Di çarçoveya berdewamiya civîn û diyaloga bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re, şandeyeke siyasî û leşkerî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro gihîştibû Şamê. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê civîna fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re li Şamê des pê kiriye, nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerên hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre jî beşdarî civînê bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 10ê Adara vê salê de di navbera fermnariya Hêzên Sûriya Demokratîk û rayedarên Şamê de peymanek pêk hat. Ji bo şopandina pêkanîna peymanê, di 1ê Hezîrana îsal de, li paytext Şamê, di navbera şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyeke ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de civînek fermî pêk hat.