Kurdan li dijî înkara nasnameyê û zilma li ser ziman, nasname, çand û baweriya wan tê meşandin 29 serhildan pêş xistin. Yek ji van serhildanan jî Serhildana Şêx Seîd bû. Şêx Seîd li dijî înkara Kurdan serî hilda, lê bêyî encam bigire Şêx Seîd û hevalên wî girtin û li qada Deriyê Çiyê darve kirin.
Şêx Seîd sala 1865an li navçeya Palû ya Xarpêtê ji dayik bû. Li bakurê Kurdistanê şêxekî girîng û navdar ê terîqeta Neqşîbendî bû. Şêx Seîd li bajarê Xinisê yê Erziromê xwendina xwe ya olî qedand. Serokê Komeleya Serxwebûna Kurdistanê bû. Ligel hejmarek parlamenterên Kurd û Serokeşîrên Kurd ên wê demê biryar da ku li dijî hikûmeta Komara Tirkiyê serhildanê pêş bixe. Armanca serhildana wan qebûlkirina mafên Kurdan bû. Di 13ê Sibata 1925an de biryara serhildanê dan. Piştî Şêx Seîd û hevalên xwe dîl hatin girtin, nêzî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28ê Hezîranê 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê da. Li du kesan jî cezayê girtîgehê hat birîn.
Piştî biryara dadgehê, 28 kes ji hevalên Şêx Seîd û beşdarên serhildana 1925an di roja 28ê Hezîranê de û yên din û Şêx Seîd bi xwe jî di 29ê Hezîrana 1925an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Bi tevahî 47 kes hatin darvekirin. Têkildarî serhildanê û darvekirina Şêx Seîd, neviyê Şêx Seîd Qasim Firat pirsên me bersivandin.
Serhildana Şêx Seîd çima dest pê kir? Ferqa vê serhildanê ji serhildanên din çiye?
Kurd di serdema Osmaniyan de jî li ser axa xwe nekaribûn aram bijîn. Dema komar hat avakirin jî dîsa mafê wan ji destê wan hat girtin. Komara Tirkiyeyê berdewama Jon-Tirkan e. Berhema Îttîhat û Terakkî ye. Kurdan di serdema Îttîhat û Terakkiyê de jî gelek piştgirî daye wan. Kurdan di bin navê Kurt Teavûn û Kurd Tealî û Yekîtiya Jinan de xwe bi rêxistin kirin. Wê demê jî alîkarî dan Îttîhat û Terakkyê. Lê Îttîhat û Terakkî bi piştgiriya Îngîlîz û Fransayê komarê ava dikin. Kurd dibînin ku Komara Tirkiyeyê ya tê avakirin ne ji bo Kurdan e. Ji ber ku di vê komarê de înkar û tunekirin heye. Kurd jî li dijî vê yekê xwe bi rêxistin dikin. Tevgerekê ava dikin. Xalid Begê Cîbîrî û gelek mirovên zana û siyasetmedar xwe bi rêxistin dikin. Xwe bi hêz dikin û bi ser jî dikevin. Di sala 1923an de hiqûqa Kurdan hindik be jî hebû. Lê piştî peymana Lozanê hiqûqa Kurdan bi temamî ji holê hat rakirin. Hêzên derve yên wekî Fransa, Îngîltere tifaq çêkirin. Rûsya jî di navde bû. Kurdan dît ku ji bo wan tenê înkar heye. Piştî komar ava bû û bi hêz bû; di sala 1924an de vê carê zagonên nû derxistin. Di van zagonan de înkar hebû. Yekperestî hebû. Yek ziman yek al û yek netew hebû. Ji bo Kurdan înkar û îmha hebû. Tevgera Kurdan jî li dijî vê yekê derket û xwe bi rêxistin kir. Di avakirina komarê de yên ked dan Kurd bûn, lê Kurd ji her tiştî bêpar hîştin. Yek ji kesên di nava Îttîhat û Terakkî de xebat kir Saîdê Kurdî bû. Wê demê siyaetmedarên Kurdan alîkarî dan îttîhat û Terakîyê. Piştî adara 1924an zagona nû derket, xwestin pêşengên Kurdan binçav bikin û bigirin. Yek ji wan jî Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya, Xalid Begê Hesenî û yê din jî Şêx Seîd Efendî ye. Xalid Beg di Kanûna 1924an de diçe teslîm dibe. Lê Şêx Seîd Efendî dibêje ‘Ez teslîm nabim. Ev ji bo me felaket û îmha ye’ û vê yekê qebûl nake. Wê demê ji Xalid Beg re name dişîne û dixwaze biçe Gimgimê û têkeve nava eşîra xwe. Diwaze di nava eşîra xwe de xwe biparêze. Lê Xalid Beg jî name dişîne û dibêje ‘Şêx tu rehet be, hemû alayên leşkerî yên li Kurdistanê min saz kirine û di fermana min de ne.’ Dibêje ‘Mistefa Kemal bixwaze jî nikare tiştekî bi min bike.’ Xalid Beg diçe teslîm dibe û ev felaket pêş dikeve.
