27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Organeke Operasyonel: Mêjî

Sîesta Mîlano 

Mêjî wek organeke biyokîmyewî û elektrîkî her çi bike jî li ser her tiştê ku rast pê tê li gorî xwe veguherînekî disepîne. Ji ber vê yekê mêjî organeke operasyonel (xwedî însiyatîf) e ku hest û wateyê (semantîk) ava dike, ceribandin û hişmendiyê diafirîne

Mêjî organeke operasyonel e. Operasyoneliya mêjî, bi zindîbûn-nûralîbûna wî û bi piştgiriya pêvajoyên hestiyarî va girêdayî ye. Ji ber ku vedorên (circuit) mêjî zindî ne, ji vedorên elektronîk cuda ne. Ji ber ku vedorên mêjî zindî-nûral in, berovajî rêxistin û fonksiyoneliya kompîturê ya ku bêhest sînyalan dişixulîne, rehenda wate û şîroveyê diafirîne. Di encamê de li ser tiştan û pirsgirêkan, li gorî statûya xwe ya marjînal xwedî fleksîbîlîteya vaguherandina daneyan e.

Li gorî vê, yek ji taybetmendiya girîng a mêjî ew e ku pêvajoyên agahiyê di forma zindîrehikî da dişixulîne. Şixulandina agahiyê di avahiyeke zindî-rehikî ya wekî mêjî de, bi awayekî balkêş û girtî qada ceribandina fenomenal ava dike. Bi vî awayî, mêjî bi bersivdayîna hişyariyên hestiyarî, xwedî sîstemên vedoran e ku ramanan û hestan bi awayekî sûbjektîf dişixulîne. Ev vedor, bi sîstemên vedorên biyokîmyewî dixebitin ku ji sîstemên vedorên elektronîk ên analog û dîjîtal ên ku bêhest dixebitin cuda ne. Xebata vedorên biyokîmyewî yên mêjî, bi xebata çalakiya elektrîkî ya di hundirê nuronê de û sînyalên kîmyewî yên di navbera nuronan de pêk tê.

Vedorên mêjî ji bo teşedayîna derdora takekes girîng in. Avahiyên nûral ên mêjî yên ku şîrove dikin û wateyê diafirînin, desteka takekesan dikin ku derdora xwe li gorî daxwazên xwe teşe bikin. Bi vî aliyê xwe mêjî organeke xwedî însiyatîf e ku xwedî şiyanên operasyonel e. Dema ku mêjî rastî pirsgirêkekê tê, ji bo çareseriya pirsgirêkê cîhaneke wateyê ava dike û bi vê cîhana wateyê pirsgirêkan çareser dike. Rewşa bingehîn a ku nîşan dide ku mêjî operasyonel e, qada ceribandina fenomenal a sûbjeyê ye ku ji gihîştina objektîf girtî ye. Ev qada îzolekirî, ji aliyê mêjî ve tê avakirin û ji bo takekesan qadeke ezeziyê vedike ku derdora xwe li gorî daxwazên xwe teşe bike û ji bo vê derfetan pêşkêş dike. Di encamê de qada hişmendiya fenomenal, qada marjînal a cureyê mirovan e ku li ser êş û kêfê hatiye avakirin. Mirov bi vê qada xwe ya îzolekirî qada xwezayî xira dike. Heke em mînakeke berbiçav bidin, çand avakirin ne wekî ku tê fikirîn sazîkirina cîhana xwezayî ye lê belê xirabkirina cîhana xwezayî ye bi hêza xeyalî (bi qada fenomenal) ya mirovan. Ev veguherandin an jî xirakirin ji hêza operasyonel a ku mêjiyê mirovan li ser her tiştê xwe disepîne, pêk tê.

