Her jin ji destpêka jiyana xwe heta mirina xwe tim di nav têkoşînê de ne. Dema çavên ku li wateya jiyanê vedikin têkoşîna wan destpêdike. Yek ji van jinan ku ji zarokatiya xwe heta şehadeta xwe tim di nav têkoşînê de bûye hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş a ku di 20ê hezîrana 2023yan de ji aliyê dewleta Tirk ve hedef hat girtin e.
Yusra Derwêş ji malbata Mele Newaf a di nava herêmê de navdar, di îlona 1971ê de li Amûdê, rojavayê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Yusra di nava 5 xwişk û 6 birayan de zaroka 7emîn e. Weke hemû zarokên welatê xwe wê jî bi zimanê biyaniyan û di bin siya bişavtinê de dibistan xwendiye. Ji ber xwedî armanc bû û bi bername xwe perwerde dikir ji pola yekê ya dibistana seretayî heta pola dawiyê ya dibistana amadeyî timî li pêş bû û asta wê ya xwendinê bilindbû. Ji ber wê li ber çavan diket û hemû zarokên dibistanê dixwestin pê re hevaltiyê bikin. Ji xwe bawer û bêminet bû. Ji ber wê jî tu carî xwe di bin baskê bişavtinê de neperçiqand. Hem di nava malbatê de zimanê xwe hînbû hem jî di dibistanê de xwe bi bername dikir û dema xwe dagirtî derbas dikir. Ji xwe bi mifredatên dibistanê re sînordar nedima û timî pirtûkên cuda dixwend ku asta zanebûna wê ji ser a zarokên hevalên wê re bû. Ev hemû dibûn sedem ku ji xwe bawerbûna wê zêdetir xuya bike.
Bi van taybetmendiyên xwe yên ji zaroktiyê di çavên wê de pêşengî diyarbû. Li hemberî paşverûtiyê şer kir û ji jinên ku li zanistê digerin re bû pêşeng. Ji zarokatiya xwe ve serî ji siyasetên nîjadperestiyê yên ku li welatê wê dihatin meşandin re ne tewand, li hemberî destpotî û nîjadperestiya di pergala perwerdeyê ya rejîma serdest sekinî. Ji ber wê jî di nava hevalên xwe de diyarker û mînaka serkeftîbû.
Cesaret dida hemû hevalên xwe
Ji nava malbatê jî xwişka mezin Kewser Derwêşê bîranînên Yusrayê yên dema di asta amadeyî de dibistan dixwend ku bi zanebûna xwe bawerbû û serî li hemberî kevneperestiyan radikir anî ziman û got: “Ji ber jêhatîbûna xwe timî dibû hedefa mamostayan, lê dîsa jî mafê xwe ji kesî re nedihêla û li hemberî pergala perwerdeyê ya rejîmê disekinî. Li gel ku di dibistanê de jêhatî bû jî di roja belavkirina karnameyên xwendekarên pola 11mîn de mamosteyekî pûanên wê kêm kirin. Yusra ya bi jêhatîbûna xwe dihat zanîn ew zilm qebûl nekir û li hemberî siyaseta nîjadperestiyê rabû. Bi helwesta xwe ya bêtirs cesaret dida hemû xwendekarên mafê wan dihat xwarin. Di wê kêliyê de car din weke her carê tirs û xof ji kesê nekir û li pêşiya çavên tevahî mamosteyan karnameya xwe qetand. Vê yekê cesaret dixwest ku li hemberî pergala mêrsalar a dewletê ya perwerdê bikare helwestek wiha raber bikê û doza mafê xwe bike. Ji bo wê ew kêlî û helwesta wê kêliyê raber bike giring bû. Piştî wê berdêl çi bû, bêyî ku bifikire û bikeve dudiliyê bi şêwazeke zelal bertek raber kir û nêzîkatiya wan a cudaxwaz nepejirand. Ev tenê mînakek bû, gelek caran bi vî awayî li hemberî nêzîkatiyên cudahiyê dixe nava nijadan û zayendan derketiye.”
