Dema ku encamên Kongreya 12emîn a PKKê bi raya giştî re hatin parvekirin, daxuyaniyên girîng hatin dayîn. Di nav van daxuyaniyan de yên herî berbiçav ên derbarê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de bûn. Li gorî vê daxuyaniyê, Alî Haydar Kaytan di 3yê tîrmeha 2018an de û Riza Altuûn jî di 25ê îlona 2019an de gihîştin şehadetê. Bi vê boneyê, em careke din Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Piştî vê nivîsê, dê heftemîn salvegera şehadeta Alî Haydar Kaytan derbas dibe. Tevî ewqas sal di ser de derbas bûn jî em di nava xemgîniya her salvegera şehadetê de parvenekirina bîranînên wî û girêdana rasterast neanî ziman, dijîn. Ev yek ji hêla hemû hevrêyên ve tê qebûl kirin.
Alî Haydar Kaytan beşdarî civîna yekem a li Bendava Çûbûk-Enqereyê bû û rêhevalê rêwîtiya destpêkê yê Rêber Apo bû. Heta nefesa xwe ya dawî vê meşê domand. Ev ne hêsan e. 45 salan bêwestan di nava zehmetiyên mezin de vê meşa xwe domand. Ger ew wê rojê nehata qetilkirin, ev meş îro dê 52 sal li pey xwe bihişta. Ew ê îro bi fîzîkî di nav me de bûya û dê wateyên nû li meşa xwe ya mezin bar bikira.
Alî Haydar Kaytan îro bi fîzîkî ne di nav me de ye. Ew bi tiştên ku di têkoşîna azadiya gelê xwe de kiriye û bi tiştên ku daye hevalên xwe re dijî. Bi bîranînên ku li pey xwe hiştiye, bi şîrove, analîz û nirxandinên kir, bi pirtûkên xwe re, bi vegotin û axaftinên xwe yên tomarkirî, bi hevalên xwe re di nava xebatan de cihê xwe digire. Bi helbestên xwe yên ku tê de hestên wî yên ku herî baş wî vedibêjin raman, hesret û hêrsa wî ya ku bûye lehiyê, di rêzên pêşîn ên wê meşa mezin a ku 52 sal berê dest pê kiriye de, erkên xwe yên pêşengiyê didomîne.
Alî Haydar Kaytan 3yê tîrmehê şehîd bû, rojek beriya wê di 2yê tîrmeha 1993yan de 33 can li Madimakê bi awayekî zindî hatin şewitandin. Em dikevin 33yemîn salvegera Komkujiya Madimak-Sêwasê. Ev şehadetên ku di van du rojên li pey hev de pêk hatin wateya hundirîn jî nîşan didin. Aqilmendê Çiyan Alî Haydar Kaytan, gelê elewî yê ku di otêla Madimak-Sêwasê de ji aliyê girseya faşîst ve zindî hatin şewitandin, bi ozanan, semazenan û nivîskaran re ruhê ronakbîrî û nivîskariyê re tên cem hev û semayê digerînin. Rastiyek bi vî rengî heye.
Em dizanin bê kê Alî Haydar Kaytan şehîd xist û kê komkujiya Madimak-Sêwasê pêk anî. Her wiha em dizanin ku fermana van komkujiyan ji heman cihî hatiye dayîn û yên ku van komkujiyan pêk anîne di pergala klonkirinê de derbasbûne û hatine perwerdekirin.
Dema ku komkujiya Madimak-Sêwasê pêk hat, Alî Haydar Kaytan bi komek hevalên xwe re li girtîgeha Almanyayê rehîn bû. Yên ku ew û hevalên wî di zindanan de rehîn girtin Gladio bû, hêza êrîşkar û serdest a hêzên sermayeya navneteweyî ku di heman demê de berpirsiyarê şerê qirêj ê taybet ê li Kurdistanê ye. Alî Haydar Kaytan û hevalên xwe di domdariya van êrîşên şerê qirêj ên li Kurdistanê pêk anîn li Almanyayê hatin girtin. Yên ku komkujiya Madimak-Sêwasê pêk anîn, dûvikên rêxistina Gladio ya di nav Komara Tirkiyeyê de bûn. Berê jî wan li Tirkiye û Kurdistanê êrîş û komkujî pêk anîbûn. Dîsa elewî, Kurd, şoreşger û demokrat bûn hedefa van komkujiyan. Darbeya faşîst a leşkerî ya ku di şeva 12ê Îlona 1980an de pêk hat jî li ser van komkujiyan pêk hat.
