Rûniştina duyemîn a doza li nûçegihana JINNEWSê Derya Ren ku di 7ê Çile de ji bo şopandina nûçeyan çû navçeya Belqis a Dîlokê û ji hêla polîsan ve bi hinceta “gumana maqûl” hatibû binçavkirin, hat dîtin.
Rûniştin bi kontrolkirina nasnameyê dest pê kir û dozgeriyê nerîna xwe ya li ser bingeha rûniştina berê dubare kir, daxwaz kir ku Derya Ren ji ber “heqaretkirina eşkere ya karmendekî giştî” bê cezakirin.
Parêzerên Derya Ren parastina xwe ya amadekirî bi nivîskî pêşkêşî dadgehê kirin. Piştre heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û biryar da ku Derya Ren bi hinceta ku hêmanên qanûnî yên sûcê “heqaretkirina bi eşkereyî ya karmendekî giştî” ku ew pê tê tawanbarkirin nehatine bicîhanîn û biryara beraeta Derya Ren da.