6 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 33 salan bi coş hat pêşwazîkirin

Çetîn Arkaş ê ku piştî 33 salan hat berdan hat Amedê. Heval û hagirên Çetîn Arkaş bi sloganên “Bijî Berxwedana Zindanan” û kulîlkan wî pêşwazî kirin.

Çetîn Arkaş di sala 1992yan de hat girtin û cezaya muebbetê lê hat birîn. Piştî cezayê Çetîn Arkaş qediya, Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê 8 caran cezayê wî bi hinceta “rewşa nebaş” taloq kir. Herî dawî Çetîn Arkaş ji girtîgehê derket û hat Amedê.

Çetîn Arkaş, piştî 33 salan di girtîgehê de ma di 2yê tîrmehê de li girtîgeha Marmara (Sîlîvrî) serbest hat berdan û hat Amedê. Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di bernameya pêşwazîkirinê de endam û rêveberên DBP, DEM Partî, TJA, Dayikên Aştiyê, saziyên civakî û gelek welatî amade bûn.

Dayikên Aştiyê bi kulîlkan Çetîn Arkaş pêşwazî kirin. Girseyê di pêşwazîkirinê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan û Berxwedan Jiyan e” berz kirin. Piştî pêşwazîkirinê Çetîn Arkaş bi konvoyek dirêj birin mala birayên wî ya kolana 75an.