17 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Manîpûlekirin, aştî, demokrasî û azadî

Di nava vê tevlîheviyê de Tevgera Azadiya Kurdistanê jî hemleyeke nû da destpêkirin. Bêguman di nav ewqas krîz û tevliheviyan de hemleyên nû xwedî rîskên mezin in. Ango di vê hemleya Tevgera Azadiya Kurdistanê de jî ji hêla serkeftin û têkçûnê de xeteke pir zirav heye.

Di kesayetiya rojhilata navîn de dinya di nav pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibe. Ev rewşa hesas di nava xwe de şerê dinyayê yê sêyemîn dihewîne ku dizaynkirin û terbiyekirina mirovatiyê dike armanc. Lewra li hêlekê hêzên navnetewî yên wekî Amerîka, Îngilistan û Îsraîlê li hêla din jî hêzên herêmê yên wekî Îran, Rûsya û Tirkiyeyê li ser xwîna gelên herêmê gefan li hev dixwin û herwiha çekên xwe li hemberî gelan bi kar tînin.

Di nava vê tevlîheviyê de Tevgera Azadiya Kurdistanê jî hemleyeke nû da destpêkirin. Bêguman di nav ewqas krîz û tevliheviyan de hemleyên nû xwedî rîskên mezin in. Ango di vê hemleya Tevgera Azadiya Kurdistanê de jî ji hêla serkeftin û têkçûnê de xeteke pir zirav heye. Bêguman rewşa kurdan a siyasî û dîplomatîk wê vê xeta zirav ber bi serkeftinê ve stûr bike. Ango rewşa siyasî ya kurdan çiqas li hemberî krîzan yekgirtî, yekhelwestî, rêxistinî û xwedî heman refleksa be, wê kurd ji van krîzan bi awayekî serkeftî derkevin. Lê belê heke berovajiyê vê rewşê be, dibe ku deskeftiyên xwe yên heyî jî winda bikin. Lewra ya dikeve ser milê hemû partî, tevger, rêxistin û kesayetên kurdî xurtkirina yekrêziya kurdan e. Divê xebat hemû di vê çarçoveyê de bin da ku hêzên herêmê ji parçebûna me sûd wernegirin ku sed salên din jî me bê statû bihêlin.

Lê belê divê bê destnîşankirin ku xala herî nazik û qels a kurdan parçebûna hiş û mejiyê kurdan e ku bi taybetî dewletên herêmê her tim vê birînê kûr dikin. Lewra dema kurd di vê çarçoveyê de nêzîkê hev dibin gotegotên berhewa li nav kurdan belav dikin. Li ser meselê piştî daxuyaniyên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, taybetî ew kesên her tim li dijî wan ji bo manipûlekirinê ketin nav liv û tevgeran. Taybetî li ser medya dijîtal li dijî tevgera azadiyê asta heqaretên xwe bilind kirin. Herwiha lîsteyên kuştinê belav dikin û qaşo dema pêvajo têk biçe, wê ew kes bêne kuştin. Di çarçoveya vê mijarê de li ser medya dijîtal dubendiya kurdan zêde bûye û kurd ji hev dûr ketine. Armanca van nîqaşan pêşîlêgirtina nîqaş û gengeşiyên li ser rewşa yekrêziya kurdan û azadiya Kurdistanê ye. Wekî tê zanîn li rojavayê Kurdistanê konferansa yekrêziya kurdî pêk hat, di heman demê de ji bo yekrêziya di navbera partiyên kurdistanî yên rojhilatê Kurdistanê de jî li Ewropayê konferansek pêk hat. Bêguman piştî van her du konferansan nîqaşên li ser medya civakî balkêş in û diyar in ku ji heman navendê derdikevin. Ji bo ev hêz negihijin armancên xwe divê kurd têkoşîna xwe bilindtir bikin û civaka kurd di hêla manîpûlekirina pêvajoyê de hişyar be. Ji bo vê jî pêwistî bi agahiyên rast li ser pêvajoyê hene.

