Ez bi xebatên li ser ziman û wêjeya Kurdî re mijûl dibim. Di herdu qadan de serê xwe bi pirsgirêkên ziman û wêjeyê re diêşînim. Qada ziman ji pir aliyan ve weke qadeke beyar e. Muhtacî wê eleqeyê ye ku dest bê avêtin, bê lêkolînkirin û gelek mijarên wisa hene ferz e ku pirs û bersivên wan bên dayîn û zelalkirin.
Ez di vê baweriyê de me ku pirsgirên zimanê Kurdî divê neyên daxistin pileya rêziman û rastnivîsa Kurdî; kurmancî, kirdkî, lorî û soranî. Helbet ev mijar jî gelek grîng e, divê xebat li ser bên kirin û bên kûrkirin. Lê ya grîng ev e, hewce ye ku xebat tenê bi vê mijarê neyên sînorkirin. Divê zimanzanên rasteqîn berê xwe bidin qadên beyar ên hewce ne ku li ser xebat, lêkolîn bênkirin û bên zelalkirin. Ji xwe gelek xebatên rêziman û rastnivîsa Kurdî-Kurmancî hatine zelalkirin, pir rê û rêçikên wê rûniştine, nêzî sed salan e xwe daye qebûlkirin. Kopîkirin û bi vî awayî dubarekirina van mijaran ne xebatên bingehîn ên vê qadê ne. Êdî rawestina li ser vê mijarê gelek hêsan e, pir mijarên wê hatine zelalkirin. A zehmet û kedeke serêşanê dixwaze ew e ku mijarên di nav behra zimanê me de veşartî ne, nehatine ronîkirin. Ên ku dixwazin ji xebata Celadet Bedirxan derbastir bikin hewce ye yekpare zimanê Kurdî binêrin. Bikaribin mijaran keşif bikin, li ser kûr bibin (em dibînin ku mehdê gelek kesan ji bo vê yeke vekiriye, bila kerem bikin ji van xebatên nezalkirî re mijûl bibin). Ji ber ku zimanê Kurdî bi hemû zaravayên xwe behreke bêbinî ye, li benda eleqeya lêkolîn û zelalkirinê ye.
Gerdûna zimanê Kurdî pir bala min dikişine. Çendî ku min li ser rêziman û rastnivîsa Kurmancî gelek xwendibe min perwerdeyeke akademîk nedîtiye. Ya min, jixweber eleqeyeke xwezayî ye, ez di vê rêya xwezayîbûnê de diçim. Ev nayê wê wateyê ku xebatên min bêyî rêya zanistî pêk tên, heta hêza min têrê dike, xebatên min li ser xeta zanistî diçin serî. Ez xwe ji ekola Feqî Husên Sagniç dihesibînim. Heta ku haya min jê heye gorbihuşt Feqî xudriste (alayli) bû lê bi gelek pirsgirêkên ziman re serê xwe êşandibû û dahûrandibû. Fîzyolojî û anatomî; derbirîn rast be ango avaniya ziman bala min dikişine. Gelek nivîsên min ên li ser mijarên beyar hatine weşandin, gelek ji wan di qada xwe de nû, beriya wan li ser wan nehatiye nivîsandin.
Çend roj berê me li ser ziman gotûbêj û danûstandinek dikir. Ez ji wê danûstandinê fêr bûm ku ‘fêmkirin’a em weke ji koka zimanê Kurdî dizanin ne bi zimanê Kurdî ye. Hevalê ku got, diyar kir ku fêmkirin ji ‘feheme’ya zimanê Erebî tê. Ji bo ku ez tam pê bawer bibim ku ev angaşt rast e yan na, min ji kesên serf û nehû erebî baş dizanin pirsî. Wan jî ev yek pesend kir ku ev ji koka zimanê Erebî tê. Li gorî agahiya wan fêmkirin ji zimanê Erebî û ji lêkera ‘ ‘fehmûn’ tê û ‘feheme’ kêşana wê ya dema borî ye. Min ev nîqaşa da aliyekî, bala min çû ser aliyekî din ê mantiqê zimanê Kurdî.