Beşdarbûna Koma Agirî
Di temenê nûciwaniyê de bû dema ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nû ji bakurê welatê wê derbasî Rojava dibe û ji wê jî derbasî qada Rojhilata Navîn dibe ku di nava demeke kin de navê xwe li tevahiya welat bi wêrekiyê dide bihîstin û heyraniyê di nava ciwanan de dide çêkirin. Ji bo tevahiya ciwanan dibe cihê balkêşiyê û pêl bi pêl ciwan berê xwe didin nava refan. Yusra jî di wan çaxan de li hemberî despotiya mêtînger, bişavtin û zordariya ku li ser welatê wê tê ferzkirin înad dike û bi xebata çandê dest bi ketina nava komên şoreşgeran dike. Li hemberî bişavtina çandê ji xebata hunerî despêkirin têra xwe watedarbûye. Despêkê tev li nava xebatên Koma Agirî ya ku di sala 1986an de hatiye avakirin dibe û hemû enerjiya xwe ya herikbar tev li berhemên komê dike. Di çalakiyên cejna Newrozê ya weke zayîna welatê wê tê binavkirin bû û kelecana xwe ya yekem car derketina ser dikê bi dîdaran re par kir. Ev xebatên ku wê di dema pêş de bibe bingeha tevlibûna şoreşê zêdetir bandorê li dersên wê yên dibistanê jî dike û her diçe di xwendinê de jî zêdetir geş dibe û pêşketina wê qat bi qat zêde dibe.
Dema xwendina xwe ya amadeyî li Amûdê diqedîne, li Zanîngeha Helebê Beşa Wêjeya Fransî dixwîne. Ji xwe berê de hêrsa wê ya li hemberî bişavtina çandê berê wê daye qada hunerê û niha jî tercîha xwe ya zanîngehê li beşa wêjeyê dike ku hîn zêdetir bikaribe bibe zimanê çalakiya xwe. Dibe ku di hilbijartina qada wêjeyê de bandora wêjevana Şoreşa Cezayirê ya ku yek ji pirtûkên herî bibandor a bi navê `Jina Mezarê Wê Neyî` bi zimanê fransî nivîsiye û paşê wergerî gelek zimanên cuda hatiye kirin Assia Djebar û wêjevana ber peravên çemê Nîlê Nawal Elsaadawi ya ku pirtûkên mîna `Di xala sifrê de jin` li ser newekheviya zayendî û zoriyên ku jin pê re rû bi rû hatine nivîsandiye hebe. Di wî temenê biçûk de dikeve nava van lêhurbûnan û li rêyên çareseriyê digere.
Dîtina Rêber Ocalan
Ji ber êdî ev pirsgirêkên civakî ji temenê wê gelekî mezintir in û wê mijûl dikin, pê re jî bandorê li perwerdeya wê dikin, ji lewra di pêvajoya zanîngehê de du salan ji xwendinê tê dûrxistin. Paşê çareseriya van pirsgirêkan di xwendina dibistanê de nabîne û dibistan ji nakokiyên wê re nabe bersiv. Ji ber vê yekê dev ji zanîngehê berdide û beşdarî karê rêxistinkirinê û têkoşîna ji bo doza gelê Kurdistanê dibe. Li ser vê yekê li gelek bajarên rojavayê Kurdistanê têkoşîn meşand. Di salên 90î de diçe Rêber Abdullah Ocalan dibîne. Piştî wê hevdîtinê her diçe asoyê wê fireh dibe û pê re jî armancên wê mezin dibin lê xwendina wêjeyê jî diecibîne û timî di goşeyekê de cih ji wê re vediqetîne ku firsendê bibîne bi temamî biqedîne. Di ferhenga jiyana wê de karekî ku nîvco maye tunebûye. Hem jî dema mijar wêje be û dizane wê ji bo xebata wê ya nû jî xwedî cihekî giring be ji bo wê dev jê bernade heta firsendê bi dest dixe, careke din diçe Helebê û xwendina xwe ya Beşa Wêjeya Fransî di sala 2001ê de diqedîne.
