Li Rojhilata Navîn bi feraseta mêrê serdest jin rastî gelek cureyên tundiyê yên weke tundiya fîzîkî, aborî, hestiyarî û hwd tên. Bi taybet di şerê cîhanê yê sêyemîn de ku jin bûye armanceke koletiya ebedî. Nemaze em dikarin bibêjin piştî şikandina jina xwedawend ku wê demê jinan di civaka xwezayî de pêşengiya şaristaniya demokratîk dikir û civak li derdora xwe komdikir û weke xwedawend û pêşenga civakê dihat dîtin. Bi hatina hişmendiya mêrê serdest û şaristaniya dewletê kolekirina jinan pêkanîn û heta niha ev hişmendî dewame dike. Jin ji gelek aliyan ve rastî zextan tên, çi li Afrîkayê û çi li Rojhilata Navîn.
Herî zêde di serdema kapîtalîst de ya ku jin tê de bi lîstokên xapandinê rastî destavêtin, tundî û qurbankirinê tên, nemaze di sedsalên 19emîn û 20emîn de di bin serweriya modernîteya kapîtalîst de li ser cîhanê û taybet li qada Rojhilata Navîn û parçekirina Rojhilata Navîn herî zêde jin bûne qurbanî. Bi taybet di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de qurbanên herî mezin jin bûn ew rewş heta şerê cîhanê yê sêyemîn yê niha berdewam e, bi xwe re gelek encamên xirab û giran tîne.
Jin bi tabloyên herî bi êş û xemgîn bi tundiyê re rû bi rû dimîne; jinên Îranê para xwe ji vî şerê giran digirin û dibine qurbanî.
Rewşa jinên li Îranê û têkoşîna wan li hember koletiyê û tundiyê ku xeta azadiyê esas girtine: Wek tê zanîn jinên li Îranê di bin desthilatdariya dewleta otorîter ku mafê jinan di gelek warên jiyanê yên weke aborî, hiqûqî nemaze siyasî de nedane.
Jinên li Îranê di rewşeke bi nakok û tevlihev de dijîn. Qanûnên ku bi navê dîn li ser jinan zextan zêde dikin û nemaze bi qanûna şerîeta îslamê re dijîn ku pêwîste jin serê xwe û porê xwe binixêfe (hîcab) , qebûlnekirina vê qanûnê dibe sedema ku jin werin girtin û bi cezayên darizandinê re rû bi rû bimînin.
Weke Jîna Emînî ya ku 22 salî bû û tundiya li ser wê hişt ku jiyana xwe ji dest bide. Polîsên Îranê ji ber ku Jîna Emînî porê xwe wek ku wan dixwest veneşartibû êrişê wê kirin. Mirina jina ciwan bû sedema serhildaneke neteweyî. Ev serhildan bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” berfireh bû. Ne tenê ji bo mafên jinan bû, her wiha li hember sîstema Îranê jî bû.
Çima jin li her derê nexasim jî li Îranê bûye metirsiyekê û dewlet ji jinan ditirse?
Ji ber ku zanebûn, rêxistinkirin û yekbûna jinan ji xwe re weke xeteriyekê dibînin.
Dewleta Îranê di qanûnên xwe de qaşo dide diyarkirin ku jin dikarin bixwînin û kar bikin lê di pratîkê de ev gotin nayên pêkanîn û ne yeksan e. Heta gihiştiye wê astê ku jin bêyî mêr ne dikare kar bike û ne jî bixwîne. Pirsgirêka herî mezin astengkirina jinan di xwendinê de ye, ji ber ku jinên perwerde bibîn û zane bibin, zirareke ku paşê bike ku ev sîstem hilweşê. Her tim jinan di çarçoveyeke teng de dihêlin.
Serkefina şoreşê li hember sîstema heyî ya ku koka xwe ji şaristaniya dewletê digire bi azadiya jinan re pêkan e.
Di dîrokê de gelek jinên ku li dijî zilmê, qirkirin û sîstema baviksalar serî hildane û têkoşiyane hene yên weke Rosa luxemburg, Klara Zetkin, xwişkên Mîrabel û hwd. Van jinan têkoşînên gelek mezin pêk anîne. Bi cesaret û fedakariyê û di peyamên xwe de diyar kirine ku jin ne kole ne. Di asta cîhanê de deng dane lê têkoşîna wan heta astekê bû û mixabin tam negihişt asta ku sîstema heyî ku mêr serweriyê dike û hişmendiya wê sîstemê biguherînin. Ji ber rêxistina xwe ya xweser ava nekirine û bûn weke pêleke femînîst û nebûne hêzeke cîhanî.
Di dema sosyalîzma pêkhatî de piştî şoreş pêk hat, azadiya jinan pêk nehat, jin dîsa bûn zayenda duyem, alîkarê zilam û amûra koletiyê. Beriya ku şoreş bi ser bikeve ku bi nêzikbûna wê ji jinan re digotin ” Dema şoreş bi ser bikeve jin wê azad bibe û mafên jinan wê werin dayîn”. Lê berovajî wê ye, dema ku jin azad bibe şoreş li hember zilmê wê bi ser bikeve.
Jin di bin hişmendiya zayendpersetiyê ango sîstema desthilatdar ku jin û mêr di gelek aliyan de ji hev cuda kirine, herwiha erkên wan ji hev cuda kirine, di nava heman êş, zext û zordariyê de li cîhanê derbas dibin. Ango dîroka jinan, êşa jinan û pirsigrêkên jinan yek in sedema wan jî ew e ku sîstemê mafên jinan nedane.
Ji bo vê pêwîst e jin li hember guhertina kevneşopiyên civakê û sîstema desthilatdar di têkoşîna xwe de bi israr bin û têkoşîna jinan bibe şoreşeke enternasyonalîst, da ku hevjiyaneke azad ava bikin û bi dîplomasiya Netewa Demokratîk ku destpêkê karaktera jinan e. Çawa ku dîplomasiya netewedewletan li ser karaktera mêran dimeşe, dîplomasiya netewa demokratîk jî li ser karaktera jinan e. Ev feraset hêzbûna dewletê red dike li ser bingeha wekheviyê ye û hêza çareseriyê ye ku mafê jinan were dayîn ji bo vê pêwîste jin di cîhanê de û bi taybet li Rojhilata Navîn xwe li ser vê bingehê rêxistin bikin.