Fêmkirin û têgihiştin hemwate ne; yek bi Erebî ye, ya din jî bi Kurdî ye. Ya bala min dikişîne ev e: Her çend ku hemwate bin jî ji aliyê karîgeriyên xwe fêmkirin rêdar (gerguhêz), têgihiştin nerêdar (negerguhêz) e. Fêmkirin ji Erebî derbasî Kurdî bûye û di zimanê Kurdî de weke aydî Kurdî ye rûniştiye.
Kişandina lêkera fêmkirin li gorî deman wiha pêk tê:
Ez fêm dikim (d. niha), ez ê fêm bikim (d. bê), min fêm kir (d.borî), min fêm dikir (d. boriya berdest), min fêm kiribû (dema boriya diyar), min ê fêm bikira (çîrokiya dema bê). Em dibînin ku du awayên kirdeyê derdikevin pêş me, di demên borî de kirde ditewe.
Lêkera têgihiştin jî wiha ye:
Ez têdigihîjim(d. niha), ez ê têbigihîjim(d. bê), ez têgihiştim (d.borî), ez têdigihiştim (d. boriya berdest), ez têgihiştibûm (dema boriya diyar), ez ê têbigihîjiyama (çîrokiya dema bê). Misoger bala we kişandiye ku kirde netewiyaye.
Her du jî hemwate ne lê fêmkirin ji zimanê Erebî derbasî Kurdî bûye, di dema adaptasyonê de weke lêkera gerguhêz dirûv girtiye. Di demên borî de kirde ditewe, lêker bi birêserê tê kişandin yanî ya dirûvê lêkerê û çawaniya lêkerê diyar dike bireser e. Bireser dibe hêmaneke çalak a hevokê, hevokê tekûz dike. Bi vî awayî jî nîv ergatîvîteyê dihewîne.
Lêkera têgihiştin tenê bandora xwe li ser kirdeyê çêdike, karê birêserê bi hevokê tune ye. Di hemû deman de kirde natewe û bi dirûvê xwerû dimîne. Çawaniya lêkerê bi her awayî bi kirdeye pêk tê.
Li gorî nêrîna min di vir de mantiq û çawaniya zimanê Kurdî-Kurmancî derdikeve holê. Nizanim lêkera fehmûn di zimanê Erebî de rêdar ango gerguhêz an nerêdar e. Ez li ser wê nikarim nirxandinekê bikim lê heman lêker dema dikeve nav zimanê Kurdî, mantiqê zimanê Kurdî derdikeve rastê. Zimanê Kurdî-Kurmancî dema ji derve hêmayeke ziman digire nav xwe jixweber mantiq û rastiya xwe lê ferz dike. Ji ber ku di mînaka me de ya mijar li ser tê nirxandin lêker e, ziman li gorî mantiqê xwe lêkerê dike forma rêdar(gerguhêz).
Li ser xaleke din jî bisekinim. Di dewsa fêmkirinê de ziman fêmbûn adapte bikira, yanê lêker nerêdar(negerguhêz) bûya, ziman nikaribû lêker bikêşanda. Hingê li gorî mantiqê Kurdî astengiyek wê derketa pêş me. Eger pêkan bûya me yê bigota, ez fêm dibim, ez ê fêm bûma, ez fêm bûm, ez fêm dibûm, ez fêm bibûm, ez ê fêm bibûma ango dema çerx wisa biziviriya lêker bê wate dibû, peywira xwe ya eslî nikaribû bi cih bianiya.
Bi min, ziman li gorî mantiqê xwe weke navdêr rê daye peyva ‘fêm’ û weke lêkereke hevedudanî bi ‘kirin’ê qebûl kiriye. Wî çaxî jî dirûvê ku em îro bi kar tînin derketiye meydanê: Fêmkirin; hingê jî encax mebest bi lêkereke gerguhêz karibûye hasil bibe. Yanê lê ferz bûye ku bi birêserê peywira xwe bîne cih.
Min bi giştî li ser vê mijara navborî lêkolîneke kûr nekiriye lê dibe ku ziman awayekî wiha bi giştî jî lêkerên biyanî ku ketine nav zimanê Kurdî li zimanê Kurdî anîbe, adapte kiribe. Ev mijareke hewceyî lêkolînê ye. Tiştekî teqez heye ku ziman rasterast bi mantiqê zimanê biyanî na, li gorî bingeha xwe lê tîne.