4 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Trump: Divê Hamas vê ‘pêşniyara dawî’ qebûl bike

Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku Îsraîlê şertên agirbesta 60 rojî ya li Şerîda Xezeyê qebûl kiriye û bang li Hamasê kir ku vê 'pêşniyara dawî' qebûl bike.

Serokê DYAyê Donald Trump li ser platforma Truth Socialê got: “Nûnerên min îro bi îsraîliyan re li ser mijara Xezeyê civîneke dirêj û berhemdar pêk anîn. Îsraîlê mercên pêwîst ên ji bo pêkhatina agirbesta 60 rojî qebûl kir. Di nava vê pêvajoyê de ji bo bidawîkirina şer em ê bi hemû aliyan re bixebitin.”

Trump di berdeewamiya axaftina xwe de got: “Ji bo tevkariyê li aştiyê bikin gelek Qeterî û Misrî hene, ku wê vê pêşniyara dawî pêşkêş bikin. Ji bo başiya Rojhilata Navîn pêşniyarê li Hamasê dikim ku vê peymanê qebûl bike, ji ber ku ev rewş wê sererast nebe, TENÊ WÊ NEBAŞ BIBE.”