Wê demê pismamê Şêx Seîd Şêx Bahaddîn heye. Muftuyê herêmê ye. Ji Şêx Seîd re dibeje ‘Di olê îslamê de rê heye. Li dijî vê zilmê tu dikarî hîcret (koç) bikî. Mal û milkê te heye. Ilmê te heye. Dostên te hene.’ Dixwaze Şêx Seîd hîcret bike û biçe Misirê, Şamê û Beyrûdê. Lê Şêx Seîd vê yekê qebûl nake. Dibêje cîhê înkar û îmha lê hebe ez civaka xwe bernadin û naçim. Li vir li gel aliyê wî yê olî aliyê wî yê neteweyî jî derdikeve pêş.
100 sal borîn. Lê hîn jî cihê gora Şêx Seîd ne diyar e. Çima gora Şêx Seîd û pêşengên Kurdan vedişêrin?
Veşartina goran taybetiya neteweya Tirk e. Di zuriyeta Tirkan de ev heye. Dema dikevin cihekî û dagir dikin, berî her tiştî, hemû berhem û nirxên niştecihên wir talan û wêran dikin. Hemû tiştên ku hebûna yên din nîşan didin tevan ji hole radikin. Ev xisûsiyeteke nijada Tirk e.
Taybetmendiya Serhildana Şêx Seîd çiye?
Li gorî min ya herî girîng, di sala 1924an de bi awayekî fermî, Komarê Kurd înkar kirine. Ziman, netew û nasnameya Kurdan tune dihesibîne. Bi awayekî qanûnî hemû nirxên Kurdan red dike. Şêx Seîd jî bi awayekî fermî li dijî vê înkarê, di çileya 1924an de bi 200 hevalên xwe re civînê pêk tîne. Di vê civînê de Şêx Seîd wekî pêşengê tevgerê tê îlankirin. Dibêjin li dijî vê zilma ku Mistefa Kemal li Kurdan dike, pêşxistina serhildanê cîhad e. Kesên tev li wê serhildanê bibin jî mucahîd in. Bi navê îro gerîla ne. Piştî civînê nameyekê ji hemû şêx, axa û pêşengên Kurdan re dişîne. Dema tê Pîranê di 13ê Sibatê de bûyer çêdibe. Piştî vê bûyerê dest bi serhildanê dike.
Nêzîkatiya Şêx Seîd a li hemberî Mistefa Kemal çiye?
Şêx Seîd ji hemû pêşengên Kurdan dixwaze ku teqez tev li kongre û civînên Mistafa Kemal nebin. Dibeje civinên wî tev kemîn in. Dibêje ‘Em bi tu awayî nikarin bi Mistefa Kemal re bi rêve biçin.’ Di xutbeya xwe ya dawiyê de jî dibêje, ‘Ey cemaet. Ev xutbeya min a dawiyê ye. Tişta em û Tirk heta niha bi hev didan girêdan Xîlafet bû. Lê ji niha û şûn ve em jî miletek in. Xwedî fikr û nêrîn in.’ Şêx Seîd bi tu awayî bi Mistefa Kemal re têkilî çênekiriye. Yên têkilî çêkirine jî li dijî wan derketiye. Dibêje Mistafa Kemal Peyayê îngîlîzan e û têkilî pêre çênake. Serhildana Şêx Seîd hem ji bo neteweya Kurdan e û em jî li dijî emperyalîzmê ye.
Kurdên li pey xeta Şêx Seîd çiqas Şêx Seîd fam kirin û çiqas doza wî pêş xistin?
Ez di nava civakê de me. Li gorî dîtina min, di nava civakê de cihê Şêx Seîd cihekî taybet e. Di nava Elewî, Êzidî û kesên bêdîn de cihekî taybet digire. Ji bo hemû kesan pir bi qîmet e. Lê di aliyê siyasî de em dibînin ku hinek siyasetmedar di bin bandora Kemalîzmê de mane. An jî ji bo berjewendiyên partiya xwe tev digerin. Lê bi giştî em dikarin bibêjin tev ji Şêx Seîd re rêzê digirin û li mîrateya wî xwedî derdikevin. Ji ber ku di nerîna Şêx Seîd de gelêrî heye. Civak û mirovahî heye. Hiqûqa mirovan heye. Neteweya Kurd heye. Bîr û bawerî heye. Partiyên Kurdan jî û gelê Kurd jî li Şêx Seîd xwedî derkevin. Îro DEM Partî jî û PKK jî di hemû panel, konferans û daxuyaniyan de li Şêx Seîd xwedî derdikevin. Erka xwe pêk tînin. Kurd ji bo xwe Şêx Seîd rêber dibînin.
Di dîroka ku Şêx Seîd hat darvekirin de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cezayê darvekirinê birîn. Li gorî we ev dîrok tesaduf in an bi plan in?
