarî silav dikim û hêvî dikim ku armanc û xwestekên wan pêk were û dengê wan li hemû cîhanê belav bibe.