Di rojên pêş de li kantonên din ên wek Basel, Luzern, Bern û Aargau jî wê bi tevayî 100 zarok bawernameyên xwe bistînin.
Girîngiya hîndekariya zimanê dayikê û çanda welêt a li diyasporayê
Li derveyî welêt pêwîstiya mirov herî zêde bi dîtina kesayeta xwe ya nasnameyî heye. kurd ev sed sal in di encama polîtîka û pêkanînên dagirkeriya dewletên serdest de ji welatê xwe tên dûrxistin û li welatên din ên cîhanê, bê nasname tên bikaranîn. Zarokên li welatên biyanî çêdibin, di nav sazûmana wan dewletan de bi zimanê wan mezin û perwerde dibin. Ger zarok di nav malbatê de ziman, çand û danûstendineke xurt nebîne û nestîne, ew ji rastiya xwe dûr dikeve û di nav rastiya welatê lê jidayik bûye de yan dihele, yan jî pirsgirêkên giran ên nasnameyî dijî. Zarokê bi zimanê dayikê û çanda welêt mezin nebûbe, rojek tê di nav civaka pir çandî û pir zimanî de, dikare bi xwe bihese û li nasnameya xwe bigere. Rastiya ku nasnameyê saz dike ziman e. Di nav ziman de dîrok, çand, huner, erdnîgarî, kevneşopî, êş, kêfxweşî, çandinî, avakarî, stran, çîrok, helbest, şer, aştî, bi kinayî hemû tiştênku civakekê dike civak hene. Tu bi zimanê kîjan miletî bidî û bistînî tu çand, exlaq, kevneşopî û awayê jiyana wî miletî digirî û dijî.
Gava mirov bi vê rastiyê zanibe, girîngiya dibistanên kurdî yên zimanê dayikê û çanda welêt zêdetir derdikeve pêş û bel dibe.
Zarokên kurd ên li welatekî biyanî li nasnameya xwe digerin, dikarin li dibistanên zimanê dayikê û çanda welêt xwe nas bikin û, bersiva pirsên di hişê wan de diçelqin bibînin. Ji ber ku ew li welatekî pir çandî, pir zimanî dijîn, ew zû bi bênasnamebûna xwe dihesin û ji dayik û bavê xwe van pirsan dipirsin:
Hûn bi dapîr û bapîrên min re bi çi zimanî diaxivin? Ez çima bi vî zimanî nizanim?
Li pey vê pirsên wek: Ez kî me? Dê û bavê min ji ku hatine? Ez ne ji vî welatî me, lê çima li vî welatî jidayik bûme?
Û pey re pirsên wek: Kurdistan ku der e? Ciyekî çawa ye? Çima em ne li kurdistanê ne yan çima em nikarin biçin kurdistanê?
Pişt re jî pirsên wek: Kurdistan xwediyê erdnîgariyeke çawa ye? Gelê li wir çawa dijî? Rewş li wir çawa ye? Û gelek pirsên din xwe didin pêş.
Ev pêvajo encama lêgerîna nasnameya xwe ye. Zarok dizane ku tevî li Fransayê ji dayik bûye, ew ne Fransiz, tevî ku li Almanyayê ji dayik bûye ew ne alman, tevî ku li Îngilistanê ji dayik bûye ew ne îngilîz e, lê belê Ew kî ye?
Zarok gava bersiva pirsa “Ez kî me?” nikaribe bide, xwe di nav civat û civaka tê de dijî reben û lewaz dibîne. Zarokekî wisa jî nikare bi qasî zarokekî xwedînasname ji xwebawer û serkeftî be.
Bi armanca zarokên kurd xwedînasname û bi vê yekê re ji xwebawer û serkeftî bin, Komeleya Hîndekariya kurdî li giştiya Swîsreyê ji sala 2007an û vir xizmeta perwerdeya zimanê kurdî û çanda welêt bênavber dide. Komeleya Hîndekariya kurdî ji aliyê kesên bi dildarî kar dikin ve tê birêvebirin. Mamosteyên wê, birêvebiriya wê, xebatkarên wê tev bi armanca xwedîderketina li ziman û çanda kurdî û bipêşdebirina zarokên kurd ked û xizmetê didin. Komele bi tevayî serbixwe û bêalî ye, bi ti siyaset, rêxistin, dewlet an saziyê ve ne girêdayî ye. Armanca wê ew e ku derfetên hînbûna zimanê kurdî û çanda welêt bide hemû zarokên ji her aliyê kurdistanê û kesên dixwazin kurdan nas bikin, xwe hînî kurdî bikin. Bi vê armancê komele bi armanca hînkirina kesên ciwan, mezin û biyaniyan jî kursên online bi rê ve dibe.
