Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) di 2013an de xwe bi rêxistin kir û ava kir. Piştî YPJê xwe ava kir, di milê siyasî, leşkerî, çandî, dîplomasiyê de jî xwe bi rêxistin kir. Di demên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera dîplomasiyê zêde bûye. Gelek şande diçin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û serdana partî û rêxistinên siyasî û civakî dikin. Şandeyên ku diçin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez diçin serdana Fermandariya YPJê.
Fermandariya YPJê û rêxistina YPJê meraq dikin. Dibêjin we bi çi hêzê xwe ava kir. Hejmara YPJê û şehînên YPJê çend in? Hûn çawa jiyana xwe bi rêxistin dikin. Çima dem dêra we nake?
Berpirsiyara Têkiliyên Derve ya YPJê Vîyan Adar têkildarî dîplomasiya li herêmê pêş dikeve nirxandin kir û got: “Ji dema avakirina YPJê ji 2013an û şûn de li dijî DAIŞê têokşînek pir dijwar pêş ket. Li gel vê têkoşînê niha jî dîsa qedexeriya DAIŞê li ser jinê û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Piştî pêşketin û geşedanên pêk hatin, pêwistî pê hat dîtin ku em yekîneyeke xwe ya dîplomasiyê ava bikin. Gelek serdan têne kirin. Gelek kes ji derve tên û dixwazin YPJê nas bikin. Meraq dikin. Dipirsin ku ev têkoşîn çawa pêş ket? Jinan çawa xwe bi rêxistin kir? Me jî pêwistî dît ku xebatên dîplomasiyê pêş bixin. 8-9 sal in me komîteya dîplomasiyê ava kir û ev komite xebatên dîplomasiyê dimeşîne.”
Vîyan Adar da zanîn ku dema şerê DAIŞê hevalên wan di nava xebatên dîplomasiyê de bûn û ev agahî dan: “Hevalên me wê demê cara yekem derbasî Ewropa bûn û xebatên dîplomasiyê li Ewropa pêş xistin. Bi cilê leşkerî li parlamentoya Ewropayê hevdîtin kirin. Ev di dîplomasiya jinan de gava yekemîn bû.”
Vîyan Adar da zanîn ku serdanên ji derve zêde ne û wiha axivî: “Wê demê li dijî DAIŞê koalîsyonek hebû. Li ser şerê li dijî DAIŞê bi koalîsyonê re lihevkirinek hebû. Ev hevdîtin didomin. Bi piranî şande ji derve tên serdana me dikin. Şande bêtir dixwazin me nas bikin.”
Serlêdan zêde ye
Vîyan Adar li ser şandeyên ku tên li Qamişlo, Hesekê, Reqa û bajarên din jî rawestiya û got: “Hatina şandeyan a ji derve pir zêde ye. Trafîka hatinê gelek zêde ye. Di 6-7 mehên dawî de piştî berxwedana Bendava Tişrînê û Dêr Hafir û Qereqozanê de şer di pêşengî û kordîna YPJê de pêş ket. Hevalên YPJê bi awayekî çalak tev li berxwedanê bûn. Di pêvajoya şeran de gelek kes dixwazin fêr bibin û fam bikin ku ev berxwedan hêz û çavkaniya xwe ji ku digire. Ji ber ku li ser ruyê erdê şerekî wisa pêş neketiye. Mînakek wisa tune ye. Şande gelek tiştan meraq dikin û dipirsin. Şandeyên ragihandinê ji gelek welatan tên. Komên jineolojiyê û komên femînîst tên serdanê. Parlamenter tên serdanê. Tên qadên Rêveberiya Xweser û tevgera me ziyaret dikin. Şandeyên tu tên Bakur û Rojhiatê Sûriyê naxwazin bêyî dîtina YPJê vegerin. Ji ber şoreşa jinê, gelek rêxistinên cuda tên. Rêxistinên ekolojiyê û rêxistinên cuda tên serdana me. Baweriyên cuda, hunermend, nivîskar û aktivîstên cuda tên serdana me.”
Matmayî dimînin
Vîyan Adar çavdêriyên xwe yên li ser meraqa şandeyan jî rawestiya û ev agahî parve kir: “Yên tên dibêjin ‘Jin tev li şoreşa Firansa, Almanya, Amerîka û şoreşên welatên din bûne. Lê hûn çawa wekî jin xweser xwe bi rêxistin dikin. Hûn hêza xwe ji ku digirin.’ Xebat û têkoşîna YPJê pir pir meraq dikin. Li ser vê pergala Rêveberiya Xweser matmayî dimînin.”
‘Têkiliyên we bi hevalên xort re çawa ye?’
