Şehîdgeha gerîlayên PKKê ya li gundê Pîrejmanê ya li navçeya Pîran a Amedê ji aliyê leşkerên artêşa tirk ve hatiye rûxandin. Goristana ku di sala 2014an de hatibû avakirinû li gor agahiyên çavkaniyên herêmê dan; di goristanê de 42 gorên endamên PKKê yên di demên cuda da jiyana xwe ji dest dabûn hene. Goristan cara ewilî di sala 2016an de ji leşkeran bi makîneyên kar û hewanan hatibû rûxandin.
Li goristanê kevirên li ser goran hatine şikandin û diwarê goran ji hatine xerabkirin. Her wiha avahiyên weke mizgeft, cihê sekna mêvanan, mitbex û daşir jî bi temamî hatine rûxandin. Pira ku di navbera avahiyan û goran de ye jî hatiye hilweşandin. Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî dan hê jî qedexe li ser herêmê heye û vaye 8 sal in tu kes nekariye biçe derdora goristanê. Ji sala 2016an vir ve bi dehan goristanên ku endamên PKKê, HPGê, YPGê-YPJê lê veşartî ne ji aliyê leşker û polîsan ve hatine rûxandin û gelek gor hatine şikandin.
Çavkani: Ajansa Welat