Li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê li girtiyên di qawişên C-9, C-13, C-16, C-33 û C-21ê dimînin bi hinceta çalakiya “dengderxistinê”, ji bo mehekê cezayê qedexeya hevdîtinê hat dayin. Di 18ê adarê de dema 3 girtî ji revîrê diçûn qawişan, ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin. Li ser vê yekê, girtiyan çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Hate diyarkirin ku piştî vê bûyerê îdareya girtîgehê cezayê qedexeya hevdîtinê da girtiyan.
Malbatên ku ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê, bi bihîstina biryara qedexeyê re bertek nîşan dan.