Zextên rejîma Îranê li dijî girtiyên kurd berdewam dikin. Girtiyên kurd ên bi navên Idrîs Alî û Azad Şoecaî yên ji rojhilatê Kurdisatnê û Resûl Ahmed Resûl ê ji Silêmaniyeyê ku li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dihatin ragirtin, îro di danê sibehê de ji hêla rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku darvekirina girtiyan hatiye veşartin û mafê hevdîtina bi malbatê re nedane girtiyan.
Li gorî nûçeya Hengawê; her sê girtî di tîrmeha 2023yan de ji hêla Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve hatine binçavkirin û birine navenda binçavkirinê ya li Urmiyeyê. Li vir îşkenceyên giran li wan hatine kirin. Hat diyarkirin ku bi darê zorê û bi rêya îşkenceyê dane axaftin û îfade bi wan dane qebûlkirin û mafê wan a darizandina adilane hatiye binpêkirin.