Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, ku di 13ê Hezîrana 2025an de bi êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kir; ne tenê krîzeke di navbera du dewletan de ye. Di heman demê de encama kûr a sîstema modernîteya kapîtalîst e. Ev şer, ku bi şerê Kendavê yê 1990-1991ê re kete rojevê û bi êrişa 7ê Cotmeha 2023an a li Xezeyê tundtir bû, xetereyên mezin li ser Rojhilata Navîn, gelan û bi taybetî Kurdan çêdike.
Şerê Îsraîl-Îranê encama polîtîkayên mêtingerî û serweriya kapîtalîzma global a ku bi şerê cîhanê yê yekemîn re li Rojhilata Navîn hate damezrandin e ye. Sîstema netewe-dewletê, ku li ser bingeha berjewendiyên sermayeyê û rêyên enerjiyê ava bû, her tim xetereya şerên bi vî rengî ava dikir. Êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê, ku bi piştgiriya DYA, NATO û welatên Ewropî hate kirin, armanc dike ku bandora Îranê ya di sala 1979 bi Şoreşa Îslamî li herêmê hatî avakirin lewaz bike, têk bibe. Welatên Rojavayî û Îsraîl bi salên dirêj ji bo bandora Îranê li herêmê kêm bikin, Îran jî ji bo hebûna van welatan lewaz bike di nava şerekî bi wekalat de bûn. Lê vê pêla êrşên nû re diyare şerê wekaletê bi dawî bûye û aktorên sereke daketine qada şer.
Li gorî agahiyên dawî, şer hîn di qonaxeke destpêkê de ye, lê bi êrişên mûşekî û dronan berfireh dibe. Xeterî heye ku şer belavî heremê bibe û welatên weke Lubnan, Sûrî û Iraqê jî bigire nav xwe. Rûsya û Çîn piştgiriya dîplomatîk didin Îranê, lê DYA û NATO jî bi helwesta xwe eşkere dikin ku ew li gel Îsraîlê ne.
Şerê Îsraîl-Îranê aramiya Rojhilata Navîn têk dibe. Aboriya herêmê, bi taybetî hinardeya petrolê, di xetereyê de ye ji ber êrişên li ser tesîsên enerjiyê. Koçberiya bi darê zorê zêde dibe û rewşa mirovî li welatên herêmê xirabtir dibe. Li aliyê siyasî, şer hevsengiyên hêzê diguherîne. Îran hewl dide bandora xwe li herêmê biparêze, lê Îsraîl bi piştgiriya DYA’yê dixwaze vê bandorê ji holê rake. Tirkiye, wekî aktorekî herêmî, di navbera têkiliyên xwe yên bi NATO û Îranê de di rewşeke aloz de ye.
Sîstema kapîtalîst, bi rêya şer, berjewendiyên sermayedaran diparêze. Şîrketên çekan, bazirganî û înşaetê ji şer qezenc dikin, lê gelên herêmê, di nav de kêmnetew, tên kuştin, qirkirin û talan kirin. Yên êşê dikşînin dîsa gel bi xwe ye. Ev jî diyar dike ku şer ne tenê hilweşandinê tîne, lê di heman demê de derfetên nû ji bo mêtingeriyê û serweriya global diafirîne.
Gelên li Rojhilata Navîn her tim di bin xeteriya şeran de bûne. Şerê niha vê xeteriyê mezintir dike. Lê divê were zanîn ku ev şer ji bo Kurdan derfetên nû û xeteriya jî diafirîne. Bêgûman rewşa her çar perçeyên Kurdistanê ji hev cûdaye lê ger li van perçeyan Kurd bikaribin yekîtiya xwe ava bikin û li gorê dînamîkên heyî tevbigerin pir eşkereye ku wê bikaribin destkeftiyên mezin jî bi dest bibin.
Bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê Kurd di bin zordariya dewleta Îranê de êşên mezin dîtin. Li dijî zîhniyeta dewletê ku hebûan gelan û îradeya wan tine dihesibîne Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya 2022’an nîşan da ku Kurdên Rojhilat dikarin pêşengî ji têkoşîna demokratîk re bikin.
Ger li vî perçeyê welat Kurd yekîtiya neteweyî ava bikin û di xeta neteweya demokratîk, ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşniyarkirin, tevbigerin dikarin destkefiyên mezin bi dest bixin.
Di encam de em dikarin bêjin; şerê Îsraîl-Îranê encama sîstema modernîteya kapîtalîst e, ku Rojhilata Navîn veguherandiye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Kurd, wekî aktorekî girîng, dikarin li herême di vê rewşê de bi yekîtiya neteweyî û têkoşîna demokratîk derfetên nû biafirînin. Rêya çareseriyê, wekî ku Rêber Apo destnîşan dike, di neteweya demokratîk û yekîtiya gelan de ye. Divê gelê Kurd, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, bi bawerî û rêxistinbûnê vê derfetê bi kar bîne û ji bo jiyana azad têbikoşe.