6 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê ji bo Vedat Aydin kom bûn

Dayikên Şemiyê kujerên Vedat Aydin ê ji aliyê dewletê ve bi îşkenceyê hat kuştin, pirsîn û xwestin ku dawî li bêcezatiya di dosyayê de were anîn.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine qetilkirin û windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasarayê tên ba hev. Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya hezar û 58 lidar xistin.

Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin li Qada Galatasarayê kom bûn, vê hefteyê kujerên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin pirsîn ku 5ê tîrmeha 1991an hat kuştin.

Gelek aktîvîstên mafên mirovan û ji hevserokatiya Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn tev li daxuyaniyê bûn.