4 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê zemîna hiqûqî were avakirin’

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku divê pirsgirêka kurd tenê weke berdana çekan neyê dîtin û wiha got: “Hewceye zemîna hiqûqî were avakirin û temînat were dayîn.”

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da.

Temellî di despêka axaftina xwe de şewatên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi bîr xist û anî ziman ku sedema encamên giran, bêtevdîriya îktîdarê ye. Temellî, got ku feraseteke nirxê dide daristanan tune ye. Temellî, bal kişand ser qanûna enerjiyê û qanûna avhewayê ku li Meclisê nîqaş li ser tên kirin û got ku îktîdar daristanan, çêregeh û hewzên avê hedef digire û armanca wê ne parastina xwezayê ye.

Temellî biryara bihincet a Doza Kobanê jî weke “kûmpas” û “sergo” nirxand.

Temellî, diyar kir ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de divê dewlet bi lezgînî gavan biavêje û got: “Pir girîng e ku li Meclisê komîsyona çareseriyê were avakirin. Divê ev komîsyon beriya betlaneyê were avakirin û di dema betlaneyê de jî bixebite. Divê komîsyon li gorî bendewariyên gel be. Divê gavên baweriyê zêde dikin bên avêtin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê zemîneke hiqûqî were avakirin û temînat bê dayin. Divê di mijarên weke TCK, TMK û cihêkariyê de sererastkirin çêbibin. Ev komîsyon, ji bo bidawîkirina bêbaweriya gel firsend e.”

Temellî piştre jî pirsên rojnamegeran ên têkildarî berdana çekan û hevdîtinên li Îmraliyê bersivand û got: “PKKê di kongreyê de biryara berdana çekan da. Bi awayekî ev dê çêbibe. Pirsa esasî ev e, em ê çi bikin? Dive zemîneke hiqûqî bê avakirin û temînat hebe. Divê bendewariya civakê pêk bê. Tê plankirin ku Şandeya Îmraliyê di 8-9’ê Tîrmehê de bi serokkomar re hevdîtinê bike.”

Temellî destnîşan kir ku divê meseleya kurd tenê weke meseleya berdana çekan neyê fêmkirin û divê gavên hiqûqî û demokratîk bên avêtin.