Rojhilata Navîn îro li hember xaçerêyan e; yan berdewama di bablîsoka tundî û girêdanê de yan jî xwedî li modele konfedraliya demokratîk weke rêbaza xelasiyê derkeve. Biryara dawî, wê di destê gelan de be.
Bi destpêkirina êrişên leşkerî yên yekser di navbera Îsraîl û Îranê de, û destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di aliyê leşkerî de ji destpêka krîzê ve, Rojhilata Navîn di rêya xwe ya jeosiyasî de şahidê werçerxeke xeternak e. Di 13ê hezîrana 2025an de Îsraîlê êrîşên asîmanî li dijî tesîsên nukleerî û leşkerî yên Îranê pêk anîn, fermandarên payebilind ên Pasdaran mîna lîwa Hisên Selamê, lîwa Mihemed Baqirî kuştin. Tehran jî di bersivdanê de dudilî nebû, bi wê re moşekên balîstî avêtin kûrahiya Îsraîlê û bi balafirên bêmirov Îsraîl hedef girt. Di encamê de zirarên madî û mirovî çêbûn.
Di rageşiyek herî xeternak de, DYAyê jî derbasî xeta leşkerî bû; di 23yê hezîranê de, 3 tesîsên nukleerî yên Îranê Fordow, Natanz, Îsfahanê bombebaran kirin û îdia kir ku bi temamî rûxandine. DYAyê ev yek bi operasyona “serkeftina mezin” bi nav kir. Li kêlek wê jî serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da, ger Îranê bersivê bide ew ê derbeyên “tundtir” pêk bîne. Bi wê re Trump hişt herêm rûbirûyî şerekî xwecihî ya berfireh be, bi taybet ligel gefên milîsên girêdayî Îranê yên li İraq, Yemen û Lûbnanê.
Têkbirina rejîmê yan jinûve dîzaynkirina herêmê ye
Êrişên Îsraîl û Amerîkayê ne tenê bi armanca “astengkirina nukleerî” ve sînordar in, lê plan ji wê kûrtir e û bi armanca jevkirina binesaziya leşkerî û siyasî ya rejîma Îranê ye. Armanckirina zanyarên nukleerî û fermandarên leşkerî, li kêlek xîtaba Îsraîlê ya ji bo gelê Îranê amaje bi wê yekê dikin ku îstîqrara hundirîn a Îranê tevlihev bikin û tehrîda lidarxistina xwepêşandanan li dijî rejîmê bikin.
Ji bo destwerdana Amerîkayê, ew rageşiyek stratejîk e nêrîna rêveberiya Trump a li ser lawazkirina Îranê weke bloka herêmî û jinûve dîzaynkirina hevsengiya jeosiyasî ji bo berjewendiyên hevalbendên Amerîka-Îsraîlê, nîşan dide. Ev hewldan derbeyên leşkerî derbasî dike û bi armanca qelskirina serweriya Îranê li Iraq, Sûriye û Lubnanê û xurtkirina siyasetên normalîzekirinê bi pergalên erebî re ye.
Senaryoyên gengaz; di navbera şerekî berfireh û guherînên hundirîn de
Bi berdewama rageşiyê re gelek senaryoyên çarenûsî hene;
1-Şerekî herêmî yê berfireh: Ger Îranê biryar da bersiva derbeyên Amerîkayê bibe, dibe ku rûbirûbûn derbasî İraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê bibe û bi wê re aloziyek berfireh çêbe.
2-Krîza Şerîetê li Îranê: Berdewama derbe û zextên aborî dibe ku xwepêşandanên hundirîn zêde bibin, desthilatiya rejîmê lawaz bike, bi taybet bi zêdebûna nerazîbûna gel re.
3-Jinûve xêzkirina nexşeya jeosiyasî: Dibe ku hêzên navneteweyî aloziyê firset bigirin û projeyên xwe çi bi rêya parçebûna mezhebî yan jî xurtkirina hegemoniya leşkerî, ferz bikin.
Rehên dîrokî yên aloziyê
Ji dema hilweşîna Yekitiya Sovyetê ve di 1991ê de rageşiya heyî ji çarçoveya dîrokî ya Rojhilata Navîn ne qut e. Herwiha DYAyê bi rêya alavên xwe yên “Demokrasiya lîberal” û “kaosa afirînerî” hegemoniya xwe ya yekalî ferz kir. Bi wê re hevbendiyên rizgarî têk çûn, rola tevgerên şoreşî bi paş ketin û Îsraîl weke hêzeke herêmî ya hegemon hilkişiya.
