Silav da hevalên xwe û çû di bin dareke çinarê de rûnişt. Qasekî xweza û derdora xwe guhdar kir. Ji çenteyê xwe pênûs û lênûskkê derxist, li ser bergê pêşîn yê lênûskkê wêneyê Roja Ronîdar hebû. Bistekê hûr û kûr li wêne nihêrî û pê re axivî, pişt re berga lênûskkê vekir çavên wê li ser wêneyê şehîdên welatê wê sekinîn.
Strana azadiyê
bi agirê bedana te bû melodî
Dêrsim bi te re keniya
Mûnzûr bi te re giriya
Roj biriqî li asimanên Kurdistan û cihanê
şewqa xwe di berbangê de da mirovahiyê.
Ev demek bû di jiyanê de pir bi coş û moral bû. Hemû hevalên li derdora wê ev rewş ferq dikirin. Di vê coş û morala jiyanê de wateyeke kûr hebû. Wê wateya kûr şewqa xwe dabû rû û çavên wê. Çavên wê dikeniyan û diçirisîn, rûyê wê weke şewqa rojê dibiriqî. Diyar bû ku di destpêka vejîn û zayîneke nû de bû. Hemû hal û tevgerên wê pir bi biryar bûn. Dema ku çavên mirov li çavên wê diketin mirov yekser ew biryardarî û watedariya kûr didît. Dema mirov di kûrahiya çavên wê de derdikete rê û kûr diçû mirov hem ditirsiya hem jî cesaret digirt. Lewre mirov didît ku ew bi biryar e; dê jiyanekê bişewitîne, bike xwelî. Ji wê xweliya jiyana ku dişewitîne dê jiyaneke nû biafirîne. Tovên jiyana nû di nava xweliya jiyana şewitandî de zîl didan dibûn Zîlan.
Difikirî bê rawestandin. Dê jiyana heyî di oxira azadiyê de çawa bişewitîne ku bikaribe jiyaneke watedar biafirîne. Êdî dem hatibû, wext dereng bû. Diviyabû wê gava xwe ya dîrokî biavêje. Li dîrokê fikirî, li diroka gel û welatê xwe, li dîroka jinê ya welatê xwe û hemû cihanê fikirî. Hevokek herikî li ser zimanê wê: “divê em jiyaneke azad a şayanê jiyankirinê ye biafirînin.” Lê çawa? Bêwijeke kurdî ku ji pêşiyên xwe bihîstibû hat hişê wê. Bi dengekê bilind ji xwe re got: “Dara azadiyê bi xwîn û xwîdanê tê avdan.”
Silav da koma hevalên xwe, çenteyê xwe girt çû di bin dareke çinarê de rûnişt. Qasekî xweza û derdora xwe guhdar kir, te digot qeyî her tişt bi ziman bûye û pê re diaxive. Di çenteyê xwe de pênûs û lênûsk derxist, li ser bergê pêşîn yê lênûskê wêneyê Roja Ronîdar hebû. Bistekê hûr û kûr li wêne nihêrî û pê re axivî, pişt re berga lênûskê vekir çavên wê li ser wêneyê şehîdên welatê wê sekinîn. Çend rondik weke dilopên barana biharê ji çavên wê herikîn ber bi dilê axê ve. Her şehîdî fikirî û got: “Pêwîste jiyana min çarenûsa heyî biguhere, ez bibim şopdarê rêya şehîdan, belkî ez bi fedakirina jiyana xwe rêyeke nemirinê ji keç û xortên welatê xwe re vekim…”
Ji lênûska xwe rûpelekî nû vekir, weke gava destpêkê ya rêyeke nû. Dest bi nivîsandina nameyekê kir: “… Ez ji bo jiyanê xwedî îdîayeke gelek mezin im, dixwazim bibim xwediyê jiyaneke birûmet û çalakıyeke mezin …” Li ser vê hevoka xwe pir fikirî, ew dixwaze ji yên ku li peyî wê dimînin re bibêje çi? Welatê ku dagirkirî be, jiyaneke bêrûmet liser mirov were ferzkirin, divê mirov wê jiyanê bi agirê pîroz ê Dergehên Zerdeştî bişewitîne. Ji bo ku jiyaneke nû ya azad, bextewar, watedar, rûmetdar zîl bide, bizê û mirov bikaribe tê de bi serfirazî bijî. Ber bi hevokên dawî yên nameya xwa wiha nivîsî: “Ji bo ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tênim …”
Kêliyên rêwîtiya bêdawî ji bo wê nêz dibûn. Mekanê afirandina jiyana xwe ya nû diyar kiribû. Ew Dêrsim bû, bi heqîqeta wî mekanî re bibû yek, adeta derveyî wî mekanî lamekan bû. Dema bû volkan û di dil û mêjiyê dijminê welatê xwe de teqiya, agirê pîroz hemû xerabî, şaşî, qirêjî û ne pakî şewıtand. Her tişt ronî bû, ronahî belavê hemû Kurdistan û cihanê bû. Ew ronahî qet netefiya, şewqa wê qet kêm nebû. Ji ronahiyê rêyek vebû, sedan-hezaran bûn şopdar di wê rêya ronahiyê de meşiyan û dimeşin. Jinên welatê wê pir Zîlan welidandin, pir kesan li ser giyanê wê sonda têkoşînê dan. Rêber her rê vekir, rêwî û hevrêyên wê her zêde bûn, ew jî di rêya Zîlan de bûn xwedi jiyan û çalakıyeke watedar û birûmet. Zîlan bû nav ji hezaran re, bû xwedawenda azadiyê lı ser lûtkeya çiyayê welatê xwe. Li Dêrsim heya Zagrosan, li Ararat heya Cûdiyê Mirada, li Çiyayê Kurmênc heya Qendila ser bilid bi sedan dergah û mabetên Zîlan ava bûn. Rêwiyên rêya heqîqetê di dergah û mabetên Zîlan de gihan û kamil bûn, gihiştin roja îro.
Di vê çerxa dîrokî de em wek şopdarê wê di mabeta wê de xwedî erk û berpirsiyarin. Dê Zîlan bi ronahiya xwe ya pîroz her bi her welatê xwe û me ronî bike, weke Stêrka Gelawêj rêya rast nîşanê me bide. Em ê li peyî te mayî her deyndarê te ne. Tu yê her bijî û bijî.