Komkujiyên elewiyan ên ku li bajarên wekî Meletî, Elezîz, Sêwas Mereş û Çorumê li ser vê bingehê hatin kirin û bi sedan kesên di nav wan de zarok, jin û kal û pîr hebûn hatin kuştin. Jin rastî tecawizê hatin. Hin ji wan birîndar bûn û avêtin zindanan. Malên elewiyan hatin şewitandin, wêrankirin û milkên wan hatin talankirin. Heman hêzan komkujiya Madimak-Sêwasê plan kirin û pêk anîn. Armancên wan yek bûn. Tevî di ser 3ê de hi dehsn sal derbasbûne jî dirûşm, cil û bergên wan hîn jî neguherîne û ev hemû yek bi yek derbasî heqîqeta dîmenên kamerayê û wêneyan bûne. Piştî van komkujiyan, qaşo dadgehên hatibûn vekirin jî heman tişt bûn. Temê tişta ku guherî dîrok bû.
Alî Haydar Kaytan jî elewî bû û ji Dêrsimê bû. Ew jî ji nifşekî piştî komkujiya elewiyan hatibû. Wî komkujiyê ji kesên ku ji komkujiyê xilas bûbûn guhdar kir û mezin bû. Dibe ku ji yên ku hatine jiyîn pêvtir, şopa komkujiyê di bîra wî de cih girtibin. Wî Komkujiya Dêrsimê ji bîr nekir. Ew xwedî li cewhera xwe derket. Rêya xwe li gorî wê diyar kir. Ew heta nefesa xwe ya dawî bû şopdarê vê rê û heqîqetê. Ji ber vê yekê Kongreya 12emîn a PKKê Riza Altûn wekî sembola “Rêhevalê Azadiyê” qebûl kir û Alî Haydar Kaytan wekî sembola “Girêdayî Rêbertiyê, Heqîqet û Jiyana Pîroz” îlan kir.
Em di sala heftemîn a şehadeta Alî Haydar Kaytan û salvegera 32yemîn a Komkujiya Madimak-Sêwasê de ne. Elewî, Kurd, şoreşger û demokrat hîn jî dibin hedefa êrîş û komkujiyan de ne. Heta hewl tê dayîn ku dîmeneke cûda li van êrîşan bar bikin. Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku hesabê komkujî, qirkirin û sûcên dijmirovî yên li ser Kurdan, Elewiyan, şoreşgeran û demokratan hatine kirin dipirse, bi van êrîşan re veguherîne kampanyayê re rû bi rû ye. Ya rastîn, hewl didin bi êrîşên şerê psîkolojîk ê taybet re Tevgera Azadiya Kurdistanê û elewiyan bînin beramberî hev. Hewl didin ku di nav gelê me yê xwedî baweriya îslam-sunnî de jî heman lîstika qirêj bilîzin. Ya herî balkêş ew e ku heman hêz û derdora hewlmdidin gelê me yê xwedî baweriya elewî û sunnî bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re bînin beramberî hev.
Bi taybetî di vê pêvajoya ku Rêber APO û Tevgera Azadiya Kurdistanê çareseriya pirsgirêka Kurd anîne qonaxa çareserkirinê û hewl didin pêştir bixin de, sedema armanca van êrîşan tê fêmkirin. Gelên Kurdistanê bi sunnî, elewiyan û gelên Tirkiyeyê re rastiya Rêber APO û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji her kesî bêtir dizanin û nas dikin. Yên ku rasterast êrîşî Rêber APO û Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin derketine holê, tên zanîn û bersiva pêwîst a kunheq dikin didin wan. Em salvegereke nû ya şehadeta Alî Haydar Kaytan û komkujiya Madimak-Sêwasê li ser vê hişmendiyê pêşwazî dikin û li ser vê bingehê em di şexsê Alî Haydar Kaytan û şehîdên Madimak-Sêwasê de hemû şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.