30 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Çewlîgê dema çêkirina dimsa tûyan!

Li Çewlîgê ku her sal mehên havînê dimsa tûyan tê çêkirin îsal jî welatiyan dest bi çêkirina dimsê kirin. Jinên ji Çewlîgê tûyan dikin dims û bi vî rengî debara xwe dikin.

Li gundên Çewlîgê, dimsa tûya ku jin çêdikin, hem kevneşopiyek e, hem jî çavkaniya debarê ye. Di heman deme de bi vê çandê têkiliya bi xwazayê re tê parastin. Çêkirina dimsa tûyan ku her sal mehên havînê destpê dike, hem zor û zehmet e hem jî gelekî xweşe ku bi xebateke kolktîf pêş dikeve. Jin serê sibehê dest bi kar dikin; tûyan ji daran dadiweşînin, di nava beroşan de dikelin û dihelînin, li ser sêniyan hişk dikin û dixin qutiyan, bi vî rengî ji bo zivistanê amade dikin.

Zubeyde Yaşa ku bi salan e ji bo pêwîstiyên xwe dimsê çêdike ji ANFê re behsa çêkirina dimsê kir û got, “Xweza pîroz e, di nav de çi hebe derman e. Lê belê avhewa guherî, dar kêm bûn; tû jî êdî weke berê nînin.”

Zubeyde Yaşa qala vê pêvajoya zehmet lê bi wate kir û anî ziman ku keda bi xwezayê re tê dayin ne tenê hilberîna xwarinê ye û  got, “Em serê sibehê saet di 5.00an de hişyar dibin. Em paçikên xwe li binê daran radixînin û dest bi dawişandina daran dikin. Em dixin nava beroşan û dikelînin. Piştre jî li ser sêniyan radixin û çar rojan li derve dihêlin. Dawiya dawî jî dixin qutiyan. Ev dims ji bo meydê, ji bo cîgeran û ji bo gelek nexweşiyan derman e.”

Zubeyde Yaşa anî ziman ku dims ne tenê ji aliyê jinan ve, lê bi tevkariya tevahiya malbatê tê çêkirin û işaret bi hêza piştevaniya civakî kir: “Hinek çêdikin û difiroşin, lê em ji bo xwe çêdikin. Em jin-mêr bi hev re dixebitin. Em gelekî kedê didin, lê hêja ye. Li gundan bi taybetî jin ji bo debara xwe bikin vê dimsê çêdikin û difiroşin. Xweza jî ev dar jî ji bo me hemûyan çavkaniya debarê ye. Ji derve em gelek kêm tiştan dikirin. Bi giranî her tiştê xwe em bi xwe çêdikin. Em xwe bi keda xwe xwedî dikin.”

Zubeyde Yaşa destnîşan kir ku her tiştên ji xwezayê têne komkirin ji bo tenduristiya mirovan baş e û bal kişand ser guherîna avhewayê û xisara li xwezayê ya salên dawî wiha got: “Piştî ku tû diqede em dest bi komkirina zebûrê dikin, piştre jî ji bo berhevkirina simaqê em berê xwe didin çiyê. Ev çiya her tiştî dide mirovan, divê em jî vê xwezayê biparêzin. Weke bere, tû ne zêde ye. Berê me hîn bêhtir beroş dikeland, niha du yan jî sê beroşan em dikelînin. Baran jî kêm dibare; dar jî kêm bûn. Li gel vê yekê em hewl didin vê kevneşopiyê dewam bikin.”