4 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Karasû: Sozên hatin dayîn hîn pêk nehatine

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû beşdarî Medya Haberê bû û diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li rêveçûna pêvajoyê dike, lawaz dike û got: "Soza ku Devlet Bahçelî da, mafê hêviyê, rakirina tecrîdê, tevlîbûna Rêbertî bi rengekî çalak li vê pêvajoyê hîn pêk nehatiye."

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû di serî de pêngava Aştî û Civaka Demokratîk, bûyerên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji Medya Haber TV re nirxand. Hevpeyvîna bi Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:

Salvegera çalakiya Zeynep Kinaci ya li Dersimê ye. Eger em ji îro ve li mijarê binihêrin, wate û encama çalakiyê çi ye?

Şehîd Zîlan, şehîd Gulan, şehîd Sema û şehîd Helmet ên di vê mehê de şehîd ketin bi hurmet û minet bi bîr tînim. Şêx Seîd û hevalên wî jî yên di vê mehê de şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha hevalê Fûat ê ku salvegera şehadeta wî ye bi minet û hurmet bi bîr tînim. Wateya hevalê Fûat ji bo me bi rastî jî mezin e. Hevalê Fûat hevalê destpêkê yê Apoyî yê Rêber Apo ye. Hevalê ku tevlî civîna li Bendava Çûbûkê bû bû. Ji wê rojê heta kêliya şehîd bikeve, Rêber Apo, xeta wî, têkoşîna wî şopand, hewlda xeta Rêber Apo bi rengê herî baş bixe pratîkê, ji bo vê kete nava hewldana herî mezin. Hevrêyekî, hevalekî me yê bi vî rengî bû. Cihê hevalê Fûat ê di nava vê têkoşînê de gelekî zêde ye, keda wî gelekî zêde ye, tevkariyên wî gelekî zêde ne. Dixwazim vê yekê destnîşan bikim. Tevgera me ji destpêkê ve tevgereke îdeolojîk bû, tevgereke fikrî bû, bû tevgereke felsefî. Destpêkê li vê qadê têkoşîna bi bandor a azadiyê meşand. Eger PKKê zêdeyî 50 salan têkoşîna serketî meşandibe, sedema vê nêzîkatiya îdeolojîk a Rêber Apo, nêzîkatiya wî ya felsefî bû. Ev tevger her tim ji aliyê îdeolojîk, felsefî û teorî xwedî kir, xeta wê ya îdeolojîk û teorîk rast destnîşan kir têkoşîn gihîşt vê astê. Di vê de jî piştevanê wî yê herî mezin hevalê Fûat bû. Hevalê Fûat bi rastî jî ji me hemûyan bêhtir Rêber Apo fêhm dikir, ji bo xeta Rêber Apo di nava partiyê de şênber bibe dixebitî, ji bo fikir, teorî û îdeolojiya Rêber Apo ji aliyê gel û kadroyan ve bê fêhmkirin kedeke mezin da. Timî dinivîsand, diaxivî, bi vî rengî jî kedeke mezin da. Hevalekî me bû ku timî hildiberand. Di rêveçûna têkoşîna me ya li ser xeta Rêbertî de karê hevalê Fûat ê îdeolojîk û perwerdeyê xwedî pareke gelekî girîng e. Di perwerdekirina ciwanan, şervanan de bi rastî jî kedeke mezin da. Di civînên girîng ên rêxistinê de bi nirxandinên xwe xeta Rêber Apo, di konferans, kongreyên me de diyar kir. Di civînên me yên rêveberiyê de jî di mijara meşandina xeta Rêbertî de, di mijara fêhmkirin û bicihanîna rast a xeta Rêbertî de bi rastî jî keda xwe gelekî zêde ye. Divê mirov bi vî rengî hevalê Fûat zanibin. Ji xwe Rêber Apo ji bo hevalê Fûat digot, ‘Min ji min bêhtir fêhm dikir’. Ev gelekî girîng e, vê yekê Rêber Apo bi xwe dibêje. Bi rastî jî kûrbûneke xwe ya bi vî rengî hebû. Kûrbûna wî ya li ser Rêbertî gelekî zêde bû. Ji xwe bi dehan, bi sedan carî dersa rastiya Rêbertî da. Ji bo Rêbertî bi rengê herî baş bê fêhmkirin kete nava hewldanan. Ji ber ku ev yek her tim dîtiye; heta ku Rêbertî baş neyê fêhmkirin ev têkoşîn nikare rast bê meşandin, nikare bi bandor bê meşandin. Ev yek kir, di vê mijarê de gelekî hewl da. Sedema bingehîn ku Rêber Apo got, ‘Min ji min bêhtir fêhm dike’ ew e ku hevalê Fûat entelektuelek bû, rewşenbîrek bû. Gelekî wêje, roman dixwend, felsefe dixwend, sosyolojî, dîrok dixwend. Bi vî rengî gelekî zêde dixwend. Felsefevanên ku cîhana fikrî ya Rojhilata Navîn afirandin, teolog û oldar jî dixwend. Ez bi xwe şahid im, Elî Şerîatî gelek caran xwend, Sureverdî xwend. Ebûzer xwend, nîşan da ku Ebûzer ew aliyê civakî û komunal ê Îslamiyetê çawa xwend û da xwendin. Hz. Mûhammed fikrê destpêkê yê Îslamiyetê danî holê, lê belê dibe ku yê bi rengê herî rast xist pratîkê Ebûzer bû, bi sekna xwe, bi jiyana xwe, bi kesayetiya xwe. Mijarên bi vî rengî ji bo hevalê Fûat girîng bûn. Hevalê Fûat weke oryantalîstan, modernîstan li Rojhilata Navîn nedinihêrî. Hewl dida Rojhilata Navîn ji Rojhilata Navîn fêhm bike, bi analîzkirina dîroka Rojhilata Navîn hewl dida fêhm bike. Lewma hevalê Fûat bû ew heval ku herî zêde Rêber Apo fêhm kir. Ji ber vê danheviya xwe. Ji niha û pê ve jî ev fikir û danheviyên hevalê Fûat, dersên wî yên li ser Rêbertî û dîroka partiyê bi rastî jî ji bo fêhmkirina partiyê, Rêbertî gelekî girîng e. Yên ku dixwazin partiyê, Rêbertî fêhm bikin, bêguman beriya her tiştî divê Rêbertî bixwînin, fêhm bikin, lê belê li gel vê yekê divê hevalê Fûat bixwînin û fêhm bikin. Ji ber ku Rêber Apo li zindanê bû, hin nirxandinên xwe şand, nivîs şand. Bi sînor bû yanî. Lê belê ji bo vegotin û fêhmkirina wan bêguman danheviya hevalê Fûat girîng bû. Divê em hemû hevalê Fûat rast fêhm bikin û bidin fêhmkirin. Em bi xwe jî divê vê yekê bikin.

Bêguman rastiya şehîd Zîlan ji bo me girîng e. Ji ber vê yekê girîng e; Şehîd Zîlan ji xwe di nameya xwe de nîşan da ku xwedî nêrîneke çawa ya têkildarî Rêbertî ye, xwedî nêrîneke çawa ya li azadiyê ye, xwedî dilxwaziyeke çawa ya têkoşînê ye. Ev gelekî girîng e. Dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re gelekî kûr bû, wateya Rêbertî ya ji bo vê têkoşînê jî gelekî baş fêhm kiribû. Bi çalakiya fedaî ya vê hevalê re pîvanên me yên fedaîtiyê bilind bûn. Belê, fedaîtî ji destpêkê ve bi me re heye. Dikarim vê bibêjim; gotinên destpêkê yên Rêber Apo fedaîtiyê nîşan dide, sekneke bi fedaîtî nîşan dide. Di wê demê de avêtina gaveke bi wî rengî pêwîstiya xwe bi wêrekiyeke mezin didît. Apoyî tevgereke bi vî rengî ye, berxwedana zindanê, berxwedana 14ê Tîrmehê, şehadetên wê berxwedanê bêguman di nava PKKê de, di nava tevgera Apoyî de fedaîtî bilind kirin. Hevrê Zîlan jî helwesteke welê nîşan da ku ev pîvan hîn bêhtir bilind kir. Lewma rola hevrê Zîlan a di bilindkirin û berfirehkirina pîvanên fedaîtiyê de rola xwe gelekî girîng e, hem jî di gavavêtina di asta pêngavî de ya xeta azadiya jinê de xwedî roleke girîng bû. Ji xwe Rêber Apo bi şehadeta Zîlan re xeta azadiyê ya jinê hîn bêhtir kûr kir, ji bo vê têkoşîna jinan hîn bi wate bike bêhtir giranî da ser nirxandinên li ser azadiya jinê, kete nava nêzîkatiyeke bi vî rengî. Bi vî rengî em hevrê Zîlan bi minet û hurmet bi bîr tînin.

