4 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tevlikirina gel girîng e

Bi kinayî gava pêvajo baş were xwendin, wê bê dîtin ku tiştên Birêz Ocalan ji dewletên dagirker dixwaze tev di danezana mafê mirovan a gerdûnî û peymana mafê mirovan a navnetewî de hatine nivîsandin û wek şîrê dayikê li gelê kurd helal in.

Li ser bingehê Kurdistanê û çareseriya pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn şer û pevçûneke îdeolojîk, siyasî, civakî û netewî heye. Ji aliyekî ve kurd dixwazin piştî siyaset û pêkanînên înkar û îmhakirina ev sed sal in didomin, bi awayekî xwe ji vê rewşê bifilitînin û hebûna xwe di astekê de bi hêzên dagirkerên Kurdistanê bidin pejirandin. Rê him li ber qirkirin û asîmîlasyona kurdan bigirin û him jî ji kurdan re bingehekî azadbûnê deynin. Bi taybetî di van pêncî salên dijwar ên şerê bi dewleta tirk re derket holê ku kes nikare kesî têk bibe. Ne dewleta tirk dikare vîna gelê kurd bişikîne û ne jî gelê kurd dikare dewleta tirk têk bibe. Ev rewş dikare sed salan jî wiha bidome û qet çareseriyê bi xwe re neyîne. Gelê kurd fedekar e, leheng e, dilsoz e, canfeda û bawermend e. Maleke kurdan a ku êşa van pêncî salan nekişandiye nemaye. Hîn jî amade ye berdelên giran bide. Lê heta kengî? Divê li ciyekî bînvedaneke çareseriyê roniya xwe bide der, ku gel karibe, ji vê ronahiyê ber bi rojê ve awirên xwe dirêj bike. Gel azadî û rizgariyê dixwaze. Îroj kurdekî, ku welatekî azad ê bi navê xwe, nasnameyeke li ser navê xwe û sazûmaneke xwe bi xwe birêvebirina xwe pêk bîne, nexwaze tine ye. Ev xeyala her kurdî ye. Bêguman gotina me ji bilî kesên xwefiroş, cahş, noker û sîxurên dagirkeran e. Ji bilî van tevan her kurd dixwaze li cîhanê bi rûmeta xwe ya netewî bijî. Li ser nasnameya xwe navê xwe kurd, zimanê xwe kurdî, welatê xwe Kurdistan were nivîsandin. kurd çi di nav sazûmana Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraqê de bin, çi li giştiya cîhanê ji Japonya heta Amerîka yê, ji Afrîka heta Ewropayê belav bûbin, ew dixwazin wek kurdên ji Kurdistanê werin naskirin û ev yek çawa ku mafê her mirovî ye, bêguman mafê her kurdekî/her kurdekê ye.

Di vir de hin kesên pêvajoya birêz Ocalan şaş fêhm dikin, dibin sedema şîroveyên şaş û dibêjen qey Birêz Ocalan bangî kurdan kiriye û gotiye werin bibin tirk. Di rastiyê de ti bangeke an niyeteke Birêz Ocalan a wiha tine ye. Ew dibêje, me nikarî dewletên cîran bi rêya çekê têk bibin, me ew westandin, em jî westiyan êdî wê demê em wana bikişînin ser rêya însaniyet û demokrasiyê, da ku rê li ber înkar û qirkirina kurdan bigirin. Birêz Ocalan nabêje, werin em tev bibin tirk û bila ev mesele ji holê rabe. Lê gava hin kesên dixwazin Birêz Ocalan şaş fêhm bikin diaxivin û wî şaş şîrove dikin, wê demê ew serê gel tev li hev dikin û sedî sed nizanin çi dibêjin. Kes nikare genetîka miletekî bide guhertin. Ger ev sed sal in di bin ewqas zilm û zordariya tirk, ereb û farsan nikarîbûn genetîka kurdan biguherin û wan bikin tirk, ereb û fars, îro jî ti kes nikare paşnavê kurdan bike Tirkiye. Navê kurdan kurd, paşnavê kurdan Kurdistan e. Kurdistan erdnîgariyeke ji morovahiyê re dergûşî kiriye û ew ji hezarên salan û vir ve welatê kurdan e. Ger kurd biryara xwe bidin û bi tirkan, ereban, farsan re di nav hev de bi awayekî demokratîk bijîn, ew nayê wateya dev ji kurd, kurdî û Kurdistanê berdin û di daxwaza birêz Ocalan de jî bangek an peyameke ku kurd dev ji kurdîtiya xwe û welatê xwe berdin tine ye. Îroj Ewropa ji hemû ewropiyan re bûye welatekî berfireh; alman, holandî, fransî, îtalî, grekî û gelek netewên din bi hev re dijîn, sînorên navbera xwe rakirine. Lê ne fransiyek dibêje ez alman im, ne jî îtalyanek dibêje ez fransî me. Her yek bi rengê xwe, dengê xwe, nasnama xwe, welatê xwe bi yên din re bi rêzgirtina li mafên hev, di nav aştî, demokrasî û aramiyê de dijîn. Tişta Birêz Ocalan ji kurd, tirk, ereb, fars û miletên din dixwaze jî ev e û ev yek ji xwe di zagonên navnetewî yên mafên mirovan de hene:

  • Mafê tayînkirina qedera xwe- Ji peymana Mafên civakî û siyasî ya navneteweyî:

Mafê her gelî yê tayînkirina qedera xwe heye. Li gor vî mafî gel statuya xwe ya siyasî bi awayekî azad diyar dike, pêşveçûna xwe ya aborî, civakî, çandî bi xwe pêk tîne.

