6 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê hikûmeta Talîbanê nas kir

Rûsyayê Mirnişîna Îslamî ya ji aliyê Talîbanê ve hat damezrandin silav kir. Çînê jî ev biryara Rûsyayê bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Moskowayê roja înê Mîrnişîna Îslamî ya di sala 2021an de ji aliyê Talîbana dubare vegeriya ser desthilatdariyê ve hat damezirandin, nas kir. Çînê jî biryara Rûsyayê bi kêfxweşî pêşwazî kir ku Rûsya yekem dewlet e hikûmeta Talîbanê ya nû nas dike.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning soza “birêvebirina polîtayeke dostane” da gelê Afganistanê û got: “Çîn a ku hevalbendê Afganistanê yê berê ye, tim hizra wê yekê dikir ku Afganistanê di nava civaka navneteweyî de neyê biçûkxistin.”

Rejîma Talîbanê ya beriya niha jî (1996-2001) bes ji aliyê Erebistana Siûdî, Pakistan û Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereban ve hatibû naskirin.

Vê carê Çîn jî di nav de gelek welatên weke Pakistanê balyozên Mîrnişîna Îslamî li paytextên xwe qebûl kirin, lê belê ew bi awayekî fermî nas nekirin.