Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê û Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, Rehan Bayik (94) di 19ê Hezîranê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê wefat kir. Nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî jî di nav de tevî endamên malbatê cenazeyê Rehan Bayik ji Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê anîn Mizgefta Navendî ya Xarpêtê. Piştî nimêja cenazeyê, cenaze anîn gundê Aşagi Çakmakê yê navçeya Kebanê. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydenîz û Serhat Eren, Meclisa Jinan a DBP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên DEM Partiyê yên Xarpêt, Çewlig û Dêrsimê, hevşaredarên DEM Partiyî û gelek kes tev li merasîma definkirinê bûn. Cenazeyê Reyhan Bayik, li goristana gund bi merasîmekê hate definkirin.
Girseya tev li merasîma definkirina cenaze bû, piştre jî derbasî Mizgefta Veysel Karanî ya li Taxa Zanîngehê bû û sersaxî ji malbatê re xwest.