13 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd li rojhilatê Kurdistanê bi rêxisti in

Rojnameger Omed Barîn anî ziman ku Kurd êdî ne Kurdên berê ne û got: “Kurd li rojhilatê Kurdistanê amade ne û bi her awayî xwe bi rêxistin kirine.”

Di 13yê hezîranê de Îsraîlê êrişî Îranê kir û şerê di navbera Îsraîl û Îranê de 12 rojan berdewam kir. Rageşî hê jî didome. Di vê pêvajoyê de Îsraîlê fuze avêt Girtîgeha Evînê û li gorî agahiyan zêdetirî 70 kesan jiyana xwe ji dest da. Şerê netewdewletan herî zêde bandorê li ser gelên Îranê dike.

Rojnameger Omed Barîn, têkildarî şerê di navbera Îsraîl û Îranê û polîtîkayên Rejîma  Îranê ya li dijî gelan nirxand. Rojnameger Omed Barîn, anî ziman ku tecrûbeya Kurdên rojhilatê Kurdistanê ji  Başûr û Rojavayê Kurdistanê û ji serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ heye.

Rojnameger Omed Barîn ewil êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê û zextên Rejîma Îranê yên li ser Kurdan nirxand û got: “Di daxuyaniya PJAKê de jî tê gotin ku ev şer ne şerê gelan e. Ev şer şerê Komara Îranê û Îsraîlê ye. Komara Îranê li ser esasê ku dijminantiya dewleta Îsraîlê bike hat avakirin. Îranê li dijî Îsraîlê 3 plan danî pêş xwe. Yek jê çêkirina çekên atomîk e. Ya duyemîn avakirina hîlala komara şîî ye. Dixwaze hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dora xwe kom bike û wan di aliyê çekdarî û bîrdozî de perwerde bike. Wekî Hamas, Hîzbûllah û gelek hêzên din bi rêxistin bike. Rêya sêyemîn jî rêya muşekî ye. Yek Hîzbûllah e, yek Hamas e, yek hikûmeta Sûriyeyê ye. Li Iraq û Yemenê hene. Xwedî Mûşek in. Îsraîl û Amarîka li dijî vê yekê hin tedbîr girtin. Dibêjin ku; ‘Me êrîş nekiribûya dê Îranê êrîşî me bikira. Me bergirî kiriye.’ Piştî 7ê Cotmeha 2023yan artêşên wekî Hamas, Hîzbûllah û Hûsîyan hatin lewazkirin. Îsraîlê bi êrişa 12yê Hezîranê xwest çekên atomîk yên Îranê lewaz bike û binax bike. Ev şer dê bidome.”

Ev şerê netewdewletê ye

Omed Barîn li ser bandora şer a li ser gel û berteka gel a li dijî şer jî rawestiya û got: “Di rastiyê de gelên Îranê şer naxwazin. Gelê Kurd, Fars, Belûc şer naxwaze. Naxwazin hêzên li derveyî Îranê mudaxaleyî hikûmetê bikin. Dixwazin gel bi hêza xwe guhertinê çêke û hikûmeteke alternatif ava bike. Dibêjin ev şerê netewdewletê ye.

Îran hebûna Îsraîlê qebûl nake

Omed Barîn li ser armanca êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê jî rawestiya û got: “Mesele Îran dixwaze Îsraîlê ji pêşiya xwe rake. Îran hebûna dewleta Îsraîlê qebûl nake. Di êrişan de muşek (fuze) tune bibin jî dê Îran mûşekên nû çêke. Ji ber vê yekê divê hikûmeta niha ya Îranê hilweşe û li şûna wê hikûmeteke nû bê ku têkiliya wê û Îsraîlê baş bû. Gel dixwaze hikûmet bê guhertin û wekî Kurd, Ereb, Belûc di vê pêvajoyê de tiştekî bi dest bixin.”

Kurd bi hêz in

Rojnameger Omed Barîn da zanîn ku dewleta Îranê dewleteke mozaîk e û ev agahî parve kir: “Kurd, Belûc, Fars, Ereb, Tirk, Tirkmen, Lor, Lek û gelek rengên din hene. Li vir Kurd bi hêz in. Partiya me ya wekî PJAK heye. PJAK li her derê Kurdistanê heye. Li Îranê bi taybet Kurd û hinek jî Beluç hinek amadekariya wan hene. PJAK li gel her şertî amadekarî kiriye. Li gel her geşedanê Kurd ne wekî berê ne. Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd li rojhilatê Kurdistanê amade ne. Kurd xwedî tecrûbe ne.”

Omed Barîn li ser êrişên li dijî girtîgehan jî rawestiya û got: “Hefteyek berê Îsraîlê êrişî zindana Evînê kir. Çima êriş kir. Zindana Evînê zindaneke gelek mezin e. Gelek girtiyên siyasî yên wekî Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî di vê zindanê de girtî ne.  Li gorî hin kesan casûsekî Îsraîlî li vê zindanê ye. Îranê ew girtiye û Îsraîlê xwestiye wî bikuje. Lê rastiya wê ne têkûz e. Em rastiya wê nizanîn. Ew 70 kesên li Zindana Evînê hatine kuştin kî ne em nizanin. Leşker in, polîs in, an jî girtiyên siyasî ne, em nizanin. Li wir kesên hatine kuştin kî ne em nizanin. Dibe ku li zindanê nexweşxane jî hebe.”

Omed Barîn li ser girtîgehên din jî rawestiya û got: “Li girtîgehên Îranê nêzî hezar girtiyên siyasî û gelek xwendekar hene. Niha li girtîgehan rewş nebaş e. Niha zêdetirî hezar kes hatine girtin. Sûcê wan ne diyar e. Lê her kes dizane li Iraqê ne. Em nizanin ku wan sûc kiriye yan an.”

Dê bandorê li ser hemû rojhilatê Kurdistanê bike 

Omed Barîn li ser polîtîkayên dewleta Îranê jî rawestiya û got: “Piştî êrîşa Îsraîlê, dibe ku Îran fikirîbe ku Kurd serhildanê pêş bixin. Tê gotin ku 400 Kurd li rojhilatê Kurdistanê û zêdetirî hezar kes li tevahiya Îranê hatine girtin. Metirsiyeke gelek mezin li ser siberoja gelê Kurd yê rojhilat heye. Eger îro li bakurê Kurdistanê pêvajoya aştiyê pêş bikeve, dê bandorê li ser Îranê jî bike. Eger aştiyek di navbera gelê Kurd û Tirk de çêbibe, dê bandora xwe li ser rojhilatê Kurdistanê jî bike. Eger pêvajoya aştiyê li Bakur bi ser bikeve dê her tişt li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî pêş bikeve. Ev pêvajoya aştiyê ku li Bakur pêş dikeve dê bandorê li ser hemû Rojhilata Navîn bike. Geşedanên li Tirkiyeyê me jî pir eleqeder dike. Hevîyeke gelek mezin li cem me heye.”