Nerazîbûn û serhildanên gelê kurd, ji ber helwest û nêzîkatiya dewletê ya înkara çand, ziman, nasname û hebûna gelê kurd dest pê kirine. Van serhildanan bi çewisandin û tepisandinê bi dawî bûn û pêşêngê serhildana 1925an Şêx Seîdê kal bi 47 hevalên xwe re li Amedê hat darvekirin û hîn jî cihê gorên wan nayê zanîn.
Li gor çavkaniyên dîrokî tê zanîn ku gelê kurd nerazîbûna xwe ya li hemberî nêzîkatiyên desthilatiyên heyî, înkar û tunehesibandinê 28 caran serhildan û raperîn pêkanîne. Ya dawî jî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd a ku 52 sal in bi navê Partiya Karkerên Kurdistan û di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat meşandin û di encama vê têkoşîna 52 salan de dîsa di pêşengiya birêz Abdullah Ocalan de, bi pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” berdewam e ye.
Bêguman paşxaneyeke dîrokî û sedema van serhildanan heye. Ew jî Peymana Lozanê ya ku di 24ê tîrmaha 1923yan de li ser înkara gelê kurd hatiye îmzekirin e. Belgeyên dîrokî nîşan didin ku, di dema hevdîtinên civîna Lozanê de beşdarên ku li ser navê welatan tev li civînê bûne, pirsa nûnerê gelê kurd kirine û Îsmet Înonu gotiye “ez bixwe kurd im. Ez di vê civînê de hem gelê tirk û hem jî gelê kurd temsîl dikim. Jixwe tu daxwazeke gelê kurd a welatekî cuda yan jî derbixwe nîne”
Nûnerên welatên ku beşdarî civînê bûne jî beyanên Înonu esas girtine û Peymana Lozanê li ser înkara mafên gelê kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî hatiye îmzekirin. Dema Înonu ji Lozanê vedigere, ji hevalbendên xwe yên rayedarên dewletê re dibêje “Me bi vê peymanê tapûyê sed sal ê komarê mîsoger kir”. Ji ber ku Komara Tirkiyeyê jî, destûra bingehîn a destpêka komarê jî li ser bingeha Peymana Lozanê hat avakirin, gelê kurd di destûra Komara Tirkiyeyê de ji hemû mafên xwe yên bingehîn ên neteweyî bêpar hat hiştin.
Nerazîbûn û serhildanên gelê kurd, ji ber helwest û nêzîkatiya dewletê ya înkara çand, ziman, nasname û hebûna gelê kurd dest pêkirine. Van serhildanan bi çewisandin û tepisandinê bi dawî bûn û pêşêngê serhildana 1925an Şêx Seîdê kal bi 47 hevalên xwe re li Amedê hat darvekirin û hîn jî cihê gorên wan nayê zanîn. Pêşengê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, kurê wî Huseyin ku temenê wî biçûk bû li gorî qanûnan nikaribû bihata darvekirin, temenê wî hat mezinkirin û li ber çavên Seyîd Riza hat darvekirin. Seyîd Riza jî, ji ber ku temenê wî mezin bû, hat biçûkkirin û ew jî bi hevrêyên xwe re hat darvekirin. Di ser darvekirina Şêx Seîd û rêhevalên wî re 100 sal derbas bûn lê belê gelê kurd û zarok û neviyên wan hîn jî li cihê gora wan digerin.
Di vê sedsalê de, ji bo ku cihê gora wan were dîtin û zanîn bi sedan caran ji rayedarên dewletê daxwaz hatin kirin, bi sedan civîn û konferans hatin lidarxistin, lê hîn jî cihê gora wan nayê zanîn. Gelê kurd vê neheqî û heqaretê tu çar qebûl nekir, nake û dê neke. Ev serhildana ku weke serhildana 29emîn tê binavkirin û 52 sal in berdewame jî bingeha xwe ji vê nêzîkatiya înkar û tunehesibandina gelê kurd digire. Hemû pêşêngên doza Azadiya Gelê Kurd ji bo nirx û rûmetên xwe yên neteweyî bi wêrekî û bi serbilindî meşiyan ber benê sêdaran. Gotinên wan ên dawî, ji bo me zarok û neviyên wan şîretên xwedîderketina li çand ziman, nasnameya azad û jiyana bi rûmet in.
Di rastiya xwe de, ev serhildana dawî ya ku 52 sal in didome, di heman deme de bicihanîna gotin û şîretên Şêx Seîdê kal, Seyîd Riza û Qazî Muhemed bixwe ne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji destpêka têkoşîna ku 52 sal in bênavber didome de, bi dehan caran ji bo ku ev şer bi dawî bibe agirbest îlan kir. Niha jî di 27ê sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ji raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê re ragihand. Ev bang ji aliyê piraniya gel û welatên cîhanê ve erênî hat dîtin û pêşwazîkirin. Ev banga birêz Ocalan derfetan ava dike ku heqîqet bên lêkolînkirin, cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û bi sedan şehîdên doza Azadiya Gelê Kurd werin diyarkirin. Daxwaza zarok û neviyên Şêx Seîdê kal jî, Seyîd Riza jî, dayîk û bavên bi hezaran şehîdan jî, li ser bingeha maf û azadiyên bingehîn pêkhatina aştiyeke mayînde û jiyaneke bi rûmet e.