12 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd, ereb û suryan li ser banga Ocalan daketin qadan

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên kurd, ereb û suryan, piştgirîya xwe ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan da û kêfxweşiya xwe ji dîtina dîmenên vîdeoyê yên Abdullah Ocalan anîn ziman.

Di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de pêşketinên nû çêbûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya vîdeoyê bangeke dîrokî kir. Piştî ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dîmenên banga dîrokî ya Abdullah Ocalan temaşe kir, pêkhateyên bajarê Tirbespiyê yên kurd, ereb û euryan derketin kolanan û kêfxweşiya xwe bi dîtina dîmenên vîdeoyê yên Abdullah Ocalan nîşan dan. Şêniyan bi karwanekî wesayît li bazara navendî û taxên bajêr geriyan. Beşdaran piştgiriya xwe ya ji bo banga Abdullah Ocalan nîşan da.