Bêguman şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî heye ku di vê demê de em bi bîr tînin, hatin darvekirin. Darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî di dîroka Kurdan de trajediyeke gelekî mezin e. Bi taybetî gotinên Şêx Seîd û hevalên wî yên li sêdarê hîn jî di guhê me hemûyan de ye. Bi welatparêziyeke mezin, bi wêrekî û îradeyeke mezin li sêdarê li hemberî mêtingeran, li hemberî yên ku dixwazin Kurdan tine bikin lawaziyeke gelekî biçûk nîşan nedan. Ev gelekî girîng e. Dema ku Şêx Seîd û hevalên wî hatin nirxandin, dema ku ew hatin biwatekirin divê bi taybetî ev sekna wan ti carî neyê jibîrkirin, divê bê nirxandin. Şêx Seîd û hevalên wî nerazîbûnek li hemberî parçekirina Kurdistanê ya bi Lozanê re pêk hat û helwestek li hemberî înkarê bû. Amadekariyeke têrker, rêxistiniyeke têrker tine bû, di wê mijarê de kêmasî hebûn. Her wiha polîtîkayên dewletê jî hebûn ku bû sedem, ev nerazîbûn zû bikeve nava liv û tevgerê. Lê belê îtirazek bû, qebûlkirin, redkiribû. Ev hêja ye. Bêguman kêmasiyên xwe hene, yên wê berxwedanê. Ji xwe me çima têkoşîna 50 salî bi rengekî rast meşand? Me hem xwe spart rewşa erênî ya dîroka Kurdan, me xwe spart ev helwest û sekna wan a bi îrade, ew jî ji bo me nirxên girîng bûn, lê belê li aliyê din jî me kêmasiyên di dîroka Kurdan de nirxand zêdeyî 50 salan me têkoşîneke mezin meşand. Rêber Apo di sala 1972an de ku hîn di girtîgehê de bû li ser wê yekê fikirî û kûr bû ku Denîz, Mahîr çima zû hatin qetilkirin, darvekirin, şehîdxistin. Û ev yek got; ‘Divê têkoşîneke welê bimeşînim ku careke din ev tevgerên şoreşgerî, ev sekna şoreşgerî zû tasfiye nebe’. Ev gelekî girîng e. Lewma berxwedana Şêx Seîd û hevalên wî ji bo me hem nirxekî gelekî mezin e, hem tecrûbeyeke mezin e, bi dîtina van tecrûbeyan em digihêjin rastiyê. Eger em ji dîrokê tecrûbeyê bi dest nexin, kêmasiyên di dîroka xwe de bi rengekî rast nenirxînin wê demê em ê nikaribin têkoşîneke serketî bimeşînin. Lewma Rêber Apo ji destpêkê ve, ji destpêka dîroka Kurdistanê destpê dike, rewşa neyînî ya di dîroka Kurdan de nirxandiye. Bi taybetî piştî înkarê, ji ber ku 200 salên dawî bi siyaseta înkarê derbas bû. Siyaseteke tinekirinê hate meşandin. Gelekî girîng e ku ev yek bê nirxandin. Di vir de hem em ê dijmin binirxînin hem jî em ê xwe binirxînin. PKKê di gava destpêkê de kêmasiyên Kurdan nirxand, bi vî rengî xwe xurt kir û li dijî mêtingerî, qirkeriyê têkoşîna xwe ya xurt meşand. Lewma têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî, nirxên ku afirandin, sekn û helwesta wan di têkoşîna me ya ji niha û pê ve de wê hêzê bide me, wê me bi ser bixîne. Ev yek danheviya me ya dîrokî ye, tecrûbeya me ya dîrokî ye.

Di 2ê Tîrmeha 1993an de li Sêwasê li Otela Madimakê 33 demokrat ji aliyê paşverûyan ve hatin qetilkirin. Di salvegera vê komkujiyê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Rewşenbîr, hunermend, şoreşger, demokratên di 2ê Tîrmehê de li Sêwasê hatin qetilkirin bi minet û hurmet bi bîr tînim. Ev komkujî yek ji rojên herî bi êş ê dîroka Tirkiyeyê ye. Bi saxî hatin şewitandin. Ev yek rastiya siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Nîşan dide bê pirsgirêkeke çawa ye. Ev mirov çima hatin qetilkirin? Dema ku hatin qetilkirin 1993 bû. Di demekê de ku têkoşîna me bi pêş ve diçû, li hemberî mêtingerî qirkeriyê têkoşîn dimeşand, li dijî vê sîstema antî demokratîk a li dijî azadiyê têkoşîn dimeşand, komkujî hate kirin. Di vê demê de ciwanên Kurd û Tirk ên Elewî bi xurtî tevlî têkoşîna me dibûn. Eleqeya civaka Êzidî ya ji bo tevgera me zêde dibû. Kontrgerîla, dewlet ev rastî dît, ji bo civaka Elewî, bi taybetî jî civaka Elewî ya Kurd ji têkoşîna me dûr bixîne ev komkujî pêk anî. Divê em vê komkujiyê bi vî rengî fêhm bikin. Ji bo vê jî zemîna herî guncaw Sêwas bû. Li Sêwasê rageşiyeke Elewî-Sûnî hebû, bêbaweriya dîrokî ya ji ber vê yekê, pêşhikumî hebûn. Heta 16-17 saliya xwe ez li wir mam. Dibe ku her roj ji ber Otela Madimakê derbas dibûm. Yanî bi rastiya Sêwasê zanim. Çawa ji nişka ve li hev kom dibin û mirovan dişewitînin? Divê mirov li ser vê yekê rawestin. Ev yek rastiyeke civakî ye, siyasî ye. Eger ev neyê guhertin; hîn ji xwe bi temamî neguherî ye, sibe tiştên bi vî rengî dikare careke din rû bide. Heta ku Tirkiye bi rengekî tam demokratîk nebe, heta ku demokrasî û azadî pêk neyê komkujiyên bi vî rengî her tim dikarin biqewimin. Ji bo ev nebe, divê mirov tevlî nava têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê bibin. Ya ku Elewiyan ji rewşeke bi vî rengî rizgar bike, bigihîne azadiya baweriyê têkoşîna demokrasiyê ye, têkoşîna demokratîk a rêxistinbûyî ye, tevlîbûna li nava vê têkoşînê ye. Ji bo Elewiyan di vê serdemê de îbadeta herî mezin tevlîbûna li têkoşîna demokrasiyê ye. Beriya her tiştî Elewî hemû, canên me yên Elewî divê bi vê zanibin. Lewma divê em dersan ji sala 1993’an werbigirin.

Bêguman di vê demê de Şîna Mûharrem heye. Elewî rojiya 12 rojan a Yasi Mûharrem digirin. Jê re rojiya Mûharrem dibêjin. Elewiyan di vê mehê de her tim ev rojî digirtin. Dawiyê jî bi Aşûreyê re bûyera Kerbelayê bi bîr dianîn. Li mala me jî her tim rojiya Mûharremê hate girtin. Ez ji nava kevneşopiyeke welê têm. Malbat û derdor ji aliyê baweriyê ve xurt bû, di wê mijarê de malbateke bi bawerî bû. Lewma wê çandê baş zanin. Bêguman bûyera Kerbela û helwesta li hemberî Kerbela bûyereke ku bandorê li sekn, fikir û pratîka Elewiyan dike. Eger îro di têkoşîna demokrasiyê de Elewî xwedî meylekê bin, meyla xwe li ser têkoşîna demokrasiyê hebe ev yek ji ber wê ye ku nerazîbûna xwe ya li hemberî zilma Kerbelayê gelekî zindî hiştin, encama parastina nerazîbûna xwe ya li hemberî neheqiyê ye.