Bi “Bihara Ereban” re xwepêşandanên gelêrî veguherîn aloziyên bizirar û ji bo xizmetkirina ajandeyên derve hatin bikaranîn. Lê modela “Rojava” ya demokratîk, ruxmî hewldanên berdewam ên têkbirinê, weke awarteyeke balkêş ma.
Çar projeyên di nava pêşbirkê de ne
Di nav vê aloziyê de 4 projeyên mezin ên ji bo avakirina siberoja herêmê di nava pêşbirkê de ne:
1-Projeya Amerîka-Îsraîlî: Ev proje li ser jevkirina netewe-dewletan û avakirina blokên mezhebî yên girêdayî wan e.
2-Projeya “Eniya berxwedanê” ya Îranê: Ew xwe dispêre baweriya olî, lê rûbirûyî astengiyên hundirîn û derve ye.
3-Projeya neteweya demokratîk (Konfedraliya Demokratîk): Ev proje Rêber Abdullah Ocalan weke altarnatîfê rizgariyê ya li ser bingeha Rêveberiya Xweser, pirrengî û wekheviyê, pêşkêş dike.
Bandora projeya Neteweya Demokratîk
Projeya Neteweya Demokratîk weke hewldana bingehîn a ji nû ve formîlekirina têkilyê di navbera gelan û dewletê de li Rojhilata Navîn e. Ev proje nêrîneke altarnatîfê netewe-dewletê ya bi nasnameya yekalî, ku sedema sereke ya aloziyên irqî û mezhebî, ye. Ji lew re Neteweya Demokratîk hewl dide vê modelê bi rêya naskirina pirrengiya çandî, zimanî û olî derbas bike, bi wê re nakokiyên di navbera pêkhateyên cihêreng de sivik dike.
Herwiha xurtkirina Rêveberiya Xweser bi rêya modelên weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke projeya çawa civakên xwecihî dikarin kar û barên xwe dûrî navendiya çewsîner bi rê ve bidin, derdikeve û bi wê re firsetên teqîna siyasî û leşkerî kêm dike.
Projeya Neteweya Demokratîk li dijî destwerdanên herêmî û navneteweyî yên ku parçebûna hundirîn firset digirin, derdikeve û hêzeke civakî ya hîmî ku bikare li hember vê hegemoniyê bisekine teşwîq dike, ava dike.
Li şûna meyla ber bi tundûtûjiyê ve, proje banga diyaloga civakî, meclisên xwecihî û temsîlkirina wekhevî, weke rêbazên çareserkirina aloziyan, dike û li dijî jîngeheke tije tundiya siyasî altarnatîfeke pratîkî ye, jin û pêkhateyên paşguhkirî bi rêya girîngîdayîna wekhevî û edaleta civakî xurt dike. Ev proje hewl didin nijadperestiyê ji rehên wê de çareser bike. Di encamê de di avakirina civakên îstîqrartir û hevgirtîtir de dibe alîkar.
Bi gotinên dîtir, projeya Neteweya Demokratîk ne tenê rexnekirina rejîma heyî ye, lê projeyeke pratîk li ser erd pêk tê û hêza xwe ya sivikkirina aloziyan heye, pêşkêş dike.
Rojhilata Navîn di nava xefka alozî û asoyên rizgariyê de ye
Di rûbirûbûna projeyên parçekirin û hegemoniyê de, projeya Neteweya Demokratîk hêviya yekane ya gelên herêmê ye. Ev proje ne tenê xakê rizgar dike, lê hêzên civakan vedigerîne û siberojeke li ser bingeha edalet û tevkariyê ava dike. Hêza gelan a biryardariya aqûbeta xwe ne aşopiyek e, lê rastiyek e li “Rojava” pêk tê û bi xurtî li dijî tevahî hewldanên serîtewandinê li ber xwe dide.
Rojhilata Navîn îro li hember xaçerêyan e; yan berdewama di bablîsoka tundî û girêdanê de yan jî xwedî li modele konfedraliya demokratîk weke rêbaza xelasiyê derkeve. Biryara dawî, wê di destê gelan de be.