9 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Îmraliyê: Îradeya ji bo domandina pêvajoyê didome

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi serokkomar Tayyîp Erdogan re daxuyanî da û got: “Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome." 

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li Kulliyeyê bi Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Hevdîtin nêzî saetekê domiya. Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û serokwekîlê Giştî yê AKPê Efkan Ala jî tev li hevdîtinê bûn.

Şandeyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya ji hêla Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê parve kirî wiha ye:

“Kedkarên çapemeniyê yên hêja; Endamên Şandeya Îmraliyê yên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, îro li Beştepeyê bi birêz serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Şandeya me, nêrîn û pêşniyarên xwe yên têkildarî qonaxa nû ya pêvajoyê û tiştên ji vir û şûnde dê bên kirin, parve kir. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome.”