Bi vê wesîleyê dixwazim balê bikişînim ser vê xusûsê. Me nekarî baş bişopînin, çend roj berê hevala Besê jî nirxand. Analîzên Rêber Apo yên têkildarî nêzîkatiya Îttîhat Terrakî ya li hemberî Elewiyan hebû. Hinekan ev analîz ji rastiya wê derxist û nerazîbûn nîşan dan. Ev nêzîkatî rast nîne. Rêber Apo û tevgera me tevkariya herî mezin li têkoşîna baweriyê ya Elewiyan kiriye. Di vê mijarê de bêyî ku li benda tiştekî bimîne tevkarî kiriye. Ji ber ku em tevgera hemû bindestan e, tevgera hemû mirovan e ku pêwîstiya xwe bi demokrasî û azadiyê heye.

Bêguman hewl hatiye dayin ku Elewîtî ji rêya wê bê derxistin, ji cewhera xwe ya otantîk bê dûrxistin. Bi taybetî li Tirkiyeyê gotin, koka xwe digihêje Asya Navîn, koka xwe Tirk e Elewîtî. Teoriya vê çêkirin. Ez ji zarokatiya xwe zanim. Belê kalkê min gelekî dilsozê baweriya Elewîtiyê bû, te serê wî jê bikira dest ji baweriya xwe bernedida. Lê belê hinekî bi bandor bûbû. Teoriyên bi vî rengî hebû ku digotin, ‘Em ji Xorasanê hatine, Tirkê rast em in’. Her kes bi vê zane. Belê nêzîkatiyên welê hene ku Elewîtiyê ji cewhera wê ya otantîk dûr dixîne. Belê, Elewîtî beriya 200 salî bi cewhera xwe ya otantîk dijiya. Kîjan êrîş li dijî Elewîtiyê hatibe kirin di nava van 200 salan de hatine kirin. Hewl hate dayin ku Elewîtî bê asîmîlekirin, guhertin, di nava Sûnîtiyê de bê helandin, yan jî di qirkirina Kurdan de weke paçekî nixumandinê bê bikaranîn. Ev rastî ne. Bi dîtina min derdorên Elewî, dost û saziyên Elewî divê guh nedin berevajîkirinên bi vî rengî. Pratîka 50 salî ya têkoşîna me heye, nirxên xwe hene, nirxên xwe hene, gotinên xwe hene. Hîn jî gotinên em dibêjin hene. Bêguman divê vê yekê li ber çavan bigirin.

Bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin ji meha Cotmehê ve dem bi dem bê kirin jî tecrîd hîn dewam dike. Têkoşîna li hemberî vê jî dewam dike. Eleqeya ji bo kampanya ‘Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim’ gelekî zêde ye. Eleqe her roj zêde dibe. Hûn têkoşîna heyî û eleqeya ji bo vê kampanyayê çawa dinirxînin?

Tecrîda li ser Rêber Apo hîn jî dewam dike. Divê em vê bibêjin, ji xwe em dibêjin. Belê, weke berê nîne, hin hevdîtin çêbûn. Hin heval jî çûn Îmraliyê, lê belê ev têrê nakin. Ji ber vê yekê tecrîd dewam dike. Ya rast 26 sal in dewam dike. Ji ber ku di nava 10 salên dawî de tecrîd gelekî giran bû, niha piştî ku hinek hevdîtin bû weke ku normalbûyînek çêbûye, tecrîd bi dawî bûye tê dîtin. Tiştekî welê nîne. Hîn jî parêzer nikarin biçin, malbat dema ku dixwazin nikarin biçin. Ev yek eşkere ye. Malbatên girtiyên din ên li zindanan 15 rojan carekê diçin, parêzer diçin. Di cejnan de diçin hevdîtina vekirî. Belê herî dawî hevdîtina vekirî hate kirin. Lê belê hîn tecrîd nehatiye rakirin. Li aliyê din Rêber Apo 1’ê Cotmehê bersiv da banga Devlet Bahçelî înîsiyatîfek wergirt, înîsiyatîfek danî holê. Ev pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye, pirsgirêka Kurd e. Niha pirsgirêkeke ewçend bingehîn heye, lê belê muxatabê vê pirsgirêka bingehîn ku dewletê bi xwe jî qebûl kiriye hîn tecrîdkirî ye. Nikare bi siyasetmedaran re hevdîtinê bike. Eger wê çareseriyek pêk were, bi ratî jî Tirkiye bigihêje xwişk-biratiya Kurd û Tirkan wê demê divê pêşî li Rêber Apo bê vekirin, derfet bêne afirandin ku karibe bi rola xwe rabe. Girîngiya vê yekê tê dîtin. Bi taybetî li qada navneteweyî tê dîtin, tê xwestin ku hevdîtin bi Rêbertî re bê kirin. Belê, gelek dixwaze. Di demeke nêz de wê bên Tirkiyeyê û bixwazin hevdîtinê bi Rêbertî re bikin. Ev yek wê hîn zêde bibe. Li Tirkiyeyê jî ji xwe hinek hene ku dixwazin hevdîtinê bikin. Rojnamevan, siyasetmedar dixwazin hevdîtinê bikin. Gelek mirov dixwazin hevdîtinê bikin. Dixwazin fêhm bikin bê fikrên Rêber Apo çi ne, dixwazin yekser jê hîn bibin, nîqaş bikin, pirsên xwe bikin, bersivên xwe werbigirin. Lê belê rewşeke bi vî rengî hîn jî nîne. Hîn jî pêşî li hevdîtina bi Rêbertî re nehatiye vekirin. Belê ev hewldan girîng e, em girîng dibînin. Lê belê bi taybetî li Tirkiyeyê hêzên çep, demokrat divê hîn bêhtir bikevin nava hewldanan. Divê ew hîn bêhtir bixwazin hevdîtinê bi Rêbertî re bikin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd pêwendiya xwe bi paşeroja Tirkiyeyê re heye. Pirsgirêka Kurd pêwendiya xwe bi demokratîkbûn, azadîbûna Tirkiyeyê re heye. Paşeroja çep û demokratan wê çi be, ew jî bi vê pirsgirêkê ve girêdayî ye. Ev eşkere ye. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin zexta li ser çepgiran, demokratan wê dewam bike. Niha zexta ku li Tirkiyeyê giliyê wê tê kirin, ya ku vê atmosferê diafirîne çi ye? Çima ev atmosfer hîn bi vî rengî ye, çima li Tirkiyeyê neguherî ye? Bersiva vê neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Divê her kes bi vê zanibe û li gorî vê nêzîk bibe. Ji bilî vê gotinên azadî, demokrasiyê, sosyalîst xapandina xwe ye. Lewma di wê baweriyê de me ku divê bi taybetî dosyalîst, rewşenbîr daxwaza ji bo hevdîtina bi Rêbertî re zêde bikin.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kir. We jî weke tevger kongreya xwe pêk anîn û bersiv dan. Lê belê hîn jî sîstema Îmraliyê nehatiye belavkirin. Gelo bandora vê yekê li pêvajoya aştî û civaka demokratîk çi ye?

