24 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman û hişmendiya neteweyî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Ziman di dîroka mirovatiyê de yek ji rêgezên herî bingehîn ên ji ragihandinê wêdetir e. Ew avahiyeke hîmdar û bergehdar e ku awayê ramana takekes û têgihîştin û bîra civakî û çandî di xwe de dihewîne.

Her ziman neynikeke bêhempa ye ku nirx, efsane, mîtolojî, jiyana rojane û rêwîtiya dîrokî ya civaka mirovê/a ku tê de ji dayik bûye, nîşan dide. Di vê çarçoveyê de -wekî ku her car tê kirpandin- ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye, heman demê hilgirê hişmendiya takekes a neteweyî û stûna nasname, hebûn û xwebûna wî/ê ye. Rola ku ziman di hewldanên neteweyan de ji bo diyarkirin, parastin û domandina hebûna xwe dilîze, girîng e. Lewre ziman di avakirina nasnameya ferdî û civakî de faktoreke diyarker e.

Berî ku takekes di civakê de qonaxa fêrbûna çanda xwe biqedîne, rastî gelek kesên ku kesayetiya wan ji hev cuda ye tê. Ev çanda ku takekes bi xwe jî pê rû bi rû dimîne bêtir bala wî/ê dikişîne û dixwaze li gor wê çandê bijî û xwe bide çespandin. Ev çand nemaze li gor hişmendiya neteweyî dişêwe û geş dibe. Ya girîngtir jî ew e ku em zimanê dayikê her gav wekî berdevkê derbirîna ramaneke afirîner û çêker û hişmendiya neteweyî were dîtin. Gava ku gotinên pêşiyan, biwêj metelokên di zimanekî de tên lêkolînkirin, hişmendiya neteweyî ya civaka ku bi wî zimanî diaxive, jixweber derdikeve holê.

Di geşedaniya hişmendiya neteweyî de rola ziman pir girîng e. Çawa ku mirov her tim bi saya zimanê xwe dibe heyîneke civakî, heman gavê dibe heyîneke neteweyî jî. Mirovê/a ku bi zimanê xwe yê dayikê difikire û xwe îfade dike, di civakê de xwe aramtir, azadtir û ewlehtir dibîne. Ev hest hem di avakirina nasnameya kolektîf de hem jî di nasnameya takekesî de dibe alîkar ku takekes têkiliyên xwe yên civakî de bi ser bikeve. Hişmendiya neteweyî, wekî diyardeya vê nasnameya kolektîf, ew e ku mirov ji heman koka dîrokî, çandî û zimanî tên. Ziman di dîrokê de ji bo gelek neteweyan bûye qada berxwedanê. Di serdemên bindestî, bişavtin/asîmîlasyon û mêtinkariyê/kolonyalîzmê de netewe bi saya zimanê xwe hewl dide ku nasnameya xwe biparêze. Di vî warî de ziman ne tenê nasnameyê ava dike; heman demê nasnameya neteweyî diparêze, hildigire û nifş bi nifş vediguhêze dahatûyê.

Pêkhatina hişmendiya neteweyî û helwesta zimên di dîrokê de bi derketina netewedewletên nûjen re sîstematîktir bûye. Tevgerên neteweperest ên ku di sedsala 18 û 19an de li Ewropayê pêş ketine, nîşan didin ku ziman di vê pêvajoyê de hêmaneke bingehîn e. Her neteweyê zimanê xwe wek sembola yekîtî û reseniyê dîtiye û ji dîrokê bigirin heta çandê, ji perwerdehiyê bigirin heta çapemeniyê, ji wêjeyê bigirin heta hunerê, ji hiqûq û dadmendiyê bigirin heta bazirganî û aboriyê, di her qadê de hewl daye ku zimanê xwe yê dayikê sererast, têkûz û serdest bike.

Têgiha “netewe”yê bi giştî li gor “zimanê hevpar” tê pênasekirin. Pêkhateyên pirzimanî yan hatine perçekirin an jî li gor siyaseta fermî ya zimanî tên standardîzekirin. Belê ev rewş têgihên wekî mafên zimanî û parastina zimanên kêmneteweyan dixe xetereyê.

Li gor daneyên UNESCOyê, îro li cîhanê zêdetirî 6 hezar ziman tên axaftin û ji nîvê wan zêdetir di xetereya windabûnê de ne. Gelek ji van zimanan kevirê bingehîn ê hişmendiya neteweyî ya gelan in. Tunebûna ziman gelek caran bi marjînalbûna çandî û siyasî ya mirovên ku bi wî zimanî diaxivin re pêk tê. Rewşa dûrxistina pergalên perwerdehiyê, qedexekirin û biyanîbûn bi demê re dibe sedema qelsbûna hişmendiya neteweyî. Bikaranîna medyaya statukoparêz û alavên ragigahandinê yên fermî di qadên giştî de dibe sedem ku takekes û civak ji zimanê xwe yê zikmakî dûr bikeve.