Vîyan Adar destnîşan kir ku şandeyên tên serdana wan gelek pirsan dikin û wiha çavdêriyên xwe parve kir: “Pirsa ‘Hûn çawa xwe perwerde dikin? Hûn tenê şer dikin?’ dipirsin. Dizanin ku em tenê şer dikin. Dibêjin jiyana we çiqas bi rengîn e. Têkiliya we û hevalên xort çawa ye? Bi hevalên HSDê û Fermandariya Giştî re peyvendiyên we çawa nin?”
Ragihandinê rexne dikin
Şoreşa Rojava di pêşengiya jinan de pêş ket. Li ser pêşketina şoreşa jinê û têkiliya tevgera jinê û giştî Vîyan Adar wiha pêde çû: “Şoreş Şoreşa Jinê ye û hevalên giştî bêyî agahiya YPJê û hevalên jin nikarin tu biryaran bigirin, matmayî dimînin. Meraqa pergala Hevserotatiyê dikin. Tên piştî bi çavên xwe dibînin matmayî dimînin. Hin caran rexne dikin. Bêtir ragihandina me rexne dikin. Dibêjin ‘Çima ev tişta em li vir dibînin baş nayê xuyakirin. Dibêjin tişta em li vir dibînin zêde nayê teyisandin. Dibêjin bi qasî geşedanên pêş dikevin em ew qas nabin xwedî agahî û baş em nabînin û danasîna wê baş nayê kirin. Em li ku û li ser kijan malperê we bişopînin em nizanin.”
‘Hûn jî Rêber Apo bixwînin’
Şandeyên tên serdana YPJê bi heyran temaşe dikin. Viyan Adar li ser meraqa şandeyan ev çavdêrî parve kir: “Hemû têkoşîna me bi felfeseya Rêber Apo pêş dikeve. Em ê parastina xwe, gelê xwe û hemû jinê cîhanê çawa bikin. Em dibêjin me hemû hêza têkoşîna xwe ji felsefeya Rêber Apo girtiye û kerem bikin hûn jî vê felsefeye bixwînin. Bingehekî xurt û hêzeke xurt dide mirovan. Dide hemû pêkhateyên civakê. Felsefeyek gerdûnî ye.”
Jineolojî ji bo hemû cîhanê ye
Zanista Jineolojî ku wekî projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê zanîn îro li hemû cîhanê belav dibe. Jineolojî ji bo Ilmê jiyana cîhanê ye. Xizmeta hemû jiyana cîhanê dike. Vîyan Adar da zanîn ku yên Jîneolojiyê bixwînin dikarin pirsên ‘Çawa hemû cîhan dikare xwe li derdora jinê bi rêxistin bike? Jiyan çawa di vê ilme de dikeve meriyetê’ fêr dibin.
Têkilî didomin
Viyan Adar li ser xebatên dîplomasiya şandeyan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Dema şande vedigerin têkiliyên me bi wan re didomin. Bi rêya civîn û konferansên onlîne têkiliyên me didomin. Hin caran em civînên hevpar pêk tînin. Gelek caran civînên jin ên xweser pêk tên. Dibêjin dema em çûn welatê xwe divê em ragihînin ku em jî çawa dikarin xwe bi rêxstin bikin. Em dibêjin ‘Ji bo em bi van xebatên xwe enternasyonalîsta jinan li cîhanê bi rêxistin bikin,’ divê hûn jî baş bixebitin û divê me jî bi hev re baş bixebitin. Herî zêde van hevalên me li dijî DAIŞê şer kirin û xwe feda kirin. Fermandaran li dijî DAIŞa ku her tiştî tune dike xwe feda kirin. Ev fermandarên jin ku cîhanê ji terora DAIŞê diparêze, çawa bi balafirên keşfe tên şehîdkirin? Hedefgirtina hevalên jin, tê wateya ku piştgiriyê didin DAIŞê. Em dixwazin ev şandeyên tên serdanê li her derê û di hemû civînên xwe de niqaş bikin.”
Em dixwazin Yekîtiya Jinên cîhanê ava bikin
Viyan Adar li ser dîplomasiya siberojê jî rawestiya û got: “Her tişt kêlî bi kêlî tê guhertin. Êdî siyaset û şer wekî berê nameşe. Saetek berê li vir bi tere dost e, lê nîv saet şûnde li cihekî din dijmin e. Niha dîplomasî jî li gorî vê siyasetê bi rêve diçe. Şer jî li gorî vê siyastê pêş dikeve. Em jî li gorî vê yekê xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin. Ev projeya yekîtiya jin ji bo hemû cîhanê derman e. em dixwazin vê projeya Yekîtiya Jinên enternasyonalîst pêş bixin. Em dixwazin Yekîtiya Jinên Cîhanê ava bikin. Armanca van civîn û konferansan ji bo yekîtya hêza jinên cîhanê ye.”