Bêguman pirseke girîng e. Destpêka vê pêvajoyê çi bû? Banga Devlet Bahçelî bû. Got, ‘Bila were li Koma DEM’ê biaxive, rêxistina xwe fesix bike, têkoşîna çekdarî bi dawî bike’. Bi wî rengî got. Û piştre jî got, ‘Bila ji mafê hêviyê sûdê werbigire’. Ev gotina Devlet Bahçelî ye. Banga Devlet Bahçelî ji aliyê Rêbertî ve bi cih hate anîn. Lê belê soza ku Devlet Bahçelî da, mafê hêviyê, rakirina tecrîdê, tevlîbûna Rêbertî bi rengekî çalak li vê pêvajoyê hîn pêk nehatiye. Ji ber vê yekê, pêvajoya aştî û civaka demokratîk, yan jî dewleta Tirk dibêje xwişk û biratiya Kurd û Tirkan zêde nikare bi pêş ve biçe. Ev bi vî rengî nabe. Eger pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke cidî ye, eger Devlet Bahçelî ev pirsgirêk gelekî cidî dît û bangeke welê kir, mijareke ewqasî cidî be wê demê divê bi rengekî cidî nêzîk bibin, gavên pêwîst biavêjin. Ev rewşa Rêber Apo bi rastî jî bandorê li rêveçûna pêvajoyê dike, lawaz dike. Her wiha dibe sedem ku gelek derdor nikaribe bi têrkerî pêvajoyê fêhm bike. Halbûkî her kes, hem em hem jî dewletê, her kes ji bo ev pêvajo rast bê fêhmkirin divê hewl bide. Rêya vê çi ye? Pêkanîna azadiya Rêber Apo ye. Bicihanîna mafê hêviyê ye. Afirandina derfetên azad ên kar ji bo Rêber Apo ye. Ev eşkere ye. Bêguman bandorê li pêvajoya civaka demokratîk dike. Divê ev yek bi vî rengî bê dîtin û di vê mijarê de eger vê pêvajoyê girîng dibînin, cidî dibînin wê demê divê pêwîstiyên wê bi cih bînin.

Têkildarî pêvajoya heyî hûn dikarin bi me re çi parve bikin? Hûn nêzîkatiya desthilatariyê çawa dibînin?

Têkildarî asta pêvajoyê; qal tê kirin ‘gelo xitimî ye, nexistimî ye’? Nîqaşên bi vî rengî hene. Em nabêjin xitimî ye. Em dixwazin pêşî lê vebe, bi pêş ve biçe. Lê belê ya ku dibe sedema rûdana nîqaşên ‘xitimî ye’ rewşek heye. Ya ku ev afirandiye jî nêzîkatiya desthilatdariyê ye. Teqez nêzîkatiya me nîne. Di nêzîkatiya me de tiştekî ku vê pêvajoyê paşve dixîne nîne. Lê belê karakterekî vê pêvajoyê heye, diyalektîka wê heye, pêwîstiyên wê hene. Nikare bê gotin, ‘Em ê tiştekî nekin, yan jî wê weke berê be’. Eger tê xwestin pirsgirêkeke ewqasî mezin bê çareserkirin, divê mejî, serî, polîtîka bê guhertin, nêzîkatî bê guhertin. Nêzîkatî, gotineke nû divê hebe. Em bi rastî jî niha di nava desthilatdariyê de vê nabînin. Belê, eger hîn jî tê gotin, pêvajo nexitimî ye, DEM Partiyê daxuyaniyên bi vî rengî da, sedema wê nêzîkatiya Rêbertî ye. Rêbertî dixwaze vê pêvajoyê bimeşîne. Lê belê hewldan, nêt û keda Rêbertî jî heta cihekî ye. Ji xwe wan bi xwe negotin, ‘Bi baskekî nafire’. Me pêwîstiyên wê bi cih anîn. Me kongreya xwe kom kir, rêxistin hate fesixkirin, dawî li têkoşîna çekdarî hate anîn. Weke ku hevala Besê got, ma hûn hîn çi dixwazin? Çek hate danîn an nehate danîn? Li cîhanê tiştekî bi vî rengî heye? Te kîjan qanûn derxist, kîjan garantî daye? Nêzîkatiyeke bi vî rengî li cîhanê nîne. Ji xwe Rêber Apo ji bo pêşî li pêvajoyê veke nêzîkatiyeke ku li devereke din a cîhanê nîne, hîn ji destpêkê ve danî holê. Got, ‘Em têkoşîna çekdarî bi dawî dikin’. Got, ‘Em rêxistinê fesix dikin’. Di nava pratîkên şer û çareseriyê yên li cîhanê de tiştekî bi vî rengî nîne. Ev yek helwest, înîsiyatîfeke Rêber Apo ye ku afirîner e û ji bo pêşîvekirina li pêvajoyê ye. Wê demê divê niha dewleta Tirk ya pêwîst bike. Di rojên destpêkê de hinek li hin televîzyonan diaxivîn. Belê digotin, piştî fesixkirina PKK’ê, bidawîkirina têkoşîna çekdarî divê qanûn bêne amadekirin, ev ê bên çawa siyasetê bikin, wê çawa tevlî siyasetê bibin, wê çi bi têkoşerên çekdarî bê? Digotin, ‘Divê dewlet di vê mijarê de gavê biavêje’. Ez tînim bîra wan ên ku ev yek digotin. Bi vî rengî nabe; were dest ji çekan berde. Wê çi bibe? Dixwaze bibêje bibe êm li guran re. Tiştekî bi vî rengî nabe. Mirov e, mirov xwedî parastinekê ye, dixwaze hebûna xwe biparêze. Lewma bi nîqaşên welê xumamîkirina pêvajoyê, jehrkirina pêvajoyê dijberiya li pêvajoyê ye. Wê demê diyar e ku naxwaze. Em ê vê yekê bi vî rengî fêhm bikin. Ji ber vê yekê divê her kes bi rengekî rast nêzîk bibe, di nava helwesteke rast de be.

Bi rastî jî tiştekî tê kirin nîne. Hem nîne hem jî di ser de ji me dixwazin. Baş e, DEM Partiyê hevdîtinek bi Wezareta Edaletê re kir. Li wir li ser çi hate axaftin? Bi ihtimaleke mezin rewşa girtiyên nexweş hatiye axaftin, welê ye. Divê welê be. Rewşeke lezgîn e. Her wiha girtiyên ku înfaza wan hatiye rawestandin heye. Ma tiştekî bi vî rengî dibe? Li derveyî hiqûqê ye. Mehkeme ji xwe hatibû kirin, ev mehkemeya duyemîn îca çi ye? Ev mehkemeya duyemîn e. Ma tiştekî bi vî rengî dibe? Ji xwe cezayê ku lê birîne qedandiye. Ji xwe dema ku hate darizandin jî ji pîvana ‘rewşa baş’ ceza kêm nekirine, tiştekî welê jî nîne. Tiştekî bi vî rengî nabe. Ev yek jinûve darizandin e, divê bê redkirin. Li cîhanê tiştekî bi vî rengî nîne. Ev helwesteke siyasî ye. Li deverên din ên cîhanê, li girtîgehan rewş heye; herhal tiştekî bi vî rengî heye ‘Eger bikeve nava civakê wê zerarê bide, wê bikuje?’ Ev ne tiştekî welê ye. Ev fikir e.

Niha tê gotin, wê bi Erdogan re jî hevdîtin bê kirin. Em timî dixwazin bi xweşbînî nêzîk bibin. Nêzîkatiya me ji bo teşwîqkirinê ye. Naxwe li hole tiştek nîne. Lê belê em teşwîq dikin. Eger hevdîtineke bi wî rengî bê kirin, erênî ye. Em dixwazin ew rewşa erênî pêk were. Tê gotin, wê di demeke nêz de bi Rêbertî re jî hevdîtinek bê kirin. Lê belê di halê hazir de gavên ku bibin sedema xweşbîniyê nîne. Bêguman em dixwazin vê pêvajoyê bibin heta dawiyê, bibin heta encamê, em piştgiriyê didin. Di vê mijarê de di helwest û nêzîkatiya me de ti kêmasî nîne. Em zelal in. Lê belê yê ku pêwîstiyên wê bi cih nîne, hikumet e.

Heman piştî banga Rêber Abdullah Ocalan we agirbest ragihand. Hûn vê agirbestê 4 meh in dewam dikin. Lê belê artêşa Tirk çekên kîmyewî jî di nav de gelek çekên qedexekirî bi kar tîne û êrîşî gerîla dike. HPG’ê li ser mijarê çend roj berê daxuyaniyeke girîng û berfireh da. Divê mirov israra desthilatdariyê ya di êrîşên leşkerî de çawa fêhm bikin?

