6 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partî: Kesên ku bixwazin dikarin merasîma şopandina çekberdanê bişopînin

DEM Partî got, “Tê payîn ku di rojên pêş de di çarçoveya biryarên Kongreya PKK’ê de komek li Herêma Kurdistanê hin gavan bavêjin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê bernameya tê payîn li başûrê Kurdistanê di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de were meşandin de ev agahî da: “Mîna ku hûn jî dizanin, em rojên girîng û dîrokî ku di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de tê wateya qonaxeke nû dijîn. Di vê çarçoveyê de tê çaverêkirin ku komek endamên PKKê li gorî biryarên kongreyê di çalakiyekê de li nava xaka hikûmeta herêma Kurdistanê pêngavan biavêjin.

Partiya me ku ji destpêka pêvajoyê û vir hewl dide roleke çêker bilîze, hejmareke kêm nivîskarên quncikan (15-20 kesên ku bi kotayê hatine diyarkirin) vexwendine dîtina vê çalakiyê. Nivîskarên hatine vexwendin wê li gel nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên ji aliyê partiya me ve hatine organîzekirin, bibin Herêma Kurdistanê.”

Di dawiyê de DEM Partî, diyar kir ku rojnamegerên ku dixwazin çalakiyê bişopînin, divê nav, agahiyên saziyê, wêneya karta çapemeniyê, telefon û navnîşana e-maila xwe ji DEM Partiyê re bişînin û got ku ev agahî dê ji bo akredîtasyonê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re were parvekirin. Hat ragihandin ku dîroka çalakiyê û hûrguliyên organîzesyona rêxistinê dê paşê werin ragihandin.