27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgeha Evînê hat bombebaran kirin

Girtîgeha Evînê ya li Tahranê ku gelek girtiyên siyasî yên kurd jî têde têne ragirtin, bû armanca êrîşên balafirên şer yên Îsraîlê.

Li gorî nûçeya RojNewsê; hat zanîn ku çavkaniyên xwecihî yên li herêmê ragihandine balafirên şer ên Îsraîlê bi şev Girtîgeha Evîn a li Tahranê ku girtiyên siyasî têde têne ragirtin, bomberbaran kiriye.

Dengê teqînên mezin hat bihîstin û dûman ji girtîgehê bilind bû. Li gorî dîmenên hatine belavkirin, tê dîtin ku Girtîgeha Evîn hatiye bomebaran kirin. Li gorî hinek agahiyan tê gotin girtîgeh di 18ê hezîranê de hatiye bombebaran kirin. Lê der barê dîroka êrîşê de agahiyek zelal nehate wergirtin.

Piştî êrîşî rayedarên girtîgehê, çûyîn û hatina nava girtîgehê girtin û gelek ambulans sewqî girtîgehê kirin. Hêjayî gotinê ye li nav girtîgehê gelek siyasetmedar, rojnameger, çalakvanên mafên mirovan û welatiyên biyanî tên ragirtin.

Der barê bûyerê de heta niha ji rayedarên Îranê tu daxuyaniyek nehatiye, Îsarîlê jî êrîşê pitşrast nekiriye.