Ev tesadufî nîn in. Tevî bi zanebûn dikin. Ji malbata me, neviyê Şêx Seîd, Şêx Ebdurrahîm Şaredarê Pîranê bû. Ew ji peywirê girtin. Dibêje ‘Balkêş e. Berê ez ji wezîfê girtim lê di 13ê Sibatê de îlan kirin. Tiştekî biçûk e. Lê balkêş e. Ji bo Birêz Ocalan jî di 29ê Hezîranê de biryardayîna ceza bi wate ye. Mirovan dide fikirandin. Dibêjin ‘Em ev in. Di 29ê Hezîrana 1925an de me çi anî serê we, em ê dîsa bînin serê we. Lazim e em ji vê yekê ders derxin. Ji ber ku ev ne tesadufî ye.
Çima tevî wî temenê xwe zarok û malbat li aliyekî hişt û tev li serhildanê bû?
Şêx Seîd pir dewlemend bû. 8 heb zarokên wî hebûn. Temenê wî 63 bû. Heta vî temenê xwe çek bikar neanîbû. Tu mirov nekuştibûn. Gelek bi qîmet hatibû mezinkirin. Li gel wê serweta xwe bi ilmê xwe pêşengî kir. Çima di zivistanê de tevî malê xwe zarokên xwe, malê xwe feda kir û çû? Du barên qatiran zêrên wî hebûn. Heqîbek zêr da lawê xwe, heqîbek jî da xizmetkarê xwe yê Elewî. Di orta zivistanê de heqîbek zêr davêje ser milê xwe û derdikeve rê. Berê xwe dide Gêlê( Egîl). Di rê de dikeve şer. Leşkerên Tirkan kemînê davêjin pêş. Di şer de hêza Şêx Seîd bi ser dikeve.
Nezikatiya Şêx Seîd a li hemberî esiran çiye?
Dema Şêx Seîd tê Egîlê, fermandarê Gêlê Îdrîs Sadiq Beg e. Dema diçe Gêlê dikevin nava şer. Dikevin şer. Wê demê çend kes wekî dîl dikevin destê Fermandarê Gêlê Îdrîs Sadiq Beg. Sadiq Beg ji leşkeran aciz dibe û dixwaze wan bikuje. Lê ji ber Şêx Seîd nikare wan bikuje. Diçe ji Şêx Seîd re dibêje ‘Di şer de em bi ser ketin. Em van êsîran bikujin. Tu dibêjî merhamet bikin. Lê niha hatine li me dixin. Şêx Seîd dibêje ‘here çekan ji destê wan bigire û ji wan re qala doza me û sedema şerê me bike. Piştî we hedef û armanca me ji wan re got, destê wan vekin û wan berdin. Hûn dikarin li gorî vê yekê Şêx Seîd analîz bikin. Dema piştî 2 rojan Şêx Seîd dixwaze bê Amadê, di rê de dîsa dikevin şer. Di nava şer de fermandar Sadiq Beg wan leşkerên ku dîl girtibûn û berdabûn dîsa dibîne. Bi destê wan digire û wan dibe cem Şêx Seîd. Li ser vê rewşê Şêx Seîd pir aciz dibe û dibêje, here tu çi ji wan dikî tu dizanî. Şêx Seîd ji wan dipirse û dibêje ‘Navê te çiye tu ji ku derê yî?’ Leşker bersiv dide û dibêje ‘Navê min Hema ye. Em musliman in. Ez Kurd im’ û xwe hêrs dike. Şêx Seîd jî radibe û dibêje ‘Ey ehmeq Hema, madem tu Kurd î, ola te îslam e û zimanê te dimilî ye. Ji bo van tiştan min çend salên xwe da, lê tu îro hatiyî radibî derdikevî pêşiya min.” Ew jî radibe û dibêje; “Ji me re dibêjin Şêx Seîd û Îngiltere bi hev re tifaq ava kirine û dixwazin bi hev re dewleta Ermeniyan ava bikin.” Şêx Seîd li hemberî vê yekê pir bêzar dibe û dîsa wan teslîmî fermandar dike.
Daxwaza Şêx Seîd çibû
Şêx Seîd dixwest hemû partî, kom, siyasetmedar û hemû aliyên Kurd di bin sîwanekê de li hev kom bike. Dixwest hemû aliyên Kurd di nokteyekê de li hev kom bike. Dixwest tifaqa Kurdan xurt bike.
Gotina Şêx Seîd a herî dawî çi bû?
Dema Şêx Seîd Efendî dibin ber dar; dibêje, ‘Ez li hemberî wî darê ku we li pêş çavê min cit kiriye, bejna xwe natewînim. Li hemberî wan sêdarên we yên hişk berwar nabim. Armanc û mebesta min, rizaya xweda û ol e. Ziman e, netew û rûmet e. Serxwebûn û welat e. Ez ji we û darê we minetê nakim. Dibêje bila neviyên min serbilind bin û bi me şanaz bin. Dibe ku em kuştibin, lê me serî netewand. Em kuştin, lê em netewiyan.
Em dibêjin bila hemû Kurd, li xwe, mîrateyên xwe û raboriya xwe xwedî derkevin. Kurd neteweyeke pir mazlum e. Gelek bedelên giran dane. Ji ber vê yekê em dibêjin yekîtî yekîtî û yekîtî.