Em çawa fêhm bikin? Ma tiştekî bi vî rengî dibe? Agirbest bûye. Banga Devlet Bahçelî bûye. Rêber Apo bi erênî nêzîkî wê bû. Ji ber ku banga ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî bû, tevgerê beriya kongreyê agirbest ragihand. Ti çalakiyê nake, plana ti çalakiyê nake. Niha kongre bû, biryara fesixkirinê hate dayin, biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî hate dayin, li gel vê yekê jî meşandina vê êrîşê bi rengekî eşkere provokasyon e. Bi vî rengî dibe? Kî vê qebûl dike? Kîjan rayedarê hikumetê qebûl dike, yan jî rayedarê dewletê qebûl dike, yan jî siyasetmedarek qebûl dike? Tiştekî bi vî rengî dibe? Bêguman mirovên li wê derê wê xwe biparêzin. Tu diçe kuştinê. Tu gazê kîmyewî diavêje, çekên qedexekirî bi kar tîne. Ev bi rastî jî rewşeke gelekî cidî ye. Em ê vê bi vî rengî binirxînin. Di nava dewletê de beşek dixwaze vê pêvajoyê xera bike. Wateya vê ev e. Tu çima êrîşî wan mirovan dike? Ti çalakî nîne, hewldaneke çalakiyê nîne. Ev rewşeke cidî ye. Bêguman tiştên bi vî rengî di nava civakê de dibe sedema fikaran, di nava her kesî de dibe sedema fikaran. Belê, em dibêjin beşek di nava dewletê de li dijî pêvajoyê ye, dixwaze sabote bike, wê demê divê dewlet jî, hikumeta ku vê pêvajoyê dimeşîne jî divê dest li vê yekê werde. Divê li vê temaşe neke. Gotina min ev e.

Fikarên derdorên dost ên têkildarî desthilatdariyê dewam dikin. Gelo fikarên bi vî rengî digihêjin we jî? Kîjan polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê dibin sedem ku ev fikar ji holê ranebin? Her wiha, bilêvkirina fikarê bi tena serê xwe helwesteke têrker e?

Ji aliyê civakê ve, ji aliyê dostan ve gelek tişt hene ku bibin sedema fikaran. Lewma em nikarin bibêjin, çima dikevin nava fikaran. Girtiyên nexweş nayên berdan, ji mirinê re hatine hiştin. Hîn jî mirov têne girtin, bi ser muxalîfan ve diçe, rojnamevan têne girtin. Li gel ku me gavên girîng avêtin, tiştekî gelekî girîng e, bidawîkirina têkoşîna çekdarî, fesixkirina PKK’ê gelekî girîng e. Li gel vê yekê dema ku dewlet, hikumet gavê neavêje, bê guman ev dibe sedema fikaran. Di nava gel de, di nava dostan de fikar rû didin. Em van fikaran fêhm dikin. Lê belê nêzîkatiya tenê bi fikaran têrê nake. Belê, dostên me gelê me dikarin bi vî rengî bifikirin, bi fikar bin. Lê belê ya girîng xwedîderketina li vê pêvajoyê, têkoşîna ji bo serxistina vê pêvajoyê ye. Divê ev bê kirin. Liv û tevgera bi fikaran wê pêşî li têkoşînê bigire, wê li pêşiya hewldanê bibe asteng, wê li pêşiya tevlîbûna bi coş bibe asteng. Divê em bi coş tevlî vê pêvajoyê bibin. Divê em bi kelecan tevlî bibin, bi rêxistin bikin, têkoşîna çalak bimeşînin, zexteke civakî li ser dewlet û hikumetê biafirînin. Wezîfe ev e. Gotina bi vî rengî têrê nake; belê em rexne bikin, em rexne dikin, me jî rexne kir; nêzîkatiya çima nake, çima dewlet nake şaş e, kêm e. Em ê têkoşînê bimeşînin. Em ê têkoşîna demokratîk, rêxistinbûnê biafirînin, em ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk li nava tevahiya civakê belav bikin, veguherînin zexteke civakî, em ê berfireh bikin. Bi vî rengî em ê wezîfeya xwe pêk bînin. Ji ber ku ev ne tiştekî welê ye ku tenê hikumet bike. Eger civak xwedî lê dernekeve, siyaseta demokratîk xwedî lê dernekeve, hêzên sosyalîst xwedî lê dernekevin, hêzeke bi vî rengî ya civakî nebe li pişt pêvajoyeke bi vî rengî dewlet, desthilatdarî dikare vê mijarê ji bo xwe bike amûrek. Berê bû. Lewma tenê bilêvkirina fikaran bi rastî jî kêm e. Hemû beşên civakê, jin, ciwan, Elewî, karker, kedkar, sosyalîst, ekolojîst, hemû beşên cuda yên civakî divê bêne birêxistinkirin, xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk derkevin û zextê li hikumet û dewletê bikin. Demokrasî bi vî rengî bi pêş dikeve. Demokrasî encama rageşiyekê ye. Yanî bi têkoşîn û daxwaza civakê, bi birêxistin û çalakîkirina daxwazên civakê ev yek dibe. Rêber Apo got, ‘Zimanê demokrasiyê çalakî ye’. Mebest ji çalakiyê çalakiya çekdarî nîne. Çalakiya demokratîk e. Gelek rê û rêbazên çalakiyên demokratîk hene. Dema ku ev bibe, em ê karibin bibêjin têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin, xwedî li vê pêvajoyê derdikevin. Ya din, nêzîkatiyeke rast nîne. Ya din, nêzîkatiyeke demokratîk nîne. Demokrat li bendê nasekine, demokrat xwe bi rêxistin dikin, dikevin nava liv û tevgerê, dixwazin û hewl didin biguherînin. Hewl didin qanûnan biguherînin. Lewma em bang li her kesî dikin ku li dora banga aştî û civaka demokratîk xwe bi rêxistin bikin û têkoşînek bi vî rengî bimeşînin.

Operasyonên binçavkirinê yên desthilatdariyê yên li hemberî CHP’ê bê navber dewam dikin. Her wiha tayînkirina qeyûman li ser CHP’ê jî êdî bûye mijara nîqaşê. Bi belavkirina polîtîkayên zextê li Tirkiyeyê demokratîkbûn çiqasî dikare bibe?

Pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Demokratîkbûn jî pirsgirêkek têkoşînê ye. Weke min got, tenê bi bendemayina ji dewlet û desthilatdariyê nabe. Bêguman zehmet e ku mirov wateyê bidin van hewldanên hikumetê. Yanî ji aliyê banga aştî û civaka demokratîk ve dibêjim. Ji ber ku li her devera cîhanê, di pêvajoyên şer-çareseriyê de desthilatdar, hikumet, yên muxatab hewl didin piştgiriya civakî xurtir bikin, hewl didin piştgiriya siyasî zêdetir bikin. Bi vî rengî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Ev pîvanekî giştî ye. Her kes vê dixwaze. Ya ku AKP jî MHP jî divê bike ew e ku rewşeke welê biafirîne ku CHP jî di nav de hemû derdorên muxalîf piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Bi van girtinan re wê piştgiriyê sabote dikin. Rewşeke welê derdixîne holê ku li pêşiya piştevaniyê dibe asteng. Helwesteke berevajî bi xwe re tîne. Bêguman ev helwesta berevajî bi xwe re bandoreke berevajî jî tîne. Muxalîf bi xwe jî dibêjin, ewqasî êriş hene, kiryarên antî demokratîk hene, wê çawa çareserî pêk were. Hûn dikarin ji vê yekê re bibêjin neheq e? Lewma bi rastî jî helwest û nêzîkatiyeke rast nîne. Vediguhere helwest û nêzîkatiyeke welê ku samîmiyeta pêvajoyê jî dike mijara nîqaşê. Di vê mijarê de dixwazim vê bibêjim.

Hin derdorên muxalîf dema ku êrîşa AKP’ê ya li ser CHP’ê rexne dikin, dibêjin ‘Li rojhilat demokrasî, li rojava faşîzm nabe’. Demokrasî hat Kurdistanê? Bi redkirina çareseriya pirsgirêka Kurd demokrasî dikare bê Tirkiyeyê?

