Guherîn û veguherîn du zagonên bingehîn ên herikbariya xwezayê ye. Fîlozofê yewnanî Herakleîtos ji bo balê bikşîne ser vê rewşê dibêje, “Mirov di heman çemî de nikare du caran serê xwe bişo.” Dixwaze bêje ku di xwezayê de herikbarî heye lewma her kêliya ku mirov dikeve çem, av nûjen dibe.
Hemû bûyerên di xwezayê de pêk tên ji bo pêşketin û nûjenkirina xwezayê ye. Erdhej, tofan, bager, bablîsok… hemû li gorî zagona xwezayê pêk tên. Ev qas bûyerên ku mirov ji bo xwe bi neyînî an jî wekî ‘bobelat’ digire dest di rastiyê de ji bo berdewamiya xwezayê ‘hewcedarî’ ne. Guherîn û veguherîn di her kêliyê de heye. Lê carinan şîddet, dem û cihê guhertin-veguhertinan ji yê din cudatir dibe. Kevir di her kêliyê de diguhere lê em nabînin. Her kêlî çawaniya axê diguhere. Hem ji aliyê biyolojîk ve hem ji aliyê fizîkî ve. Lê dema erdhej çedibe yan jî lehî radibe, daristan dişewite, em vê berbiçav dibînin. Guhertin-veguhertinên ne berbiçav zêde bandorê li jiyanê nakin. Ew ji bo me nabin mesele. Lê dema baran nebare yan jî zêde bibare ev dibe mesele.
Heman tişt ji bo mirov û civak-xwezayê jî derbasdar e. Civakbûyîn di her kêlî û her demê de pêk tê. Her peyvek, her navek, her stran û her wêneyek, her liv û tevger di civakê de guhertin û veguhertinê pêk tîne. Di hinek deman de ev guhertin-veguhertin bişid pêk tê. Hem ji ber bûyerên xwezayî hem jî ji ber bûyerên civakî, guhertinên bingehîn pêk tên. Mesela ji ber belavbûna nexweşiya vebayê li ewropa bi sed hezaran kes mirin û civak kete nav guherîneke mezin. Her wiha pandemiya qorona ku berî çar pênc sal belav bû, şêwaza jiyana civakî guherand. Vîrusa qorona bixwe jî ji bo ji şerê li dijî xwe bandor nebe, bi dehan caran xwe guhert. Guhertin-veguhertin parastina herî mezin a li hemberî êrîşan e. Yên hemberî te taktîk û stratejiyekê ava dikin ji bo bi te re şer bikin, tu jî ji bo wê taktîk û stratejiyê vala derxî, xwe diguherî.
Şer civakê diguherînin. Erdhejên mezin civakê diguherînin. Carinan jî tevgerên civakî bixwe civakê diguherînin. Tevgerên olî, felsefî, zanistî civakê diguherînin. Bandoreke mezin çêdikin.
Di encamê de mirov û civak jî yek ji perçeyekî tevahiya xwezayê ne. Lewma zagonên giştî ji bo wî jî derbasdar in. Guhertin û veguhertin heqîqeta xwezayê ye. Kes nikare bêje çima guhertin û veguhertin heye. Çawanî û şêwaza guhertin û veguhertinê dikare were nîqaşkirin. Lê guhertin-veguhertin bixwe ne mijara nîqaşê ye. Tu hêmanên xwezayê heya niha wekî xwe neman e. Yên di wekîxwemayînê de israr kirin, tune bûne. Niha ji ber pêngava Rêber Apo ya guherîn û veguherînê gelek bertek têne nîşandan. Dibêjin ev ji ku derket? Vîrusek ku ewqas biçûk û di nav alema giyaneweran de zêde ne pêşketî ye, ji bo li ser lingan bimîne xwe diguherîne lê mirov di xwe de israr dike.
Li cîhanê ahengên siyasî, aborî, civakî diguherin. Xweza bixwe di nav guhertineke mezin de ye. Qeşayên antarktîka û gronlandê dihelin, germbûn her sal zêdetir dibe. Teknîka şer her roj zêdetir pêş dikeve. Êdî çekê wisa hatine çêkirin û dikarin bi yek carê welatan hilweşînin. Ji bo ewlehî û azadiya civakê xetereyên mezin hene. Rêber Apo jî ji bo balê bikşîne ser van xetereyan û çareseriyeke dikaribe pêşiya van xetereyan bigire di nav hewldanan de ye. Lê mixabin partî, komel, kesayet, sazî û tevgerên ku hema her tiştî li gorî xwe digirin dest, pir diaxivin lê xelet diaxivin, di cihê vê rastiyê fêm bikin de yekser êrîş dikin. Serokê partiyeke kurd ku ev deh sal in yek endam zêde nekeriye dev diavêje Rêber Apo. Serokê partiyeke din ku 50 sal e kes navê wî nizane radibe, behsa îxanet û hevkariyê dike. Heke ev derdor derfet bibînin ji bo endamtiyeke şaredariyê, ji bo parlementeriyê, ji bo karekî karmendiyê dikarin pêncî teqle biavêjin. Lê dema mijar tê ser têkoşîna tevgera azadiyê zimandirêjiyê dikin. Rovî dema devê wî negihije tirî, dibêje tirş e. Meseleyan van jî ew e.
Qet nafikire, ka çima mezin nabin, ka çima kes piştgirî nade wan. Bi hevokên pêncî sal berê diaxivin û vê wekî pesindayîn tînin ziman. Dibêjin, “em neguherîn, em hê jî li ser riya xwe ne.” Di pêncî salî de gelo tiştek neguheriye heye? A rast guhertine, ne neguhertine. Neguhertin ne marîfet e. Neguhertin, qebûlnekirina heqîqeta xweza û civakê ye. Yên neyên guhertin dê bên borandin.