Ji bo rewş baştir bê zelalkirin, ez dixwazim di çarçoveya du têgehan de vê pêvajoya heyî binirxînim ku ev her du têgeh xalên sereke yên pêvajoyê ne. Û herwiha Rêber Apo jî pêvajo li ser van her du têgehan raber kir. Têgeha yekê aştî ye ku di navbera du hêz/kesan de pêk tê. Bêguman ji bo aştî pêk bê, rêgeza yekemîn jî hevqebûlkirin e. Ango ji bo aştiya di navbera kurd û tirkan de pêk bê, divê dewlet bi awayekî siyasî hebûna kurdan qebûl bike. Rûniștina derdora heman maseyê tê wê wateyê ku êdî hemû argûmanên Dewleta Tirk ên li ser înkara kurdan berhewa çûn. Ango ji bo sererastkirina çewtî û xeletiyan nîqaş bivênevê ye. Bi vê pêvajoyê Dewleta Tirk çewtî û xeletiyên xwe her çiqas bi nav neke jî qebûl dike. Têgiha duyem jî demokrasî ye ku yekser têkiliya wê bi têgiha azadiyê re heye ku di demokrasiya rast de nîqaş, gengeşî, mafê azadiya derbirînê, parastina statûyeke cuda û hwd. hene.

Lewra pêwistî pê heye ku têkiliya di navbera van her du têgehan de di çarçoveya bikaranîna Rêber Apo de bê nirxandin. Bêguman azadiya gelekî an jî ya civakekî tu hêz bi dilê xwe radestî civakê nakin. Civak an jî gel azadiya xwe bi têkoşîn û berxwedanê bi dest dixin. Lewra ji bo azadiya kurd û Kurdistanê jî her du xal derbasdar in. Heta vê pêvajoyê kurdan heta astekî berxwedan û têkoşîn meşand. Lêbelê azadiya xwe bi dest nexistin. Di vê pêvajoyê de amûrên azadiya gelê kurd tên guhertin ango têkoşîn û berxwedan wê di asteke bilindtir û bi amûrên cudatir bimeşin. Lewra mirov dikare bibêje ku di armancan de guhertin tune ye, tenê rê û rêbaz veguherin.

Welhasil heke di nav demokrasiyê de mafê xwerêxistinkirinê û azadiya derbirînê tune be, bêguman mirov nikare qala demokrasiyê jî bike. Mafê xwerêxistinkirinê di nav xwe de hemû mafên kurdan ên civakî dihewîne. Gelo li devereke zimanê kurdî qedexe be yan jî ne zimanê perwerdehiyê be, mirov dikare behsa demokrasiyê bike? An jî devereke ku kurd nikaribin xwe birêxistin bikin, wê çawa li wê deverê qala demokrasiyê bê kirin? Herwiha devereke ku kurd nikaribin qala serxwebûna Kurdistanê yan jî federalîzmê bikin, wê çawa li wir qala azadiya derbirînê û demokrasiyê bê kirin? Bi kurt û kurmancî devera azadiya gel, civak û kesan lê, demokrasî lê heye. Berovajiyê vê ne pêkan e ku mirov qala demokrasiyê bike. Lewra azadî ji bo demokrasiyê armanca sereke ye. Di vê çarçoveyê de fîlozofê alman Habermas dibêje ku demokrasî di qada gelemperî de bi şert û mercên wekhev tevlibûna kesan a nîqaşê ye. Heke kurd di şert û mercên wekhev de derkevin qada gelemperî wê karibin guherîneke mezin di nav civaka kurd û tirk de ava bikin. Demokrasiyeke rast di nav xwe de danûstandina ramanan bi awayekî azad û rasyonel dihewîne. Lewra di demokrasiyeke rast de wê manîpûlekirina kurdan ewqas ne hêsan be. Di vê çarçoveyê de demokrasî ji bo azadiyê amûrek e. Ji bo azadiya kurd û Kurdistanê demokratîkbûna civakên din gavek e. Lê ne armanca sereke ye.