Li gelek deverên cîhanê mirov ji bo parastina ziman û çanda xwe têdikoşin. Ev têkoşîn hin caran bi wêjeyê, hin caran bi tevgerên siyasî û hin caran jî bi saziyên perwerdehiyê tê meşandin. Ji bo wê divê ji nû ve fêrbûna zimanê dayikê, parastina çandê geşedaniyên wêjeyî, hunerî di suxreya parastina nirxên neteweyî de bi zimanê neteweyî pêk werin.

Fêrbûn û bikaranîna zimanê dayikê çandeke neteweyî ava dike. Ev çanda neteweyî hişmendiya neteweyê bi xwe re tîne. Divê ji bo vê yekê bername û pêşnûmayên perwerdehiya bi zimanê dayikê werin amadekirin da ku hem ji hêla fermî û hem ji hêla civakî ve derfetên hînbûn û bikaranîna zimanê dayikê pêk werin.

Têkiliyên herî şênber ên di navbera hişmendiya neteweyî û ziman de bi polîtîkayên perwerdehiyê pêk tên. Perwerdehiya bi zimanê dayikê, ne tenê piştgiriya pêşveçûna kesane dike; heman gavê ji pêşveçûna hişmendiya neteweyî zûtir û xurtir dike. Berovajiyê wê, dema ku mirov neçar dimînin ku bi zimanekî biyanî perwerdehiyê bibînin, hem baweriya wan a bi mirovan û hem jî bixweewlehiya wan qels dibe. Ji ber vê yekê, di civakên pir zimanî de polîtîkayên zimanî yên wekhevîxwaz û tev-hev hem tevkariyê li aştiya civakî dikin, hem dewlemendiya çandî diparêzin û hem jî nasnameyên cuda belê yên lihev û hevseng pêk tînîn.

Jiyana gelan bi hizirkirin, nivîsandin û hilberîna bi zimanê neteweyî/dayikê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê jî parastin, pêşxistin û azadkirina ziman ne tenê erkeke çandî ye; ew xaleke girîng a têkoşîna hebûnê ye. Ramîn û sêwirîna bi zimanê dayikê ruhekî wisa ye ku hem tê hîskirin û hem jî ji bo nifşê bê tê veguhestin. Tiştê ku hişmendiya neteweyî pêk tîne zimanê neteweyî ye. Hişmendiya neteweyî tê wateya haydarbûna ji vî ruhî, zindî hiştina wî û gihandina nifşên paşerojê.

Pêkahtina hişmendiya neteweyî bêyî zimên ne pêkan e. Hişmendiya neteweyî bi bêje, gotin û vegotinê, bi awaz û dengê neteweyî, gotinên pêşiyan, biwêj û wêjeya neteweyî re dikemile. Dema ku ev hişmendî winda bibe, netewe ne tenê zimanê xwe; rabirdûya xwe, siberoja xwe û ruhê xwe yê neteweyî jî winda dike.Windabûna ziman, hilweşîna nasnameyê û tunebûna neteweyê ye. Windabûna ziman tenê ne tunebûna neteweyî ye. Herwiha jiholêrakirina şêwaza jiyana civakî, çandî û dîrokî ye jî.

Netewe, navê wê prosesê ye ku tê de ferd fêr dibe ku bibe endamê civakeke diyarkirî û ji ber vê yekê jî bibe hebûneke civakî û çandî. Mirov heta radeyekê hin hewcedariyên xwe yên bingehîn jî bi tena serê xwe bi cih tîne. Di vê pêvajoyê de ferd bi pîvan û nirxên civakê û bi hînbûna rolên xwe yên civakî (karker, heval, welatî, zarok, hevjîn, dê, bav…) dibe endamekî/e asayî yê/a neteweya xwe. Belê heman hawîrdora civakî her gav rê nade ferdên ku axaftina wan bişibe hev pêk were. Taybetmendiyên genetîk ên cewherî û xisletên yekeyên civakî yên ku ferd pê ve girêdayî ye, cûdahiya têkiliyên ferdî û civakî û gelek faktorên din ên tên zanîn û nayên zanîn dibin sedem ku gelek takekes endamên heman civakê ne belê di şêwaza axaftina xwe de ne xwediyê heman neteweyê ne.

Tiştê ku takekes dike hebûneke civakî neteweya wî/ê ye. Tiştê ku neteweyê dike netewe zimanê dayikê ye. Hişmendiya neteweyî jî her gav bi zimanê dayikê dest pê dike, bi zimanê dayikê pêş ve diçe û bi zimanê dayikê distewe.