(Birêz Ocalan jî dibêje, divê gelê kurd sazî û rêxistinên xwe xurt bike, di warê aborî, civakî û çandî de valahiyekê nehêle û bi ser de partiya DEMê rexne dike ku çima rêjeya ji % 20ê dengên li Tirkiyê nastîne.) Ger em dibêjin li Tirkiyeyê 30 milyon kurd hene, wê demê çima dengê van kurdan nayên stendin. Pir diyar e, ku partî danakeve nav gel, ji raya gel napirse, gel tev li xwe û pêvajoyê nake. Mînak, di pêvajoya birêz Abdullah Ocalan da destpêkirin de, kî daket nav gel, bi gel re gotûbêj kir, kê nêrînên gel pirsî û kê li nav gel anket an referandûmek kir, bê ka gel çi dixwaze û ewê xwe çiqasî tev lê pêvajoyê bike? Partiya DEMê dixwaze bi dîplomasiya di navbera partiyên îktîdar û mûxalefetê de, li ser navê gel xwe bike xwediyê gotinê. Lê ev ne rast e. Divê dakeve nav gel û bi gel re bide û bistîne. Xwe nexe şûna gel û li ser qedera gel biryaran nede. Gava birêz Ocalan dibêje, hûn min fêhm nakin, ew qala dûr û kûrbûna di navbera gel û partiya DEMê de dike).

  • Birêz Ocalan dibêje, divê kurd bibin hemwelatiyên wekhev. Ev tê wateya ku çi tişta tirkan, Ereban, Farisan hebe, divê ew tişta kurdan jî hebe, Ev yek jî di zagona di danezana mafên mirovan de heye, ku mafê herkesî yê bibe hemwelatiyê welatekî heye. Divê bi awayê hiqûqî kurd bibin hemwelatiyên wekhev. (Birêz Ocalan ji bo vê xalê jî nabêje, ji bo kurd bibin hemwelatiyên wekhev bila xwe bikin tirk, ereb, fars, dibêje, divê kurd bi nasnama xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe werin pejirandin û bi mirovên din re xwediyê heman mafan bin, da ku karibin bi hev re azad bijîn).
  • Dîsa di danezana mafên mirovan a gerdûnî de tê gotin ku: Mafê herkesî yê jiyandina ziman, çand û nasnameya xwe heye. (Birêz Ocalan jî dibêje astengiya li ber ziman, çand û nasnameya kurdî rakin û hebûna kurdan bipejirînin).
  • Mafê parastina ji cudakariyê wekheviyê ya danezana mafê mirovan a gerdûnî rê nîşan dide, ku divê ti kes ji ber cins, nijad, ziman, ol, reng û koka xwe li rastî cudakariyê neyê. Lê ev sed sal in dewletên dagirkerên Kurdistanê ev xal binpê kirine (û niha birêz Ocalan bangî van dewletan dike û ji wan dixwaze dev ji vê cudakariyê berdin. Bi vê sedemê dibêje xala «qezenc bike, bide qezenckirin» were bicihanîn. Tu hebûna kurdan qebûl bike, kurd jî dev ji şerê li hember te berdin, tu çiqasî mirov bî, kurd wê ewqasî bi te re bijîn, tu çiqasî neyar bî, kurd wê ewqasî li dijî te bin).
  • Mafê tevlêbûna civakî û siyasî ya peymana mafên siyasî û medenî dide zanîn, ku divê herkes tev lê karûbarên raya giştî bibe, karibe xwe birêxstin bike, nûnerên xwe hilbijêre, partiyên xwe damezirîne û xwerêvebiriyên nişteyî wek şaredarî, komun û hwd. saz bike. (Tişta birêz Ocalan jî di vê demê de ji gel dixwaze xwebirêxstinkirin û xurtkirina komun û şaredariyan e, ku gel karibe xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe).

Bi kinayî gava pêvajo baş were xwendin, wê were dîtin, ku tiştên birêz Ocalan ji dewletên dagirker dixwaze tev di danezana mafê mirovan a gerdûnî û peymana mafê mirovan a navnetewî de hatine nivîsandin û wek şîrê dayikê li gelê kurd helal in û mafê gelê kurd heye ew jî wek miletên din qedera xwe bigire dest xwe û bi ziman, çand û nasnameya xwe were nasîn. Ji bo wê, divê her gotina li ser navê gelê kurd were gotin bi gelê kurd re were gengeşekirin, raya wî were stendin û kes xwe nexe şûna gel berê pêvajoyê bi ciyekî derveyî rastiya gel ve neyê kişandin. Ger gelê kurd îroj wê bi gelên herêmê re, sibe bi gelên cîhanê re bi hev re bijî, ew ê bi nasnameya xwe ya kurd, zimanê xwe yê kurdî û erdnîgariya xwe ya Kurdistanê bijî. Divê birêz Ocalan rast were fêhmkirin.