3 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DFGê û MKGê serdana Zeynep Durgut kirin

DFGê û MKGê serdana nûçegihana MAyê Zeynep Durgut ku ji ber nûçeyên çêkiribûn gef lê hatibûn xwarin, kirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), serdana nûçegahina Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut kir. Zeynep Durgu dosye nûçe têkildarî “Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê çêkiribû. Ji ber nûçeyê Kenan Tatar ê ku wek serkeşê çeteyê tê zanîn, gefan li Durgut xwaribû.

Di serdanê de endama MKGê Arjîn Dîlek Oncel axivî û anî ziman ku wan ji bo piştgiriyê serdana Zeynep Durgut kiriye û wiha got: “Hevala me Zeynep Durgut ji ber nûçeya çêkiribû bi gefan re rû bi rû ma. Heke li cihekî din ew nûçe çêbikira wê bihata xelatkirin lê mixabin li Tirkiyeyê gev lê tê xwarin û tê xwestin bê cezakirin. Zeynepê gilî gefxwarinê kiribû. Em jî gilîkirin demildest were şopandin. Em careke din dibêjin em li cem hevala xwe Zeynep in.”

Piştre jî Hevserokê DFGê Selman Çiçek axivî. Selman Çiçek bi lêv kir ku ew li dijî gefxwarinê piştgiriya rojnameger Zeynep Durgut dikin û got: “Em vê gefxwarinê qebûl nakin. Em ê her dem di nava piştgiriyê de bin, lewma jî me serdana Zeynep kir. Em ê vê geşedanê bişopînin.”