Çetîn Arkaş, li Girtîgeha Marmarayê (Silîvrî) tê ragirtin û di salên 2013-2015an di “Pêvajoya çareseriyê” de di Sekreteryaya Îmraliyê de cih girtibû. Tehliyeya Arkaş, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê di 16ê Hezîranê de têkildarî Arkaş ê ku tehliyeya wî heta niha 8 caran hatiye nirxandin û di 6 caran de weke “başhalî” hatiye nirxandin, civiya. Lijneyê, der barê Arkaş de rapora ‘başhaliyê’ da. Di raporê de hate diyarkirin ku Arkaş derneketiye pêşberî lijneyê û ji bo vê daxwazeke wî çênebûye û hate îdiakirin ku “zimanê rêxistinê bi awayekî veşarî bi kar aniye” û “di nêzikatiyên wî de gotinên manîpulatîf hene.” Bi van hincetan jî tehliyeya Arkaş ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Parêzerên Arkaş dê li dijî biryara lijneyê îtîrazê bikin.
Tehliyeya Arkaş, di 14ê Hezîrana 2024an de ji ber hinceta “nebaşhaliyê” ji bo 6 meh hatibû taloqkirin. Di Kanûna 2024an de Lijneyê ji bo 6 mehan tehliyeya wî taloq kiribû, lijneyê ji bo tehliyeya Arkaş binirxîne birayra civînê avêtibû 16ê Hezîrana 2025an.
Tehliyeya Arkaş di 14ê Hezîrana 2024an de bi hinceta “nebaşhaliyê” ji bo 6 mehan hatibû taloqkkirin. Di Kanûna 2024an de lijneyê dîsa biryara taloqkirina tehliyeya Arkaş ji bo 6 mehan da. Lijneyê biryar dabû ku rewşa Arkaş di 16ê Hezîrana 2025an de dîsa were nirxandin.
Di raporên berê yên di der barê Arkaş de biryara “Başhaliyê” hatibû dayîn. Di 1ê Cotmeha 2021an, di 31ê Adara 2022yan, di 7ê Kanûna 2022yan, di 13ê Nîsana 2023yan û di 4ê Cotmeha 2023an de di hemû raporên çavdêrî û nirxandinê de der barê Arkaş de “Başhalî” hatibû diyarkirin. Di vê biryarê de rexmê 6 caran biryara “Başhaliyê” jî tehliyeya wî hate astenkirin.
Çetîn Arkaş kî ye?
Di sala 1992yan de li Ispartayê hate girtin û piştre li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin. DGMê, bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara cezayê muebbedê lê birî. Çetîn Arkaş, di “pêvajoya çareseriyê” de, di 15ê Adara 2015an de ji bo “erka sekreteryaayê” sewqî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hate kirin. Arkaş, li vê girtîgehê 9 meh û 10 rojan ma û piştre di 16ê Kanûna 2015an de sewqî Girtîgeha Sîlîvriye hate kirin.