Gaziya şer Arîn Koçer bi wesîleya 29emîn salvegera şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) ya 30ê hezîrana 1996an li Dêrsimê li hember artêşa Dewleta Tirk çalakiya fedaî pêk anî, nêrînên xwe anî ziman.
Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Arîn Koçer, di destpêka axaftina xwe di şexsê milîtana Apoyî Zîlan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî got: “Hevrê Zîlan bi vîneke mezin û dilekî wêrek berê xwe da hedefa xwe û armanca xwe pêk anî. Ji me re bû xeta bîrdozî, rêbaz û pîvana jiyana azad. Hevala Zîlan ji bo me xwedawenda çiyayên azad e. Di heman demê de ji gerîlayên qehreman re bû manîfestoya serdema gerîlayên nûjen. Şêrejina kurd bi wêrekî û dilêriya xwe bû fermandara pêşeng a bi hezaran gerîlayan. Fermandar Zîlan bû tola sedsalan û xeteke nû ji gerîlayan re da nîşandan. Hevrê Zîlan piştrast kir ku jin dema ji xwe bawer be dikare serketinên pir mezin qezenc bike.”
Çalakiya heval Zîlan dagirker şok kirin
Arîn Koçer anî ziman ku Zîlan bi çalakiya xwe peyam da dijminê dagirker ku kesên destê xwe dirêjî Rêbertiyê bikin wê hesabê wê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez weke şagirteke heval Zîlan û şopdara xeta wê, dibêjim ku xwedawenda me bi çalakiya xwe ya canbexşane komploya 6ê gulana 1996an a li hember Rêber Apo pûç kir. Vê çalakiyê kir ku hêzên dagirker û hevkarên wê şok bibin û bi dehan salan ji bin bandora wê dernekevin.”
Gaziya şer Arîn Koçer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû ya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hatiye destpêkirin û got: “Ev pêvajo bi keda Rêber Apo û têkoşîna hevrêyên me yên weke heval Zîlan pêş ket. Vîn, biryardarî berxwedana Rêber Apo û têkoşîna bi saya şehîdên me pêş ket hişt Dewleta Tirk biçe cem Rêbertiya me. Di vê pêvajoyê de armanca me ya esasî divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo û pratîzekirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan be. Em ê serketina têkoşîna xwe bi avakirina pergala demokratîk a komînal tacîdar bikin.”