Hevala Besê jî bersiv da vê mijarê. Got, li Tirkiyeyê wê zext, faşîzm hebe, li Kurdistanê demokrasî nabe. Welê ye. Eger demokrasî wê pêk were divê hem ji Kurdistanê hem jî ji Tirkiyeyê re be. Li cihekî faşîzm hebe li her cihî heye. Lê belê di vir de hin gotin, bi rastî jî nayên fêhmkirin. Bi vî rengî nabe. Tu yê bibêje qey pirsgirêka Kurd çareser bûye, demokrasî hatiye Kurdistanê, Kurdistan bûye gul û gulistan, li Tirkiyeyê tiştekî erênî nîne. Ma li Kurdistanê rewşeke bi vî rengî heye? Bi deh hezaran girtî hene. Etnîsîteyeke Kurd heye? Heye. Her wiha etnîsîteya Tirk heye. Baş e, Kurd dikarin çi bi kar bînin, kîjan mafên wan heye? Dikare zimanê xwe bi kar bîne, çanda xwe bi kar bîne, rêveberiya xwe heye? Tiştek nîne. Weke ku Kurdan her tişt bi dest xistine ku perwerdeya zimanê dayikê ya Tirkiyeyê kêm bûye, asteng bûye, mafên xwe yên neteweyî kêm bûne, dibêjî qey zext li Tirkan tê kirin. Kurdan kîjan maf bi dest xistine? Kîjan mafên bingehîn li ser bingeha hiqûqî hatiye rûniştandin. Yên li wan guhdarî bikin, wê bibêje qey li Kurdistanê her tişt gul û gulistan e, her tişt hatiye dayin ku zilm li Tirkan tê kirin. Hew maye bibêje li Tirkiyeyê perwerdeya bi zimanê dayikê nîne, çanda xwe nîne, nikare xwe bi rê ve bibe. Divê vê yekê zanibin. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin demokrasî û azadî nayê Tirkiyeyê. Eger li Tirkiyeyê tiştek hebe ku hûn giliyê wê dike ji aliyê demokrasî û azadiyê ve, sedema wê hebûna pirsgirêka Kurd e, hebûna pirsgirêka Elewî ye. Heta ku ev herdu pirsgirêkên bingehîn çareser nebin, wê çawa demokrasî, azadî bê Tirkiyeyê? Lewma eger ji dil bin, bi rastî jî demokrat bin, alîgirê azadiyê bin divê bi vê diyalektîkê zanibin. Çi pirsgirêka wan hebe, çavkaniya wê neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Lewma ew gotinên erzan û propagandayê, civaka Tirkiyeyê jî provoke dike. Ev yek ji aliyekî ve tê wateya dijberiya li Kurdan. Divê xwe ji vê yekê vegirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belgeyên girîng şand kongreya we. Di hejmara dawî ya Serxwebûnê de bi raya giştî re hate parvekirin. Bêguman gelek derdor dixwînin, hewl didin fêhm bikin. Li gel piştgiriyê her wiha hinekan bi şêweyên cûda şîrove kirin û nerazîbûn nîşan dan. Der barê vê rewşê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Kûrbûnên Rêber Apo pir pir girîng in. Bi rastî jî li zindanê, hinekî bi nirxandina zindanan; di dîrokê de bi vî rengî bûye; yên ku li zindanê mane zindan weke qada kûrbûna fikrî, kûrbûna îdeolojîk, teorîk û kesayetî dîtine. Di dîrokê de mînaka herî mezin a vê yekê bi rastî jî Rêber Apo ye. Divê bi vî rengî bê gotin. Di dîrokê de mînakên xwe yên cuda jî hene, lê belê yê herî balkêş Rêber Apo ye. Rêber Apo kûrbûnên xwe yên 10 salên dawî di vê pêvajoyê de ragihand. Şert û mercên tê de ne kêm e, di nava wan şert û mercên kêm de kûrbûnên xwe yên 10 salên dawî dixwaze ji gelê Kurd, gelê Tirk, gelên cîhanê re ragihîne. Bi taybetî ev nirxandinên wî yên dawî, piştre Rêbertî lê zêde jî kiriye; esasê xwe nêrîneke felsefî ya Rêbertî heye. Rêbertî bi nêrîneke nû ya felsefî cîhanê dinirxîne, bûyeran dinirxîne, sosyalîzmê dinirxîne, demokrasiyê dinirxîne, têkoşînê dinirxîne. Nêrîneke felsefî ye. Ev girîng e. Dema ku me nû dest bi têkoşîna sosyalîzmê kir, me pîvanên destpêkê yên felsefeyê xwend, piştre me pîvanên bingehîn ên felsefeyê xwend. Me materyalîzma dîrokî xwend. Pirtûka Diyalektîka Xwezayê ya Engels hebû. Bi vî rengî nêrîneke felsefî derkete holê. Bêguman di kêmasiyên reel sosyalîzmê de kêmasiyên vê nêrîna felsefîk jî heye. Rêbertî ew jî nirxand. Ji aliyê felsefîk ve kêmasiyên materyalîzmê nirxand. Kêmasiyên reel sosyalîzmê ji wê jî tê. Lewma Rêbertî ji bo van kêmasiyan li ser bingeha felsefî sererast bike xwedî kûrbûneke girîng a felsefî heye. Di vê mijarê de nirxandinên xwe yên girîng hene. Rêber Apo dibêje qanûnên xwezayê hene lê belê qanûnên qada civakî weke qanûnên xwezayî qanûn nîne. Dibêje meyl hene. Ev yek nêzîkatiyeke girîng a felsefî ye.

Di vî alî de, divê her kes nirxandinên Rêbertiyê bixwîne û nîqaş bike. Hewce bike dikare rexne bike û kêmaniyên wê hebin divê bibêje. Divê alî de pirsgirêk tine ye. Piştî samîmî û niyet baş be dikare kêmaniyê bibîne, dikare temam bike. Yanî divê rast nêzîk bibin. Min van mijaran di bernameyan de gelek caran anî ziman. Tişta ku Marx dibêje û 150 sal şûnde heman tiştên wî dubare kirin ne girêdana bi Marx re ye. 150 sal berê zanista fîzîkî di çi astê de bû û niha di çi astê de ye? Zanista civakî, zanista sosyal berê di çi astê de bûn niha di çi astê de ne? Yanî jiyaneke girîng a hatiye jiyîn heye. Rêber Apo vana li ber çavan digire, hin nirxandinên Marx rexne dike. Nirxandinên Lenîn rexne dike. Divê mirov vana fêm bike. Rêber Apo ji ber rêz nîşanî keda wan dide, vê yekê dike. Ji bo sosyalîzma rast û sosyalîzma encamgir derxe holê vê yekê dike. Ez dikarim vê yekê bibêjim. Bi rastî jî îro li cîhanê yê ku kûr, berfireh, rast, vegirtî û dijkapîtal Rêber Apo ye. Di dîrokê de civaknasê herî kûr û berfireh e. Yanî sosyalîst e. Ev wisa ye, Em wisa dibînin. Belê dibe ku bixwînin û rexne bikin, lê divê erzan nêzîk nebin. Divê nêzîkatiyên propagandayî çênebin. Divê bê nîqaşkirin û nirxandin. Rêbertî ji bo her kesî di nava lêhûrbûnê de ye. Lêhûrbûnên ku divê hin kes bikin, dîsa Rêber Apo kiriye. Divê ewilî em vê yekê fêm bikin. Nêzîkatiya Rêber Apo ya di mijarên sosyalîzma nû û têkoşînê de wisa ye. Belê berê nebesî, kêmanî hebûn û têgihîştin ewqasî tine bûn.?

