Derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî de bi sedema ku di 23yê kanûna 2024an de li sînorê Pirsûs-Kobanê li ser rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê Dewleta Tirk ve hatin kuştin axivîbû, lêpirsîn hat destpêkirin.
Ceyhan Şahînlî bi hinceta “muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan, meş û civînê” wê îfadeyê bide Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Rihayê.
Bi hinceta heman daxuyaniyê, der barê hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz û rêveberê Rêxistina Rihayê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bekir Benek de jî lêpirsîn hat destpêkirin.