Dayik û bavên kurd ên ji welatê xwe dûr li xerîbiyê dijîn bala xwe didin ser xwendegehên kurdî û dixwazin zarokên wan hînî zimanê dayikê û çanda welêt bibin. Hin zarok tevî ku zimanê wan ê dayikê ne kurdî ye jî, ji sedema zimanê bavê wan kurdî ye, kurdî bala wan dikişîne û bi dilxweşî tev li dersên kurdî dibin. Zarokên ji temenê 5-6 salî heta temenê 16 salî dikarin li xwendegehên zimanê kurdî û çanda welêt tev li perwerdeyê bibin. Zarok salê du caran, bawernameya nirxandina asta xwe distînin. Li vê derê asta zimanzaniyê û asta nasîna civak, çand, mirov û xwezayê tê nirxandin. Li Swîsreyê zarokê tev li xwendegeha kurdî dibe, bawrnameya xwe ya ji dest mamosteyê kurdî distîne, dibe ji mamosteyê xwe yê Swîsrî re û ew deqdana li wê derê derbasî ser bawernameya wî ya Swîsrî tê kirin û li wir tê diyarkirin ku ev şagirt tev li dersên zimanê dayikê û çanda welêt bûye. Ev yek jî ji bo zarokan şanazî, serbilindî û dilxweşiyeke mezin e û bi vê yekê jî zarok dibin xwedînasnameyeke kurdî ya ji xwebawer û serbilind.
Komeleya Hîndekariya kurdî bi awayekî fermî, bi dibistana pedagojî ya Zurichê û bi mudîriyeta perwerdeyê ya Kantona Zurichê re dixebite. Salê du caran bi tevlêbûna hemû rêvebirên xwendegehên zimanê dayikê – ku li kantona Zurichê 33 zimanên cuda vê xizmetê didin- û berpirsyariya dibistanên seretayî û navîn ên kantonê, li xwendegeha pedagojî ya Zurichê konferansên bipêşdebirina perwerdehiya zimanê dayikê û çanda welêt tên lidarxistin. Ev konferans û civîn ji aliyê kantonên din ve jî li her ciyekî li gor rêziknameyên wan cuda tên pêkanîn.
Kesên dixwazin bibin mamosteyên zimanê kurdî bi erêkirina Komeleya Hîndekariya kurdî û bi destûrdana mudîriyeta perwerdeyê ya dibistanên seretayî û navîn ên kantonê, divê li xwendegeha Pedagojiyê ya Zurichê tev li perwerdeya pedagojîk bibin. Piştî serkeftinê, ew ê karibin wek mamosteyê kurdî di bin banê Komeleyê de dersan bidin. Bi vî awayî kalîteya pedagojîk a mamosteyan tê bipêşdebirin.
Bi armanca başkirina perwerdeyê Komeleya Hîndekariya kurdî bi piştgiriya Xwendegeha Pedagojiyê ya Bilind a Zurichê û Wezareta Çandê ya Swîsreyê di salên borî de ji asta berî xwendegehê heta asta jorîn bi giştî 21 pirtûkên hîndekariya kurdî ji bo her polekê du pirtûk, ji bo deh salên perwerdeyê 21 pirtûk amade kirine û li kêleka vê ji bo mamosteyan Rêbera Hînkirina kurdî ya bi mînakên pratîkî û videoyên dersan çêkiriye. Dîsa ji bo pêşdebirina xwendina zarokan pirtûkên çîrokan ji zimanên biyanî wergerandine kurdî.
Niha bi gelemperî li kantonên Baselstadt, Baselland, Aargau, Bern, Luzern û Zurichê bi tevlêbûna 10 mamoste, 100 şagirt, rêvebiriyeke xurt, endamên komeleyê û malbatên şagirtan xwebatên zimanê kurdî û perwerdeya kurdî bi awayekî dildarî tê birêvebirin.
Şagirt her sal di meha sibatê û meha hezîranê de bawernameyên xwe distînin.
Vê hefteyê şagirtên li xwendegeha kurdî ya Zurichê û li Baselstadê bawernameyên xwe yên sala xwendegehê ya 2024-25 ji dest mamosteyên xwe girtin. Bi şahiyeke tevlêbûna dayik û bavên şagirtan bi stran, govend û xweşî ev yek serkeftî pêk hat. Di rojên pêş de şagirtên li kantonên din jî bi rêzê wê bawernameyên xwe bistînin û dawiya meha hezîranê wê xwendegeh bikevin bêhnvedana havînê. Sala nû ya hîndekariyê ya 2025-26an wê di dawiya meha Tebaxê de dest pê bike. Kesên dixwazin zarokên xwe li xwendegehên kurdî bidin qeydkirin, dikarin li ser malpera https://kurdisch.ch û https://zimanekurdi.ch serlêdanê bikin, an jî ji dibistana lê dixwînin forma serlêdanê ji mamosteyên xwe yên Swîsreyî bixwazin.
Mamoste û şagirtên kurdî dikarin li ser vê girêdankê pirtûkên kurdî bistînin : https://kurdisch.ch/produkt-kategorie/lehrmittel/
Girêdanka çîrokên wergerê: https://kurdisch.ch/produkt-kategorie/kindermaerchen/
Girêdanka çîrokên wergerê: https://kurdisch.ch/produkt-kategorie/fabl/
Girêdanka hînbûna kurdî bi videoyan: https://kurdisch.ch/e-pirtuk/
Girêdanka xwendegehên kurdî : https://kurdisch.ch/schulen-hsk/
Girêdanka xweqedkirina li xwendegehên kurdî: https://kurdisch.ch/anmelden/