Di dema me de pirtûka Engels “Koka Dewletê, Milkiyeta Taybet û Malbat” hebû. Ya Morgan li ser civaka kevnar nivîsandibû hebû. Niha gelek xebatên arkeolojîk hatine kirin. Ya dawî lêkolîna Girê Miraza û hwd. Bixwazî nexwazî ev lêkolîn nêrîna li ser dîrokê diguherîne û wê biguherîne jî. Divê mirov bi vî awayî fam bike. Di felsefe û nêzîkatiya Rêber Apo ya li dijî kapîtalîzm, dewletê û dîktatoriyê de têkoşîna kêm û wan qebûl dike, tine ye. Berovajî vê Rêber Apo rûyê wan ê rast derxist holê û pêşiya têkoşîneke bi bandortir vedike. Rastiya wan bi awayekî vekirî radixe ber çavan. Di vî alî de rexneya Rêber Apo di cih de ye. Rast e, Marx li dijî kapîtalîzmê bû lê kapîtalîzmê bi berfirehî nenirxandiye. Dî vî alî de divê mirov heqê Rêber Apo teslîmî wî bike. Ez careke din bibêjim, yanî heqê her tiştî dide wan. Neheqiyê ne li Engels, ne li Marx, ne li Mûsa, ne li Muhammed û li tu kesî nake. Dibêjin, heqê Sezar teslîmî wî bikin. Di Rêbertiyê de exlaq û wîjdaneke wisa heye. Lê ramaneke rexnegirî û felsefeya rexneya rast heye. Ev yek di Rêbertiyê de pir xurt e. Di Rêbertiyê de pîvanên qebûlkirin-redkirinê hene. Ew her tiştî qebûl nake. Tiştê ne rast wek rast qebûl nake. Red dike. Di vî warî de, ez bi taybetî bang li çepgir û sosyalîstan dikim ku Rêbertiyê rasttir fam bikin, heq bidinê û rexneyên xwe ne propagandayî an hestyarî, di aliyê çêker de bikin. Belê, ew dikarin beşên ku nabînin an fêm nakin rexne bikin. Em derbarê vê yekê de tiştekî nabêjin. Tu pirsgirêka me bi kesên ku nîqaş dikin re tineye. Lê divê nêzîkatiyên bi zanebûnî, bi meqset û qestî nebin.

Li hemberî xeletiyê bi hêrs e. Ew hêrs Rêbertî kir şoreşgerekî mezin. Ew hêrs me kir şoreşgerên mezin. Vê yekê me xist nava têkoşîna 50 salan. Hêrsa me mezin e. Li dijî kêmasiyê, xeletiyê. Berî her tiştî, hersê ma li dijî me mezin e. Ger em kêmasiyên xwe rast nekin em ê çawa dijmin tine bikin? Em ê çawa dijmin têk bibin? Di vî warî de dibêjin, “Rêbertî nizanim kîjan dîroka Kurd? rexne kir, nizanim Kurdan rexne kir.” Erê, ew rexne dike, rexne dike. Her roj me jî rexne dike. Ev karakterê Rêber Apo ye. Ew kêmasiyê qebûl nake, ew xeletiyan qebûl nake. Ew bi kêmasiyê re najî. Ew bi xeletiyan re najî. Ew naxwaze ku Kurd bi vê re bijîn. Ji ber vê yekê wî niha Kurdên xweşik derxistiye holê. Kurdên ku derketiye holê, gelê herî xweşik ê cîhanê ye. Belê, hîn jî kêmasî û nebesî hene. Hîn jî hevkar hene. Di civaka Kurd de hîn jî ji rastiya Kurdistanê qutbûn heye. Lê rastiya Kurd, Kurdistanî, rastiya jinên Kurd ku ev 50 sal in hatiye afirandin, li ser van rexneyan hatiye avakirin.

Welleh mêrên Kurd dema ku cara yekem rexne li wan hat kirin pir aciz bûn. Em jî ne di wê rewşa ku pêşî têkoşîna azadiya jinan qebûl bikin û xwe li ser vê bingehê biguherînin de bûn. Bi rexneya û zoriya Rêbertiyê em ketin vê xetê. Ger ku Kurd niha têdikoşin, ger ciwanên me hîn bêtir fedaî bin, ger welatparêziyek mezin hebe, ger Kurd li Rojava, Rojhilat û li her derê di bin bandora ramanên Rêber Apo de têdikoşin; ev bi rexnekirina kêmasiyan çêbûye. Bi rexnekirina nebesiyan çêbûye. Ger rabin vê yekê vwguherînin demegojiyê… Me di 50 salan de kîjan nirxên Kurd hatine afirandin? Çi derketiye holê? Ger ev têkoşîn nebûya wê kîjan hebûya? Gava mirov diaxive, divê şerm bike.

Ta ji Hûrî, Gûtî, Medan heta niha, hemû erêniyên dîroka Kurdan derxist holê û Kurdan afirand. Hîn jî gelek tişt hene ku nehatine eşkerekirin. Ew dîrokeke paqij dide Kurdan. Rêber Apo dibêje: “Ez hewl didim ku aqilê Kurdan biafirînim.” Ev pir girîng e. Berê, aqilê Kurdan her tim xizmeta kesên din dikir. Berjewendiyên xwe nedidît, xizmeta xwe nedikir.

Rêbertî niha aqlê Kurdên ku wê xizmeta xwe bike – bê guman, dema ku xizmeta xwe dike ne neteweperest an teng e – û ne tenê ji bo xwe, di heman demê de xizmeta hemû gel, hemû mirovahiyê jî bike, diafirîne. Ne gelê Kurd ê ku dijberiya hev û dijmintiya hev dike. Hewlmdide aqlê Kurdê ku hem xwe mezin bike û hem jî derdora xwe mezin bike, biafirîne. Divê hemû Kurd hewl bidin ku vê aqlê Kurd fam bikin. Bila hewl bidin ku fêr bibin. Di vî warî de, divê em bi rastî rexneyên hin derdorên Kurd qet cidî negirin. Ew bêwate ne. Tu li ser çi diaxivî, ma çi te heye?

Bi rastî jî hevalan dît, ji min re şandin. Ev Alî Kemal Ozcan li ser kanalek YouTube hevpeyvînek kiribû. Li wir rexneyê li me dike. Yanî me wekî ku li pêşiya pêvajoya çareseriyê ya Rêbertiyê asteng in nîşan dide. Ji bo di nava civakê de şaşfêmkirinek çênebe vê yekê dibêjim. Min got, divê her kes bizanibe ku Rêber Apo ne dixapîne û ne jî tê xapandin. Divê her kes vê rastiyê bizanibe. Yanî, ew ne Rêbertiyek xapînok e, ew ne Rêbertiyek dixapîne. Min ev di pirsa xwe de vekirî got.

Alî Kemal Ozcan dibêje: “Min Karasû guhdar kir. Derket holê ku Rêbertiya me dixapînin.” Ma şîroveyek ewqas berovajî dibe? Ma nirxandineke ewqas berovajî dibe? Tu profesorê hiqûqa destûrî yî. Tu lêkolîn û vekolînê dikî. Te gelek xwendiye. Ma tu her tiştê ku dixwînî bi vî awayî fam dikî? Ma tu tiştê ku guhdarî dikî bi vî awayî fam dikî? Min digot, “Ev Rêbertî nayê xapandin.” Ew Rêbertî ye. Tu rabû ser xwe û got, “Karasû dibêje, Rêbertiya me dixapînin.” Ev asta te nîşan dide.

Bê guman ez naxwazim bi ser vê de biçim, ez naxwazim bikevim nav wê. Bi rastî… Ma wisa dibe? Li ser hevalên din jî derew û tiştên bêbinî dibêje. Wer xuyaye ku li dijî me pêşdaraziyek heye. Di hişê wî de pêşdaraziyek heye. Jixwe li gorî wî, ev rêxistin bi her awayî li dijî Apo ye… Ji ber ku pêşdaraziyek wisa hatiye afirandin, dema ku me guh dike, berovajî fam dike. Divê dev ji vê nêzîkatiyê berde.

Başe, tişta ku ew dibêjin em nirxandinê dikin ma ne ev e? Rast e an xelet e… Lê bi rastî jî kesên ku tiştan ewqasî berovajî dikin ne li gorî wan e. Yanî wî jî gotiye.