Her mal dikir dibistan
Yusrayê zarokên navçeya xwe û yên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê fêrî ziman kir, lê ji ber ku malbata wê li gel hikûmeta Şamê bênasname bû, li dibistanên fermî yên hikûmetê nehat erkdarkirin. Ji xwe derdekî wê yê li pey karê fermî bikeve jî tunebû. Ji ber her mala lê rudinişt zarok lê kom dibûn bi xwezayî dibû dibistan. Perwerdeyên wiha xwezayî û bi sohbetan dihatin dirêjkirin jî zêdetir ji zarokan re sudmend bû. Her ku didît zarok sudê ji perwerdeya wê dibînin zêdetir ji vê rêbaza perwerdê hez dikir û perwerdeya xwe didomand. Di nava salan de bi sedan şagirt li ber destê wê fêr bûn. Şagirtan ew wekî dayik û hevala xwe didîtin ku bi ruh û rûyê xwe yê biken cihê xwe di dilê wan de dikir. Hîna jî şagirtên wê demê wê weke mamostaya xwe pênase dikin û keda wê ji bîr nakin. Piştî ewqas zilm, destpotî, asîmîlekirina ziman û çandê ya ji aliyê rejîma Baasê ve, di 19ê Tîrmeha 2012yan de çirûska şoreşa demokrasiyê li Rojava pêket. Şoreş ji Yusrayê re bû derfetek da ku di qadên têkoşîn û parastina maf û nirxên gelê xwe de cih bigire.
Yusra dev ji perwerdeya li gel rejîma Baasê berdide û tev li xebatên şoreşê dibe. Piştî ku perwerdeya di Saziya Zimanê Kurdî de bidawî dike, zarokan fêrî zimanê Kurdî dike. Têkoşîna wê di qada perwerdeyê ya Amûdê de sînordar nema. Ji bo pêkanîna guhertineke giştî di civakê de û avakirina pergaleke xweser a demokratîk cihê xwe di komîn û meclisan de jî digire. Her wiha yek ji damezrînerên Rêveberiya Dibistanan a Amûdê bû. Di sala 2012-2013an de wekî hevseroka Meclisa Amûdê wezîfe kir. Di heman demê de roleke pêşeng di rêxistina civakê ya di aliyê bîrdozî pêk anî, pişt re bû hevseroka saziya perwerdeyê ya Amûdê.
`Yusrayê hêz dida me`
Xwişka biçûk a Yusrayê, Meyada Derwêşê Yusra wekî jineke wêrek pênase kir û got: ” Tu carî serî ji westandinê re danedixist, ji ber ku ji welatê xwe, ji ziman û ji gelê xwe hez dikir. Mehek û nîv beriya şehadeta wê hinek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê çêbibûn, min bi hêrs jê re got, çima tu girîngiyê nadî tenduristiya xwe, bi henekî bersiv da û got dema min nîn e. Yusrayê hêz dida me.” Meyadayê anî ziman ku dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê, Yusra ji bajar û malê derneket, lê bi rûgeşî pêşwaziya şêniyan dikir û bi axaftinên xwe moralekî bilind dida wan.
Yusra Derwêşê erkên ku jê dihatin xwestin bê dudilî bi cih dianî. Ji hevalên xwe yên kar hez dikir û ew wekî malbata xwe ya duyemîn didît û nêzî her kesî bû. Di şertên herî zehmet de bi axaftin û rûyê xwe yê geş cihê xwe di dilên wan de çêkir.
Berdevka Rêveberiya Dibistanên Amûdê Hena Xalid ku hevala Yusrayê bû jî wiha got: “Beriya şoreşê derfet tunebû ku fêrî zimanê dayikê bibin, lê niha em bi sedan dibistanan birêvedibin û nifşên nû ku xwedî li zimanê dayikê derketiye ava dikin. Divê em têkoşînê berdewam bikin û sîstema xwe ya perwerdeyê pêş bixin û bigihînin astên jor.”
Piştî têkoşîneke bi salan a ji bo pêşxistina qada perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yusra Derwêş di 1ê mijdara 2022yan de ji bo hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê tê hilbijartin. Ji bingehê ku meclis yek ji hêmanên sereke ya rêxistinkirin û avakirina civakeke azad û demokratîk e, Yusrayê jî ji bo bihêzkirin û pêşxistina komîn û meclisên kantonê kedeke mezin da.
Yusra Derwêş di xwepêşandaneke ku li Amûdê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin de got: “Çima dewlet nahêle Rêbertî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, ji ber ku çareseriya aloziya Sûriyeyê li gel Rêber Abdullah Ocalan e. Rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî li ku derê ne. Her kes dizane mafê her girtiyekî/ê heye ku parêzerên xwe bibîne. Dewlet ji fikir û felsefeya Rêbertî ditirse.”
Rojek piştî vê axaftinê ango 20ê Hezîrana 2023yan, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma li ser rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de di êrîşa hewayî ya Dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya wan de şehîd bûn û hevserokê meclisê Gabî Şemûn jî birîndar bû.