Di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk de, Rêber Abdullah Ocalan di 18ê adarê de peyameke girîng ji bo civaka êzidî şand. Ev peyam, ne tenê silavkirineke berxwedana êzidiyan a li Şengalê ye, lê di heman demê de rêgezeke ji bo pêşerojeke ewle û bi rûmet ji bo êzidiyan nîşan dide. Ji ber ku ev peyam gelekî girîng e û dikare aqûbeta pêşeroja êzidiyan diyar bike, her çiqasî dereng be jî lê dixazim li ser peyama Rêber Apo hin tiştan bibêjim.
Bingeha peyamê sîstema Neteweya Demokratîk û vejîna ronesansa êzidiyan e. Êzidî, tevî hemû zilm û zordariyê, bi biryardarî li hemberî hêzên tarî sekinîn û axa xwe parastin. Ev berxwedan, ne tenê parastina hebûna fizîkî bû, lê di heman demê de parastina çand, bawerî û nasnameya êzidî bû. Rêber Ocalan di peyama xwe de, vê berxwedana dîrokî silav dike û diyar dike ku çawa êzidiyan bi ruhê berxwedanê yê kûr, xwe ji tunekirinê rizgar kirine. Ev berxwedan, ji bo tevahiya mirovahiyê bû dersek, li ser girîngiya berxwedana li dijî barbarî û pêwîstiya parastina cewherî a civakên herî qedîm.
Neteweya Demokratîk garantiya pêşerojeke bi ewle ye
Peyama Rêber Ocalan, girîngiya sîstema neteweya demokratîk ji bo êzidiyan gelekî zelal dike. Li cîhaneke ku civakên piçûk û kêmneteweyî bi gelemperî rastî zext û înkarkirinê tên, Neteweya Demokratîk modela herî guncav e ji bo parastina maf û azadiya wan. Ev sîstem, li ser bingeha rêveberiya xweser e, jiyana xwe ji aliyê civakê ve birêve dibe û pêşî li her cure destwerdanên derve digire. Ji bo êzidiyan, ku di dîroka xwe de gelek ferman û komkujî dîtine, xweseriya demokratîk garantiyek e ku ew ê careke din nebin qûrbana êrîşan. Ev sîstem, rê dide êzidiyan ku ew bi azadî bawerî, çand û zimanê xwe biparêzin û bi pêş bixin û li ser bingeha nirxên xwe, civakeke azad û xweser ava bikin.
Pêşîgirtina fermanan
Di peyama xwe de, Rêber Ocalan cih dide girîngiya pêşîgirtina li fermanan ji ber ku fermana li ser êzidiyan, ne tenê êrîşeke hovane bû, lê di heman demê de encama nebûna sîstemeke parastinê ya xurt bû. Rêber Ocalan destnîşan dike ku rêxistinbûna civakî û xweseriya demokratîk, mifteya sereke ya pêşîgirtina li fermanên pêşerojê ye. Dema ku civakek bi rêxistin be, xwedî hêza biryardanê be û karibe xwe biparêze, tu hêz nikare wê tune bike.
Lê belê, pêşîgirtina fermanan ne tenê bi parastina fîzîkî pêk tê, lê di heman demê de bi vejîna ronesansa êzidî jî. Ronesans, vejîn û nûjenkirina çand, ziman, bawerî û nirxên êzidî ye. Ev tê wateya vegerandina koka xwe, xurtkirina nasnameya xwe û bi vê re, pêşîlêgirtina helandina di nava civakên din de.
Rêber Apo, êzidiyan teşwîq dike ku dîrok, mîtolojî û felsefeya xwe ya dewlemend ji nû ve kifş bikin û pêş bixin. Ev ronesans, ne tenê vejînek li paşerojê ye, lê nêrînek li pêşerojê ye ku li ser bingeha nirxên hemdem û gerdûnî, pêşerojeke bihêz û xweser ava bike. Daxwaza Rêber Ocalan a ji bo mezinbûna rêxistina êzidiyan, ne daxwazeke siyasî ye, di heman demê de pêwîstiyeke jiyanî ye ku bingeha vê ronesansê ava dike.
Peyama Rêber Apo hêvî û moral da civaka êzidî
Di encamê de, peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo êzidiyan, ne tenê silaveke ji bo berxwedaneke lehengî ye, di heman demê de rêgezeke stratejîk e ji bo pêşerojeke bi ewle û azad. Bi rêxistinbûna xweser, pêşxistina sîstema Neteweya Demokratîk, vejîna ronesansa êzidiyan û bi biryardariya parastina nirxên xwe, êzidî dikarin fermanên pêşerojê asteng bikin û jiyaneke bi rûmet û azad ji xwe re ava bikin. Ev peyam, hêvî û moraleke mezin dide êzidiyan, û wan teşwîq dike ku rêxistinbûna xwe xurtir bikin û ji bo pêşerojeke baştir bixebitin.