Mîna hin mejiyên xerabe dibêjin, ez beşdarî kongreyê nebûme, nizanim çi qewimiye. Ev jî rabûye… “Karasû beşdarî kongreyê nebû, hêvî dikim ku ew bi tendurist be.” Jixwe bê mejiyê te çawa ye eşkere ye. Mejiyê te jî mîna wan mejiyên xerabe bixebite. Çawa ku ew mejiyên xerabe dijminên Apo û PKK’ê ne, bi vî rengî dinirxînin. Hûn jî di nava nêzîkatiyek wisa de ne. Li ser vê mijarê vê dibêjim. Bê guman we pirsî ku Kurd, rewşenbîr, yên ku rast fam dikin divê li dijî wan helwesteke çawa bigirin. Divê tu kes meydanê vala nebîne û ewqas erzan neaxive. Ma nêzîkatiyên ewqas erzan dibe? Nizanim, ez beşdarî kongreyê nebûm, ez meraq dikim gelo tenduristiya wî li cih e? Ez hêvî dikim ku ew li cîhê xwe be… Ez vê jî bêjim, Kemal Ozcan mirovekî balkêş e, lê bi rastî tiştan pir serûbin dike, raya giştî pir dixapîne, hewl dide ku di raya giştî de têgihiştinek neyînî li ser me biafirîne… Li Tirkiyeyê pir profesorên bi kompleks hene. Gelo çiqasî profesor e.

Pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn pêş dikeve, ew dixwazin Rojhilata Navînek çawa biafirînin, hêzên hegemonîk û hêzên kapîtalîst ên Rojhilata Navîn dixwazin çi bikin, hatin gotin. Di vî warî de gelek caran hat gotin ku wê dora Îranê were. Jixwe Îranê pêşketin rast nenirxand.

Ev bûyera Hamasê, êrîşa Hizbullahê ya li ser Îsraîlê, êrîşên Yemenê, di rastiyê de Îranê bi nezanî şaxê binê xwe birî û li xwe xist. Di siyasetê de li gorî şert û mercên şênber ên pêşketinên rojevî jê re dibêjin tehlîla şênber.?

Li Rojhilata Navîn di demên dawî Hizbullah hat şikandin, Sûriye hilweşiya. Hêzên wekîl westiyan û dora Îranê hat. Hem DYE û hem jî Îsraîl bi awayekî zelal nêzîkatiyek li hember Îranê nîşan didin ku “Hûn ê li pêşiya polîtîkayên me yên Rojhilata Navîn nebin asteng. Hûn ê li gorî vê tevbigerin.” Gotin “Ger hûn li gorî vê tevnegerin, em ê bi ser we de bên û we bişkînin.”

Niha, ev rastî jî heye: Îsraîl ji Îranê pir bi hêrs e. DYE jî pir bi hêrs e. Îsraîl ji ber sedemên dîrokî pir bi hêrs e. Divê mirov vê yekê bizanibe. Têkiliya herî dirêj a hestyarî û stratejîk di dîrokê de di navbera Cihû û Îraniyan de ye. Têkiliya di navbera Îranî û Cihûyan de dîrokî ye. Cihû hebûna xwe bi awayekî bi Îraniyan ve girêdidin. Ev jî rastiyek e. Farisan di hebûna Cihûyan de roleke pir girîng lîstin. Wan piştgirî da wan. Têkiliyek dîrokî heye. Ev ji bo wan bûye têkiliyek dîrokî.

Şoreşa îslamî ya Îranê û piştî wê ewqasî bûn dijberê Îsraîlê, ev yek bi Îsraîlê re hêrseke mezin çêkir: “Hûn dostê me yê dîrokî, Îrana dîrokî, civakek, dewletek ku têkiliyên me yên herî baş pê re hene, dikin dijminê me. Hûn me ji tiştekî wisa bêpar dihêlin” û bi vê têgihîştinê ewqas hêrs û bertek nîşan da. Yanî, ji bilî bertekên heyî yên herêmî yên Îsraîlê, bertekên li ser bingeha rastiyeke dîrokî ya wisa jî hebûn. Bi rastî, ev jî bi awayekî berteka DYE’yê bû.

Ji ber ku Îran jî heta radeyekê xwe dispêre Rojhilata Navîn. Ew xwe dispêre Asyayê. Ew xwe dispêre Rûsyayê. Ji bê re dibêjin pozîsyoneke jeopolîtîk. Pozîsyona jeopolîtîk a Îranê ji bo Tirkiyeyê jî pir girîng e. Di aliyekî de dixwestin Îranê qels bikin. Xwestin teslîm bigirin.

Lê wan ev dît: Yanî ger ew pir pêve biçin, kaos û aloziya li Îranê wê ne li gorî berjewendiya wan be… Bi ya min, ew jî dixwazin Îranek tevahî hebe. Nêzîkatiyek ku Îranek gitêdayî wan be û di stratejiyên wan de rolek bilîze, heye.

Vê yekê negirtin ber çavan. Wan rîska belavbûna Îranê, hilweşîna Îranê di hin aliyan de hilweşînin, encamên wê, nezelaliyan negirtin ber çavan û rawestiyan. Lê wan Îranê qels kir. Niha ew qels bûne. Ji niha û pê ve, ew ê hewl bidin ku polîtîkayên xwe limser vê qelsiyê pêk bînin. Wisa xuya dike.

Ger dewleta Îranê di vê mijarê de polîtîkayên afirîner dernexe holê, ger polîtîkayên ku xwe wê xurt dike dernexe holê, bê guman ew ê nikaribe vê rewşa heyî demek dirêj bidomîne. Ev yek ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e.

Niha dibêjin eniya navxweyî xurt bikin. Eniya navxweyî wê çawa xurt bibe? Bi demokratîkbûnê re xurt bibe. Bi parastin û naskirina azadiya civak û gelên din… Jixwe ji bo Tirkiye xwe xurt bike û eniya navxweyî xurt bike, divê demokratîk bibe.

Bi rastî, dîroka Îranê ji vê yekê re guncav e. Lê di salên dawî de, di pêvajoya dawî de, bi têgihîştina netewe-dewletê ji dîroka xwe dûr ket. Di vî alî de, pêşeroja Îranê heta radeyekê girêdayî polîkayên guhertin û veguherînê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê, di serî de hêzên azadiya Kurd û hemû hêzên demoratîk ên Îranê di pêvajoya pêş de, divê nêzîkatiya wan çawa be? Bê guman Rojhilata Navîn serûbin dibe û diguhere. Îranê jî guhertinek jiya. Îran qels bûye.

Piştî Îran dibe ku ji niha û pê ve wê rewş girantir bibe. Di vî alî de, nêzîkatiyên hem hêzên Kurd ên Rojhilat û hem jî hemû gelên Îranê, demokratên wan, di vê serdemê de ji neteweperestiyê dûr in, ne di nava nêzîkatiyek otorîter li hember ol û etnîsîteyên cuda bin, ew dikarin bernameyên xwe yên hevpar bi têgihîştineke demokrasiyê ya ku wan di nav sîstema demokratîk de dibîne, bi têgihîştineke neteweya demokratîk, bi têgihîştineke demokratîkbûnê deynin holê.

Ev yek di heman demê de dikare bernameyên wisa deyne holê û di heman demê de bernsmeyek bi dewletê re lihev bikin. Divê wisa be. Çawa ku Rêber Apo niha li Bakur hewl dide bernameyek wisa pêşkêş bike, divê li Rojhilat jî bi bernameyek wisa ya li ser bingeha demokratîkbûnê li tevahiya Îranê, li ser bingeha jiyana azad û demokratîk a civakên etnîkî û olî yên cûda li tevahiya Îranê, li ser bingeha demokrasiya wan a herêmî ava bibe. Divê ew helwesta xwe deynin holê. Hewceyiya Îranê bi vê heye.

Dibe ku ji derve êrîş çêbibin. Tiştên din biqewimin. Ev mijarek li derveyî wan e. Jixwe li Îranê ji ber ku sîstemek demokratîk a wisa nîne, demokrasiyek wisa nîne bi êrîşên derve re rû bi rû ye. Êdî bêyî demokratîkbûnê, bêyî ku xwe bispêre hêza demokratîk a civaka xwe nikare bibe dij-emperyalîst. Li hember êrîşek ji derve tenê bi çekê? nikare li ber xwe bide. Xweparastina herî mezin, çavkaniya berxwedanê ya herî mezin ew e ku bi çêkirina aştiyê bi civaka xwe re bibin sîstemek demokratîk.