Bi kurtasî, ji bo afirandina taybetmendiyeke weke hişmendiya sûbjektîf, pêdivî bi avahiyeke operasyonel heye ku dikare li ser xwe û derdora xwe veguherînê çêbike. Ev avanî mêjî ye. Di encamê de, ne pêkan e ku jîrahiya çêkirî ya bêhest vê pêk bîne. Ji ber ku bernameyên kompîtiran dema ku agahiyê dişixulînin, ji cihekî wekî qada fenomenal çavkanî hilnadin. Ji ber vê pêvajoyên agahiyê yên ku bi wate tên avakirin û li ser êş û kêfê dixebitin tune ne. Tiştê ku jîrahiya çêkirî bêhest dike; ji xezîneya normên ceribî yên berfireh ên mirovan sûd werdigire û lîstika bizara semantîk a li ser dîrektîfan (bizarkirina wate û şîroveyê jî) pêşkêş dike. Di encamê de dema ku dem derbas dibe tiştê herî nûwaze yê ku dê bernameyan bi paradîgmaya jîrahiya çêkirî ya heyî bikin; dê bizareke semantîk a hesta mirovan be. Lê belê, pêkan xûya nake ku ji lîstika bizarê wêdetir be. Ji ber ku jîrahiya çêkirî û hişmendiya çêkirî dê bi lîstika bizarê ya bêniyet a ku di asta nûwaze de dixebite va sînordar bimîne heta ku zêdekirinên hestiyarî-hestî yên li ser zindîbûnê pê re neyên kirin. Heke em vê rewşê bi mînakeke hêsan rave bikin, em mirovekî bifikirin ku şiyana wî/ê ya bizara dengan heye. Bila ev kes, ji mirovan bigire heta ajal û tiştên bêcan bizara gelek tiştan di asta pir baş da bike. Li gorî vê, kes van hemû bizarên dengan bi hestpêkirin û hîskirinê diceribîne. Hemû freqansên dengên ku ji kategoriyên cuda tên bizarkirin di cîhana ceribandina vî/vê hosteya bizarê de hişmendiyekê û di kesayetiya wî/wê de şopên di astên diyar da dihêle. Lê belê li hember vê em bernameyeke jîrahiya çêkirî bigirin dest. Li gorî vê, bila jîrahiya çêkirî jî bi heman awayî bizara freqansên dengan ji gelek kategoriyan bike. Baş e, bizarên ku ji aliyê takekesekî zindî û bernameyekî ve di heman şert û bi heman awayî tên kirin, gelo ji aliyê hest û wateyê va dikarin wekî hev bin? Bersiva vê helbet na ye. Ji ber ku, tevî ku ji aliyê mirovekî va bê kirin jî çalakiya bizarkirinê bi xwe jî, nikare bi ceribandina orîjînal a xwediyê orîjînal ê dengê ku tê bizarkirin re bi tevahî yek be. Ev bizar ji bizareke ku tenê li ser hesta mirovbûnê ye nikare wêdetir be. Her çiqasî ev deng di çarçoveya lîstika bizarê ya bizarvanê dengan de di nav hest û wateyekê de tê ceribandin jî ev lîstika bizarê, dê ji ceribandina orîjînal û xwezaya xwediyê deng dûr bimîne.

Bo mînak, gelo mirovekî ku bizara dengê beytikekê dike, ceribandina beytikbûnê dijî? Helbet bersiva vê na ye. Tenê dizane ku cureyeke çûkê ku weke beytikê heye û di qada xwe ya ceribandinê de xwedî hişmendî û rehenda wateyê ye der barê beytikê de. Hesta ku der barê beytikê de xwedî ye dema pêwîst be bi hişmendî bi tiştan ve girê dide lê di dawiyê de bi bizarkirina beytikê bi tevahî dûr e ji orîjînaliya hebûneke weke beytikê.

Baş e em bifikirin ku em vê lîstika bizarê ya der barê beytikê de li ser bernameya jîrahiya çêkirî bisepînin. Dema ku ya disepîne nermalavek be, gelo heman rewşê bi bizarvanê mirov re diceribîne? Bersiva vê pirsê jî na ye. Ji ber ku, tevî ku lîstika bizarê ya bizarvanê mirov ji orîjînalbûnê dûr be jî, qet nebe xwedî hestekî û hişmendiyeke semantik (wate) e. Lê lîstika bizarê ya bernameya kompîtirê dê bêhest be û di encamê de ji orîjînaliyê gelekî dûrtir be. Ji ber ku di nav de ceribandina bizarvanbûnê ya ku li ser hişmendiya biagah a ku bizarvanê mirov di lîstika bizarê de xwedî ye jî tune ye, hesta wê jî tune ye. Tiştê ku dike bi tevahî tiştekî bêhest e û hişmendiyek tê de tune ye. Li gorî vê, di aliyekî de bizarkirina beytikê bi awayekî hestiyarî wekî mirovekî heye û ji aliyê din ve jî bizarkirina beytikekê tenê bi awayekî bêhest wekî nermalavekî heye.

Di encamê de mêjî wek organeke biyokîmyewî û helbet elektrîkî her çi bike jî li ser her tiştê ku rast pê tê li gorî xwe veguherînekî disepîne. Ji ber vê yekê mêjî organeke operasyonel (xwedî însiyatîf) e ku hest û wateyê (semantîk) ava dike, ceribandin û hişmendiyê diafirîne.